Gelê Duhokê êrîş şermezar kirin û banga yekîtiyê kirin

Bi sedan welatiyên Parêzgeha Duhokê, bi armanca êrîşên Tirkiyeyê yên di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer da destpêkirin xwepêşandan lidar xist. Gelê Duhokê êrîşên Tirkiye şermezar kirin û banga yekîtiya gelê Kurd kirin.
Bi sedan welatiyên Duhokê bi armanca êrîşên li dijî Tirkiyeyê ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest pê kir û 4 rojin didome daketin qadan. Nûnerên sazî û dezgehên sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, mamoste, aktivîst û şêniyên Parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, daxuyanî dan çapemeniyê.
Girsê li qadê bê navber dirûşmeyên “Yeke yeke Kurdistan yeke Erdogan terorîste”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Girsê li qadê êrîşên liser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Girsê destnîşan kir ku îro dora Rojava be dê sibe li ser Başûr jî pêk werin û banga yekîtiyê li Kurdan kirin.  Daxuyanî li ber Parka Azadî hat dayîn de. Jin ciwan, pîr-kal, mamoste, nûnerên saziyan jî dinav de bi sedan kes amade bûn. Di xwepêşandana ku nêzî 2 saetan dom kir de, girsê bê navber dirûşmeyên “Kurdistan Kurdsitane Rojava berxwedan e”, “Yek yeke yeke Kurdistan yeke, Erdogan terorîste”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana Serêkaniyê” berz kirin.
Destpêkê li ser navê girseyê Mamosteyê Zankoya Duhokê Kamuran Berwarî axivî. Berwarî bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk li ser tevahiya Kurdistanê ne û wiha  got: “Îro êrîş li ser Rojava ye, sibe jî li ser me ye. Lewma divê em Rojava bi parêzin.” Berwarî bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku erka xwe bicîh bîne û alîkariya Rojava bike. Berwarî bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd jî kir ku yekîtiya xwe pêk bînin û helwestek zelal nîşan bidin. Kamuran Berwarî di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî jî kir ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin.
Di xwepêşandanê de, çalakvan, mamoste û nûnerên saziyan jî axivîn û êrîş şermezar kirin, banga hevgirtin û yekîtiya netewî kirin.
/MA/