BİYOGRAFİ

Tahir Elçi: Zulûm, neheqî û tundî ne çarenûs e

Tahir Elçî di sala 1966an de li Şirnexê hate dinê. Perwerdeyiya seretayî û lîse li Cizîrê tewa kir. Elçî di sala 1991an de beşa hikûkê a zankoya Dîcleyê qedand.

Ji sala 1992an pêve li Amedê parêzvanî dikir û piştî demekî di navbera salên 1998-2006an de di baroya Amedê de wekî rêvebir kar kir. Herweha wekî endamê Yekitiya Baroyên Tirkiyê di beşa Mafên Mirovan de bi awayekî çalak cih digirt.

Tahir Elçi bi Tirkan Elçîyê re zewicî bû û du zarokên wan henin. Tahir Elçî di Akademîya Hikûkê a Avrûpayê de perwerdeyiya xwe domandiye û di heman demê de di gelek civîn, kongre û çalakiyên neteweyî û navneteweyî de wekî axaftvan cih girtiyê.

Elçî di navbera salên 1998-2006an de di baroya Amedê de wekî rêveber kar kiriye. Herhewa endamê komeleya mafên mirovan (bi Tirkî İHD) yê bû û yek ji avakerên Ewqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê bû. Elçî di salên 90î de wekî parêzvanê Kurdistaniyên ku gundên wan bi aliyê dewleta Tirkan ve hatibûn şewitandin kar kir. Li Amedê û tevahiya Bakûrê Kurdistanê wekî parêzvanekî çalak dihate zanîn.

2015an de Tahir Elçî hate kuştin. Her çiqasî neteweya Kurd bi kujeran haydar be jî, dewleta Tirkan dek û dolabên xwe yên kevn cardin digerine ku navê wî û wateya kar û xebatên wî bide jibîr kirin.

Nupel

Benzer Haberler

BARIŞ MANÇO

nupel haber

Arjen Arî:dem kal,ez pîrekal,zeman lal

nupel haber

ADİLE NAŞİT

nupel haber

Ger dê hebûya me ittifaqek..? Ehmedê Xanî

nupel haber

Mûsa Anter: Navekî sembol û şexsîyeteke nemir

nupel haber

Bayê siba tê xweş ez im / Berfa sibatê xweş ez im: Cegerxwin

nupel haber