100 barhilgirên Hevpeymanan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka, zêdetir ji 100 barhilgirên alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê zêdetir ji 100 barhilgirên alîkariyên serbazî di deriyê sînorî Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî navçeyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

Diyar kir jî, ew alîkarî ji zirîpoş û otombîlên serbazî pêk hatibûn, beşek li binkeya Hîmo ya li rojavayê Qamişlo û beşê din jî li navçeyên Heseke û Dêrazorê hatin danîn.

Piştî Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dabû, karvedaneke mezin di navxweya Amerîka de li dû xwe anîbû, lê piştre Trump diyar kir, ku dê beşek ji hêzên Amerîkî bo parastina kêlgehên petrolê li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêle.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ragihandibû, Amerîka proseya vekişandina hêzên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyê bidawî kir û niha 600 serbaz li Sûriyê dihêle.