DAIŞ gefa şer li Hevpeymanê û HSDê dixwe!

Rêxistina terorê ya DAIŞê fişar û gefên şer li dijî hêzên Hevpeymaniyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwar.

Li gorî dîmenên ku AFPê parvekirine, hinek endamên rêxistina terorê DAIŞê gefên şer li dijî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwar û fişara êrişeke berfireh li dijî wan hêzan kir.

Di heman dîmenan de endamekî rêxistina terorê ya DAIŞê dibêje, “Dê li hember hêzên hevpeymaniyê û hevkarên wê şerekî herî mezin destpê bike.”

Di dîmenan de herwiha cesedên hinek ciwanên kurd ên ku hatine qetilkirin jî tên nîşandan.

/peyamakurd/