Kovarê ev nûçeya Der Spiegel piştî ragihandina rojnamegerê Alman Deniz Yucel ê bi eslê xwe Tirk ku gotibû, ew bi destê hikumeta AKPê rastî êşkenceyê hatiye, hat belavkirin.

‘DIYAR E RÊYA GUFTÛGOYAN STRATEJIYEKE NEBAŞ E’

Der Spiegele di nûçeya xwe de balê dikişîne ser helwesta Almanyayê û dibêje; “Ev çend sal in, hikumeta Almanyayê li hember siyasetên Erdogan bêdeng e, helbet ji bo rêyên giftûgoyan vekirî bimînin. Lê ya diyar ew e ku guftûgo ne stratîjiyeke baş e.”

‘PAŞKETINA DEMOKRASIYÊ BERÎ DEHAN SALAN DEST PÊ KIR’

Kovarê diyar dike ku tunekirina Erdogan a demokrasiyê ne tenê bi dubarekirina hilbijartina Stenbolê dest pê kiriye û dide xuyakirin; “Ev berî dehan salan bi binpêkirina rêgezên qanûnî dest pê kiriye.”

‘BI BIRYARA YSKÊ RE DEMOKRASÎ YEKCARÎ HILWEŞIYA’

Der Spiegelê destnîşan kir, “Berî biryara YSKê ya duşema borî kêmek be jî demokrasî hebû, lê bi biryara dubarekirina hilbijartinê re yekcarî hilweşiya.”

‘DIVÊ EWROPA HELWESTEKE XURT LI DIJÎ ERDOGAN NÎŞAN BIDE’

Kovar dibêje, “Di heyama çend rojên dawî de, me ti bersiveke xurt ji siyastemedarên Ewropî derbarê tiştên li Tirkiyê rû didin de, nebihîst” û ji Ewropayê tê xwestin, “Aniha helwesteke xurt li hember Erdogan nîşan bide û divê ev jî di rêya ferzkirina cezayan re be.”

‘FERZKIRINA CEZAYAN JI BO BICIHANÎNAN DEMOKRASIYÊ WÊ GAVEKE BAŞ BE’

Kovarê herwiha peyam ji YE re şand û got: “Divê hûn baş zanibin ku ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê wê gaveke baş be ji bo rejîma Erdogan demokrasiyê bicih werîne.”

/peyamakurd/