GÜNDEM KURDÎ

Sûri: Washington û Moskowê li hev kiriye, lê Tirkiye dibe asteng

Rojnameya Şerq-El Ewsed îro 13ê Nîsanê raporek derbarê hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirkiyê ji bo herêmên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê  de belav kir ku tê de dibêje,Washington û Ewropayê hişyarî daye Tirkiyê daku nekeve nav hewldaneke wiha.

Rojnameyê di gotara xwe de destnîşan kir ku wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) wê zêdetirî 400 leşkerên xwe li herêmên rojhilatê Feratê bihêle.

Amerika u Rusyaye li hev kirine

Li gor rojnameyê ji bo ku aramî li herêmê pêk were Amerîka û Rûsyayê li ser pêşnûmeya “Dij-Pevçûnê” li hev kirine.

Rojnameyê diyar kir, hewldanên dewleta Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li pêşberî vê pêşnûmeyê dibin asteng.

Washington û dewletên Ewropayê hişyarî dan Tirkiyêû gotin: “Hewldanên Tirkiyê wê bandoreke neyînî li têkiliyên wê bi rojava “Ewropa” re bike û wê tevliheviyekê li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbike.”

/peyamakurd/

Benzer Haberler

Kırşehir: TOKİ evleri dernek ve cemaatlere peşkeş çekilmiş

nupel haber

Hamaney: Britanya’ya gereken cevap verilecek

nupel haber

“Kadın Yaz Kampı” gerekçe gösterilmeden yasaklandı

nupel haber

‘Denizin Asi Çocukları’ Koyuncu’yu anıyor

nupel haber

Lokman Birlik’in görüntülerinin engellenmesi basın ihlali

nupel haber

Erdoğan’ın yakın çalışanlarına süresiz silah ruhsatı verildi

nupel haber