Firat Cewerî : HAWAR hat hawara me

 

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

(Celadet Alî Bedir-Xan. Hawar, hej. 1, 1932)

Kovara HAWARê pir bi derengî ket destê min. Ez bawer dikim min ew di sala I982an de bi dest xistibû. Niha nayê bîra min bê min ew çawan û bi kîjan riyê bi dest xistibû, lê baş tê bîra min, gava ew ketibû destê min, fena ku malê dinyayê bûbe yê min. Ez ji xwendina wê têr nebûbûm. Mîna ku min tiştekî xwe yê bi qîmet winda kiribû û dîsan ew dîtibû. Hawarê ez hê bêtir bi nivîsandina kurdî ve girê dabûm. Şêrîniya zimanê kurdî bi min şêrîntir kiribû; fikra dostanî, xweşbînî û bêhnfirehiyê li ba min bi qîmet kiribû. Ez ber bi cîhana kurdîtiyê, ber bi kûrîtiya dîroka kurdan ve kişandibûm. Xwendina çîrok, stran, şîret û gotarên di Hawarê de tameke bi lezet dabû min. Bîrbirî û sergiraniya Celadet Bedir-Xan, hêviya peydabûna entelektueliyeke kurdî li ba min xurt kiribû. Hêviya entelektueliyeke kurdî ya xurt, hêviya biserketinê dabû min. Ew Hawara bi çapeke biçûk û bi aleke kurdî xemilandî, ji bo min, bersiveke herî di cih de ya li dijî polîtîkayên asîmîlasiyon û înkariyê bû.

Niha, gava ez rûpelên Hawarê di ser hev re diqulipînim, ez têdigihîjim bê Mîrza Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina Hawarê zehmetiyeke çawan kişandiye, karekî çiqasî baş û pîroz kiriye. Ez bawer dikim, ger ne ji vê fikir û xebata Hemreş

Reşo bûya, wê Hawar bi tenê di arşîv û pirtûkxaneyên hin entelektuelên kurdan de bimaya û wê nivşek ji xwendina Hawarê bêpar bimaya. Bêparmayina vî nivşî, wê di warê zimên de gelek serêşî bi xwe re bianiya. Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina Hawarê, hem Hawar ji mirin û jibîrkirinê parastiye, hem ew gihandiye nifşekî, hem jî rê li ber berberî û nelihevkirinên zimanê kurdî girtiye.

Gava mirov li dîroka Hawarê û li rola wê ya îroyîn dinihêre, di salên heftêyan de çapnebûna Hawarê, hem di warê zimên û rola zimên de, hem jî di warê hisên milî û xwenaskirinê de kêmasiyeke mezin e. Di salên heftêyan de, bi taybetî ji 1977an û heta 198yî, li bakurê welêt tevgreke xortan ya xurt hebû. Dînamîka salên heftêyan mîna bombeyekê ji teqandinê re amade bû. Le ev dînamîka ha bêtir angajeyî siyasetê bû. Heke bi qasî karên siyasî, karên edebî û çandî jî hatibûna kirin û di wan salan de kovara Hawarê li bakurê welêt an jî li Tirkiyeyê hatibûya çapkirin, wê li hemberî pêla asîmîlasiyonê bibûya bendek.

Lê mixabin, ew nifşê li welêt, ji peydakirin û xwendina kovara Hawarê bêpar ma; ên ku derketin derveyî welêt, ev kovara ku di dîroka edebiyata me de xwediya roleke mezin e, li biyanîstanê bi dest xistin. Dîsan li vê biyanîstanê, dostê hêja, rehmetiyê Mihemed Bekir, bi zewq û besteke mezin li derxistina Hawarê mijûl bûbû. Wî bi çapeke bedew, ji hejmara 1ê heta hejmara 9an, mîna cildekê derxist. Lê nexweşiya kambax pêxîla vî dilşewatê kurd berneda û hê berî ku ew bigihîje armanca xwe bi cih bîne, wî ji nav me koç kir.

