Amerîka û Tirkiye ser Herêma Aram li Sûriyê gotûbêj dikin

Şandeke leşkerî ya Amerîkayê li Tirkiyê li ser pirsên weke Minbic û Rojhilatê Firatê û herwiha damezrandina Herêma Aram, bi rayedarên Tirkiyê re di danûstandinan de ye.

Destpêka meha 2, komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hatibû pêkanîn û yekem car di 6ê Sibata îsal de li Waşingtonê civiyabû. Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ji bo ku beşdarî wê civînê bibe, serdana Amerîkayê kiribû.

Civîna duyem a komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, li Enqerê tê sazkirin û dema rojan didome.

Damezrandina herêma aram li nav axa Sûriyê û hûrgiliyên wê, mijareke sereke ya civîna duyem a komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ye.