KURDÎ

Beşeke din a S-400an gihîşt Tirkiyê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku pêncemîn balafira kelûpelên pergalên berevaniya esmanî yên rûsî S-400an îro yekşemê gihîştiye Enqerê û çaverêne balafirên şeşem û heftem jî îro dakevin.

Li aliyê din li Amerîkayê jî naveroka dorpêçên ku bi bihaneya S-400an li ser Tirkiyê bên ferzkirin zelal dibe.

Bloombergê ragihand ku rêveberiya Trump li pey teslîmata S-400an bo Tirkiyê, dawiya hefteya pêşiya me amadekariya ragihandina dorpêçan bo Tirkiyê dike.

Li gorî nûçeyê, Amerîka ji bo şaş neyê fêhmkirin naxwaze di roja salvegera hewla darbeya leşkerî ya Tevgera Fethullah Gulen a 15ê Tîrmehê de, dorpêçên ser Tirkiyê eşkere bike. Lê belê tê diyarkirin ku tîma Serokê Amerîkayê Donald Trump pakêta dorpêçên ku li ser Tirkiyê werin sepandin zelal kiriye.

/nucexane/

Benzer Haberler

Firat Cewerî : Jin jiyan e

nupel haber

Berhemeke nû ji Omer Faruk Baran : Şeveke Îstismar

nupel haber

Ji bo Notre Dame heta niha 688 milyon euro hat bexşandin

nupel haber

HDP êrîşa polîsan şermezar kir

nupel haber

Trump li ser êrîşa keştiyên petrolê û aqûbeta Îranê axivî

nupel haber

Trump li sînorê Meksikayê ye: Em we nikarin hildin, welatê me tijî bûye!

nupel haber