Mirov dikare bibêje, ku di pêla dudan ya danasîna kovara Hawarê de, rola Mihemed Bekir mezin e.

Mîna jinûveçapkirinên Hawarê, destpêka weşana wê jî her li derveyî welêt bûye. Piştî şikestinên serîhildanên Dêrsim û Agiriyê, piştî xebatên dûr û dirêj, Celadet Bedir-Xan, bingehê kovara xwe li Şamê datîne. Ew hejmara pêşî di 15ê gulana 1932an de derdixe. Celadet Bedir-Xan dixwaze bi derxistina kovara Hawarê di dîroka kurdan ya nûjen de rûpelekî nû veke û kurdiya ku bi salan di bin nîrê zordestiyê de maye, rizgar bike. Wekî din, ew bi kovara Hawarê kevneşopiyekê jî dişikîne; dev ji nêvî bi tirkî û nêvî bi kurdiyê berdide, an jî bi temamî dev ji zimanê tirkî berdide û di şûna wê de kovara xwe, çend rûpelên frensizî ne tê de, xwerû bi kurdî derdixe. Celadet beg dixwest bi weşandina Hawarê kurdan bi zimanê wan, bi girîngiya zimanê wan; bi gotineke din, bi hebûna wan bihesîne. Gava mirov çavekî li her 57 hejmarên Hawarê digerîne, mirov dibîne ku Celadet

Bedir-Xan vekirî tu îdeolojî nepesinandine, kurd nekirine sinif û tebeqe, sinif û tebeqeyek negirtiye û li dijî sinif û tebeqeyeke din şer nekiriye. Di ferhenga wî de gotina “kurd” tê maneya biratî, hevaltî û dostaniyê.

Di welatekî bêyî dibistan de, bêyî perwerdeya bi zimanê mader de, wî dixwest bi Hawara xwe dibistaneke milî ava bike; tê de fikir û ramanên milî, tê de dostanî û biratiyê belav bike.

Lê dema wî demeke bêdengiyê bû; dema şikestina kurdan, dema tirs û sirgûnan bû. Kurdên xwende kêm bûn, ên hebûn jî ne ewçend nêzîkî zimanê kurdî bûn. Celadet beg dixwest bi riya Hawarê hem nivîskaran çêbike, hem jî xwendevanan bigihîne. Wî destê alîkariyê dirêjî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza û hinên din kir, ew ber bi cîhana nivîskariyê ve kişandin û bi xêra wê dibistanê ye ku îro navê van kesayetiyên kurdan nemir bûne. Hem ew kesayetiyên kurdan nemir bûne, hem jî bi xêra Hawarê zimanê kurdî ê edebî zindî maye. Ji xwe gava Celadet Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemû hêza xwe davêje qada ziman û edebiyatê, ew ê li van rojan fikirîbe. Li gorî delîlên ku li dû wî mane û li gorî gotinên kevaniya wî Rewşen Bedir-Xan ku ez di sala 1987an de li Banyasê lê bûbûm mêvan, Celadet Bedir-Xan derwêşekî karê xwe bûye. Wî hemû xebata xwe li ser siberojê ava kiribû.

Ji bo me bû, ji bo nifşekî berî me bû. Lê nifşê berî me pê nehesiya û tê re buhurî, lê ev nifşê me pê hesiyaye û mîna ku li xezîneyekê rast hatibe, bi herdu destan lê xwedî derdikeve. Hebûn û maneya Hawarê îro ne bi tenê ji bo kurdiya nivîskî, lê ew li ba kurdên îro mîna otorîte jî hatiye qebûlkirin. Ez bawer dikim heke îro kovara Hawarê tunebûya, me ê di warê zimanê nivîskî de gelek serêşî ji hev re derxista. Îro, piraniya partî û rêkxistinên kurdan, piraniya çapemeniya kurdî li ser riya Hawarê diçin. Ev jî, ji bo rojên pêş kêfxweşiyekê dide mirov.

