KURDÎ

71 Mîlyon Penaber dora warên wwe hêlane

Neteweyên Yekbûyî (NY), îro Çarşemê bi hilkeftina Roja Penaberan ya Cîhanê ragihand ku li hemî dinê dora 71 mîlyon kes, jiber şerên berdewam, êşkence û sedemên din, neçar mane ku cîh û warên xwe biterkînin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dide zanîn ku ev hejmar asta herî bilind ya 70 salên borî ye.

UNHCR bal dikşîne ku di nav 70.8 mîlyon penaberan de, dora 4 mîlyon hemwelatîyên Venezuelî, ku jiber alozîyên li wî welatî malên xwe hêlane, cîh nagirin.

Raporta UNHCR dîyar dike ku di sala borî de 26 mîlyon kes jiber şer û alozîyan ji welatên xwe derketin ku nîva wan kesan zarok in û 41 mîlyon kesên din jî li hindurê welatên xwe derbider bûne.

UNHCR dide zanîn ku du ji sê hemî penaberên seranser cîhanê ji pênc dewletan tên ku ew Sûrîye, Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar (Burma) û Somalî.

/VOA/

Benzer Haberler

McGurk: Rastiyên Hişk ên Sûriyê

nupel haber

YM: Şert û mercên xerab ên avûhewayê li ser 62 milyon kesan bandor kir

nupel haber

Mahsum Pamay ku li Elazîzê girtî bû, li dijî tecrîdê xwe kuşt

nupel haber

Niviskar û lêkolînerê Kurd Ehmedê Dirihî wefat kir

nupel haber

KNK: Newroz bibe boneya yekîtî û tifaqê

nupel haber

Gelo li Egeyê delfîn ji ber tetbîqatên leşkerî ên Tirkiyê dimirin?

nupel haber