KURDÎ

Avahiya HDPê ya Diyarbekirê hat dorpêç kirin

Polîsan avahiya HDPê ya Amedê dorpêç kir û destûr nedan parlementer û Hevşaredarên HDPê li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin.

Parlementer û Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê.

Parlamenter û Hevşaredarên HDPê berî daxuyaniyê li avahiya partiyê ya Amedê kom bûn. Polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kir û destûr nedan parlementer û hevşaredar ji avahiyê derkevin.

Avahiya HDPê dibin ablûkeyek mezin a polîs, maşîneyên zirxî û TOMAyan de ye. Ji bo ku rojnameger dîmen û wêneyên parlamenter û hevşaredaran nekêşin, mertalên xwe bilind kirin û dûre rojnameger ji ber avahiyê dûr xistin.

/peyamakurd/

Benzer Haberler

Sirwan Rehim : Siyaset buheşta derewe

Sîrwan Rehîm

Di Pêşbirka Eurovisionê de Holanda bû yekemîn

nupel haber

Bertek li hemberî Vatîkanê: Rojnamevanên jin pêkve îstîfa kirin

nupel haber

Çapemeniya Emrîkayê: Erdogan Derbeyeke Giran Girt

nupel haber

Farqînî: Divê Kurdî bibe zimanê peywerdeya zarokên Kurd

nupel haber

Mahsum Pamay ku li Elazîzê girtî bû, li dijî tecrîdê xwe kuşt

nupel haber