GÜNDEM KURDÎ

Rojava: Amerîkayê plana herêma ewle pêşkeşî me nekiriye

Hevserokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Dr. Abdulkerîm Omer li ser nûçeyên derbarê plana herêma ewle ji Independent Tirkî bi rojnamevan Abdulhakîm Gunaydin re axivî. Omer diyar kir ku hîn Amerîkayê derbarê herêma ewle ya li ser sînor planeke fermî pêşkeşî wan nekiriye.

Omer li ser pirsa daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ku gotibû, “Em li ser herêmeke ewle ya ku Tirkiye û YPG-HSD tê de cî nagire dixebitin” got, heta niha ti planeke fermî ya Amerîkayê derbarê herêma ewle de ji wan re nehatiye pêşkeşkirin, lewma nabe li ser tiştên tên axaftin şîroveyekê bikin.

Omer herwiha da zanîn ku heger bi wan re planeke were parve kirin, ewê jî bi raya giştî re parve bikin û li ser gotûbêjên ligel Şamê wiha axivî:

“Ji ber ku rêveberiya Şamê di helwesta xwe ya sala 2011an de bi israr e, ti encamek ji gotûbêjan nehatiye standin. Ev demek dirêj e bi rejîmê re diyaloga me çênebûye. Rejîm ji bo çareseriya demokratîk a gelên Sûriyê ne amade ye û hê jî di xeyala wê yekê de ye ku bi awayê leşkerî Sûriyeyê kontrol bike.”

Rêveberê Rojava herwiha di hevpeyvînê de bal kişand ser terorîstên DAIŞê û malbatên wan ku li cem wan girtî ne û da zanîn, civaka navdewletî û raya giştî ya cîhanê piştgiriyeke baş nade wan.

/PeyamaKurd/

Benzer Haberler

Osman Aytar:  Çima geşbîn im li pey hilbijartinên 31ê Adarê?

Osman Aytar

Ayşe Kulin’den Erdoğan’a: Dilerim bu son olur çünkü aşağılanmaya, aptal yerine kon­maya sabrın bittiği yerdeyiz!

nupel haber

Kürdistan Parlamentosu Başkanlık Yasası için toplanıyor

nupel haber

Binali Yıldırım: Sayım devam ediyor

nupel haber

Köylüleri ‘İran casusu’ yaptılar!

nupel haber

Eyfel Kulesi boşaltıldı

nupel haber