GÜNDEM KURDÎ

Farqînî: Divê Kurdî bibe zimanê peywerdeya zarokên Kurd

Zimanzan Zana Farqînî di hevpeyvîna taybet ya ser Roja Cejna Zimanê Kurdî de rewsa zimanê Kurdî li Tirkîye dinirxîne.

Farqînî bi bîr dixe ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji 2006’an vir ve, ev roj anku salvegera destpêbûna Kovara Hawarê ya di 15’ê Gulana 1932’an de, wek roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Farqînî rewşa zimanê Kurdî li Tirkîyê ne dilxweşker dibîne, bi sedema ku bi vî zimanî perwerde nayê kirin.

“Di vê sedsalê de ger zimanek nebe zimanê perwerdê, mirov nikare behsa sibêroja wî zimanî bike jiber ku asîmîlasyon bi lez û bez li pêş dikeve. Jiber vê yekê, tenê weşanên Kurdî, dersên hilbijartî têra vê yekê nake ku em bikaribin zimanê xwe derbazî nifşên nû bikin.”

Farqînî bal dikşîne ku li bajarên mezîn, taybetî li Stenbolê bo kesên ku bixwazin hînî Kurdî bibin derfetên pir kêm hene.

“Li Stenbolê tenê komaleyek heye ku bi navê komaleya Xebatên Zimanê Kurdî tê nasîn. Li vê derê tenê bi rêka kursan mirov dikare Kurdî hîn bibe. Li Stenbolê ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn, sazîyeke wiha ne pêkan e ku pewîstîyên zimên bi cîh bîne. Xebatên ku têne kirin xebatên dilxwazî û canbexşane ne û bo astengkirina asîmîlasyonê ne.”

/VOA)

Benzer Haberler

Bertek li hemberî Vatîkanê: Rojnamevanên jin pêkve îstîfa kirin

nupel haber

Tevgera Azadi’ye kongre izni verilmiyor

nupel haber

İdlib’de ‘TSK Gözlem Noktası’na saldırı: 1 Ölü 3 Yaralı

nupel haber

CNN Türk’e Temelli soruşturması

nupel haber

Pakistan’da AIDS krizi büyüyor

nupel haber

Pentagon: Türkiye 9 milyar dolar kaybedecek

nupel haber