KURDÎ

 Hasbey Köksal: Di çanda KURD de çîrok u pepûk   

     Çûka pepûk di gotin,çîrok,efsane,helbest,serpêhatî û kilamên  kurd de cihêkî girîng digire.Ev taybetmendiya girîng ji ku tê? Bersiva vê pirsê di jiyana pepûkê de vêşartiye bê guman.

    Pepûk, li ku dijî? Jiyana xwe çawa didomîne? Çi dixwe û vedixwe? Hêlîna xwe li ku çê dike? Çêlikê xwe çawa xwedî dike?

    Laşê pepûkê sî û du,sî û pênç santîm e. Qasî kevok ê  , çûkek girse ye. Yê mêçik sorik-qehweyî , yê nêr gewr-boz e. Teyrîkî doç dirêj, perr fire û perr pîj e.

    Bi kurm, kêzik,tirtûl,moz û mêş, carcaran jî mar, fatik,çûkên piçûk û kojeran xwe têr dike.

Jîngeha pepûkê; çol, deşt,daristan,parq,baxçe,devî,avzêl,xîzek û tûndra ye.Di habîtatek fireh de dijî.

    Di erdnîgariya cîhanê de li hemû Ewropa, rojavayê Ûris û bakûrê Efrîqayê tim tê dîtin; li    rojavayê Asya û Rojhelata navîn jî dema koçberiyê de tê dîtin. Çûk a koçber e. Kurdistan di nav habîtata pepûkê de ye.

    Di salekê de nêzikî bîs,bîst û pênç hêk dike. Di carekê de hêkekê dike.  Hêlîna pepûkê tune. Hêlînê çê nake.Kurt nabe, ser hêlînê rûnane, çêlikê xwe xwedî nake.Pepûk,tim parazît û kurtêlxur e.

   Pepûk,li hêlînê çûkên derdorê xwe dinere, çavdêriyê dike; kîjan hêlîn paqij û rinbe diyar dike, hêka xwe dişibînî  hêka xwediyê hêlînê, xwediyê hêlînê ku ji hêlînê dûr ket,bi lez û bez diçe di wê hêlînê de hêkekê dike; an jî hêka ku berê  kirîbû di dev û gewriya xwede vêşartiye datîne nav hêkê din.Hêkekî xwediyê hêlînê dixwe yan jî davêje derve ku xwediyê hêlînê bi hejmara hêkan nehese. Hêka pepûkê, berî hêkê din diderize. Pergala xwezayê wiha ye.

Dozde roj şûnde hêk ku çeqiya,çêlpepûk  derdikeve.Piştî ku çêlpepûk derdikeve şûnda , bi wî halî çavgirtî (sê roj şun ve çavên çêlpepûkê vedibe), hêk û çêlikên xwedanê hêlînê ji hêlînê daivêje der. Heta ku tenê xwe ma.Çûka xwediyê hêlînê ya ku bi hêkên pepûkê nehesiya ye,wakî hêkên xwe li hêkê pepûkê û hem jî li çêlîkê pepûkê xwedî derdikeve. Çêlpepûk, nav sê hefteyde digîhîje xwedîkarê xwe. Di wê demê de dêpepûk carcaran tê hêlînê dimeyzînî. Qasî şeş hefte di wê hêlînê de tê xwedîkirin. Şeş hefte şûn ve pepûk, hêlîna ku tê de xwedî bî ye gelenperî  hildiweşînî û diterîkînî.

   Jîyana pepûkê  gelek balkêş e. Ew kurtelxur, bêkurt û parazît; çawa di gotin, lorîn, stran, çîrok, hewara  Kurdan de cîh girtiye? Gelo agahiya gel ji vî bûyera xwezayê hebû an jî tune bû?

       Li gorî min hebû.

    Di serpêhatî, kilam û çîrokan de, bi nav û nav hêlîn,gûv û kortikên balinde, sewal û ajalan tê qalkirin. Lê qala hêlîn û kurtbûna pepûkê nayê kirin. Zelal e ku dizanîbûn. Dizanîbûn ku  bê dê û bav, bê hêlîn, bê kurt,bê xwedî çêlpepûk gav davêje jiyanê. Sêwî û bê kes… çi guneh… Lîstika xwezayê!

    Di hişmendî û Feraseta gel de jî  alîkî ve li ber ketin û dil pê şewitîn, ji alîkî ve jî sûcdarkirin û cezadayîn heye. Em di çîrok û hewaran de vê  rewşê aşkere dibînin. Bîngeha çanda gel de bûyerê xwezayê heye. Hêza xwe ji wir digire. Xwe, dişibînî xwezayê, xwezayê  dişibînî xwe di nava vê wakheviyê de derd , kul, şabûn û şadimaniyê xwe bi kilam, çîrok, serpêhatî, lorîn û lîstikan de tîne zimên.

