Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê çu Kurdistanê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi serdaneke fermî gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Mîxaîl Bogdanov îro bi balafireke taybet gihît Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Bogdanov dê bi rayedarên pilebilind ên Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê rasterats serdana Kurdistanê kiriye û neçûya Bexdayê.