BİYOGRAFİ

Ehmet kaya: Ezê stranên xwe bibêjim…

Ehmet Kaya di sala 1957an de li Meletiyê hate dinyayê. Zarokê malbatê yî pêncemîn bû û bavê wî karkerê Sumerbankê bû. Ehmet Kaya li Meletiyê destbi dibistana seretayî kir. Dema şeş salî bû bavê wî wekî diyarî tembûrek da wî. Diyariya bavê wî gelekî bala Ehmet Kaya kişand. Piştî dibistanê Ehmet Kaya di dikaneke ku kasêt û plak difrotin de kar dikir.

1972an de rewşa aborî a malbata wî gelekî xerab bû lewma jî bi neçarî mala xwe bar kirin û li Stenbolê bicî bûn. Vê pêvajoyê de Ehmet Kaya dibistan berda û destbi xebatê kir. Li sûkan digeriya û tiştên biçûk difrotin. 16 saliya xwe de digel çend hevalên xwe afîş di diwaran xistin û ji ber vê yekê kete girtîgehê. Piştî vê bûyerê tevî xebatên komeleya yekitiyên gel (Halk Birimleri Dernegi) bû. Di çalakî û civînên vê komeleyê de tembûr lê xist û stran gotin. Di vê navberê de Ruhî Su nas kir û heya strana wî ya “Mahsus Mahal“ got.

Di sala 1985an de albûma wî ya yekemîn bi navê “Megrî Berxa min” (Aglama Bebegîm) ve der çû.

Di heman salê de ev albûma hate qedexekirin lê paşê dîsa ev qedexe ra kirin. Di 10ê sibata 1999an de di civîna xelatên Komeleya Rojnamevanên Magazînan de axaftinek kir û di vê axaftinê de got ku; “ez vê xelatê li ser navê hemû kedkarên ku di Komeleya Mafên Mirovan kar dikin, li ser navê Dayikên Şemiyê, li ser navê hemû kedkarên çapemeniyê digirim. Ez ê albûma xwe ya nû de straneke Kurdî (kurmancî) bibêjim.“

Hê ku Ehmet Kaya axaftina xwe neqedandibû, gelemperiya stranbêj û rojnamevanên li wê derê bi qîrîn û fîtînê dengê wî birrîn. Marş û drûşmên nijadperest ên Tirkan bi awayekî yekdengî û yekgyanî strîn.

Piştî vê bûyerê û hin dozên ku ji bo Ehmet Kaya hatibûn ve kirin, ew neçar ma ku koçî li Ewropayê bike. Herhewa ew li Ewropayê jî gelek caran tevli çalakiyên Kurdan bûn û stranên xwe gotin.

Ehmet Kaya di 16yê mijdara sala 2000an de li Parîsê bi krîzeke dil çû li ser rehma dilê xwe. Rojekî şûnda bi tevlibûna zêdetirî 30.000 kesan ew li goristana bi navê Perê Lachaiseê hate defnkirin.

Nupel

Benzer Haberler

ADİLE NAŞİT

nupel haber

Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov

nupel haber

Ger dê hebûya me ittifaqek..? Ehmedê Xanî

nupel haber

Tahir Elçi: Zulûm, neheqî û tundî ne çarenûs e

nupel haber

Bayê siba tê xweş ez im / Berfa sibatê xweş ez im: Cegerxwin

nupel haber

Zimanzan û akademîsyenê Kurd : Qanatê Kurdo

nupel haber