     “Pepûk  pepûk pepûk                                                                                                                                         

         ax! ax! ax!                                                                                                                                                                                                           

      Tê gotin ku; malbatek hebûye di nav gundan de li gundekî dijiyan. Bav, dê û du zarokên wê malê pir bextewar, kêfxweş û şad bûne. Zarokên malê, xwişk û bira, gelek rindik û liserxwe, ji aliyê xelkê gund ve jî zehf dihatin  hezkirin. Xweng û bira; li der û deverên, dar û daristanên, bax û baxçeyên, ban û xaniyên gund digeriyan bêxem û ken bi kêf. Dê û bavê wan, bi wan şa dibûn.

     Hey gidî rojên bextewar. Hey gidî tav û tîna hezbûnê…

      Rojek ji rojan  diya wan zarokên bedew nexweş dikeve û di demik kin de diçe ser heqiya xwe.  Sêwî dimînin. Agirê bê dayêktiyê dilê wan ê piçûk dişewitîne. Stuxwar, jandar, êş û azar …

     Li malê; xwarin û vexwarin, xwekirin û  şûştin, çêkirin û pêjandin, miştin û paqijî, çandin û çinandin   hewce ye. Bê kevanî, mal ting û tarî ye.

      Bavê wan sêwîyan dizewicî.

      Dêmariya zikreş; sêwiyan re hesûdî  û çavreşiyê dike. Xêrê bi zarokan nake. Çi kar û suxret heye li pişta zarokan e. Rojên xemgîn bi vî awayî diherike  dihere… Dem, dema biharê ye. Dem, dema xemilbûna xwezayê ye. Dar û berg hêdî hêdî bi kûlilkan dixemile. Kereng hîn nû derketine..

      Dêmarî, tûrikê  dide dest sêwîyan û wan dişîne kelengan. Xweng û bira beriyê xwe didin gaz û kuran. Di nal û newalan de,  tat û qerejan de li kelengan digerin. Xweng bi xirç kelangan ji erdê derdixinî dide birayê xwe, bira jî davêje tûrikê pişta xwe. Hetanî danê êvarê kelangan kom dikin.

Ber devê êvarê ye. Roj, porê xweyê  zer zêrîn hêdî hêdî dikişînî paş çiyayên serbilind. Sêwî dest bi komkirina kerengan berdidin.  Betilî vedigerin malê. Gelek rê dimeşin, xweng dibêje “ka me çîqas kereng kom kiriye em ê binêrin.” Lî tûrikê dinêrin ku qet kereng tê de tune ye. Tu nabêje tûrik ji bin ketiyaye, kereng ji bin ê tûrikê de yek bi yek ketiye xwarê. Zarok hayji ve qulbûnê nebûne. Qîzik hêrs dibe diqîre ser lêwik, dibêje “te keleng xwerye?” Lawik bi kelogirî dibêje “na”. Keçik dibêje “ez ê devê te seh bikim, hewrik ê kelangan devê te de heye, tuneye?” Li dev dimeyîze lê derdorê didanan de hewrikê kerangan nabîne. Keçik dibêje ” bawer nakim ku te nexwariye. Ez ê zikê te binêrim ka tê de heye, tune ye.”

       Lê va çîrok e!

       Kêr a tûj li zikê lêwîk dixinî, zik diqelişînî û li hûrê dinêre û dibîne ku tiştek tê de tune ye.  Xweng serê xwe radike li rûyê birayê xwe dinêrî. Rûyê bê can û bê ruh, çavên vekirî li êzmên, bê rewneq e…

      Jana bê hempa li cîgera xwengê diqelibî.  Qîrin û gazîn, zêmar û hewar dev de dibe kozir. “ax li serê min ax, Ez bê te çawa bijîm? Min mala xwe şewitand. Ez vî barî li kîjan çiyayê bar bikim. Çiya di   bin de dihele. Xwedêyooo! Canê min jî bigire…” dibêje.

     Tê gotin ku xwedê, ew kiriye teyrik.

      Niha ew têyra li dar û daristanan, deşt û zozanan, gaz û çiyan digerî;  şev û roj şîna xwe dilorînî…

                   Pepûk pepûk pepûk ax ax.                                                                   

                                         Pepûk im,

                                          Roj û şev qîr dikim; Pepûk pepûk pepûk

                                             “Pepûk /    keko / kê kir   / min kir

                                             kê şûşt / min şûşt / kê helanî / min helanî                                                           

                                                 Ax! ax! ax!                                     

                                                 pepûk pepûk pepûk

                                                 wake çîrok im…

 

Benzer Haberler

Halil Dalkılıç: Erê çav sor in, lê rewş ne gorî dilê wan e!..

Halil Dalkılıç

Hasankeyf aktivistlerinden AİHM’e tepki: Vicdanları yaraladı

nupel haber

Trump akademisyenê Kurd Şaho Seîd xelat kir

nupel haber

Trump: Hêvî dikim ku bi Îranê re şer çênebe

nupel haber

Avahiya HDPê ya Diyarbekirê hat dorpêç kirin

nupel haber

KDP u YNK ya rêkeftineke siyasî îmze kirin

nupel haber