Mîna ku min di destpêkê de jî got, ku kovara Hawarê cara pêşî di sala 1982an de ket destên min, lê hinek hejmarên wê ên eslî, di sala 1987an de gava ez li Banyasê li Rewşen Xanimê bûbûm mêvan, wê dabû min û ji min daxwaza çapkirina hemû hejmarên Hawarê kiribû. Ji bilî Hawarê, wê hinek pirtûkên weşanên Hawarê û xebata Celadet beg ya li ser zimên “Bingehên Gramera Kurdmancî” jî dabûn min. Me “Bingehên Gramera Kurdmancî” mîna pirtûk di sala 1993an de weşand. Lê herçî jinûveçapkirina Hawarê bû, hem hemû hejmar li ba me peyda nedibûn, hem jî ji bo karekî weha cesareteke mezin, cidiyet û

berpirsiyariyeke taybetî diviya. Gava di destpêka salên 90î de min di bin tesîra Hawarê de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir, ez hê bêtir li ser derxistina Hawarê fikirîm. Loma, ez bi dû nêçîra peydakirina hemû hejmarên Hawarê ketim. Hejmarên ku li ba min kêm bûn, min ji ba Mehmed Uzun û Mahmûd Lewendî peyda kirin. Herdu hevalan jî bêyî ku tu keleman ji min re derxin, arşîvên xwe ji min re vekirin. Ez li vir spasên xwe ên ji dil ji herdu hevalan re pêşkêş dikim. Herweha, dostê hêja Emîn Narozî bi xebata şev û rojan tîpguhêziya her 23 hejmarên pêşî kir; ne ji vê xebata wî bûya em ê ji xwendina wan ya latînî bêpar bimana. Ez li vir gelekî spasî wî jî dikim.

Mîna tê zanîn, her 23 hejmarên pêşî bi herdu alfabeyan; ango bi alfabeya erebî û latînî dihat weşandin. Ji hejmara 24an û heta ya 57an tenê bi alfabeya latînî hate weşandin. Hem di destpêka kovarê de, hem jî di berdewamiya weşana kovarê de ji bilî zaravayên kurmancî, mirov pêrgî zaravayên soranî û zazakî jî tê. Ji ber ku zaravayê soranî îro jî bi alfabeya erebî tê nivîsandin, me hemû nivîsên soranî neguhestin alfebeya latînî, lêbelê me bi tenê ew nivîsên soranî ku pevgirêdaneke wan an bi kovarê re, an jî bi nivîsên kurmancî re hebûn, guhastine. Herçî nivîsên zazakî ne, ji ber ku îro ev zarava bi alfabeya latînî tê nivîsandin, me tîpguhêziya wê kiriye; lê me di tîpguhêziya hersê zaravayan de jî, tîpa “q” û “k” rast, yanî mîna îro bi kar anîne.

Di 23 hejmarên pêşî de tîpa “q” di şûna “k” de û tîpa “k” jî di şûna “q” de dihat bikaranîn. Di guherandinên hejmara 24an de, em dibînin ku hem alfabeya erebî ji kovarê radibe, hem jî herdu tîp mîna ku em îro bi kar tînin, têne guhertin. Herçiqas em di destpêkê de fikirîbûn ku Hawarê mîna cildekê derxin jî, lê paşê me maqûltir dît ku em bikin du cild. Cilda yekê ji 23 hejmarên pêşî û beşa tîpguhêziyê pêk tê û cilda dudan jî ji hejmara 24an heta ya 57an e. Me ji bo her cildekê naverokên cihê çêkirine, lê me hejmarên rûpelan ji hev veneqetandine. Dibe ku hin hejmarên bi zehmetî werin xwendin hebin, lê me ev yeka han da xatirê orjînalê û me nexwest em hemû hejmaran ji nû ve binivîsin û orjînala kovarê xerab bikin.

Me bi vê xebatê xwest em di sedsaliya rojnameriya kurdî de careke din balê bikişînin ser xwendin û nivîsandina zarê kurdî û careke din Hawarê û xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi bîr bînin.

 

/Nupel/