Halil Dalkılıç: Bang, piştgirî, sempatî… lê kêmahî heye!

Pêşketinên li rojavayê Kurdistanê wek mijareke sereke di siyaseta navdewletî de cih digire. Kurd jî gişt her roj bi vê meseleyê re radibin û rûdinin. Li seranserî cîhanê çalakiyên piştgiriyê dewam dikin. Ji Amerîkaya Latînî bigirin heta Afrîkaya Başûr, ji Ewropayê bigirin heta Japonyayê Kurd û dostên Kurdan êrîş û dagirkeriya Tirkiyê protesto dikin, piştgiriya xwe ji bo Kurdan tînin zimên. 

Belkî jî ev cara yekê ye, ku di nava xelkan de sempatîya Kurdan ewqas bilind bûye. Çalakiyên li welatên ku Kurd lê tune ne, ên wekî Macarîstan, Afrîkaya Başûr, Arjantîn, Brezîlya û welatên din ên Amerîkaya Latînî balê dikişîne. 

Xelk û alem Kurdan bi têkoşîna bêhempa a li dijî hovên hevdem ên wekî DAÎŞê û dewleta Tirk a xwedî heman hişmendiya dijînsanî  û li gel vê yekê bi bêbextiya dewletên serdest Amerîka û Rûsyayê nas dike. Di siyaseta cîhanî de tabloyekî wer xwe dide der, ku Kurd li hemberî paşverûtî, hovîtî û zilmê bi tenê li ber xwe didin û tenê bi serê xwe nirxên mirovahiyê diparêzin…

Di nava Kurdan giştan de jî hestên Kurdî û kurdewarî îro pir bilind e. Ji kîjan parçeyî Kurdistanê û ji kîjan rêxistin, partî an jî siyasetê bibe bira bibe, Kurd têne cem hev, bi reng û sloganên xwe tevlî heman çalakiyan dibin, bertekên xwe li nîşan didin û azadiya Kurd û Kurdistanê diqîrin. Ji Başûr, Bakur, Rojhilat rêxistinên siyasî ên Kurd piştgiriya xwe tînin zimên û banga ji bo yekîtiya Kurdan gihîştiye radeya herî bilind…

Têkoşîna Rojava hem Kurd xistin rojeva siyasî a cîhanê, hem Kurd nêzî hev kirin û hem jî ji bo çareseriyeke giştî zemînek ava kir. Ji her hêlan ve tabloyekî erênî li dar e…

Lê ev peşketinên netewî û navnetewî gişt ji berteknîşandanê yanî ji reaksiyonnîşandanê pêk tên. Heta ku nêzîhevbûna Kurdan û siyasetên Kurdî, bi taybetî jî di qadê dîplomasiyê û siyaseta navnetewî de xwe negîhijîn sazî û temsîliyetên netewî û li gel vê yekê heta ku Kurd tevlî pêvajoyên siyasî ên ku çarenûsa herêmê bê niqaşkirin nebin, dil qet rihet nabe; her tişt ê nîvçe bimîne û ewqas bedel, êş û ked ê tenê wek barekî giran li ser milê Kurdan bimîne.

Ji ber vê yekê, ev dostên Kurdan ên ku li seranserê cîhanê piştgiriyê didin têkoşînê, divê wer bêne motîvekirin ku bandorê li hikûmet û siyaseta wan dewletan bikin ku ew jî ji bo çareseriya pirsgirêkên bi Kurdan ve girêdayî de rolekî erênî bilîzin. Yanî mîna karekî dîplomasiyê, ev dostana li gel berteknîşandana li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê, wek karekî piştgiriyê bandorê li siyaseta welatên xwe bikin ku ji bo maf û statûyekî siyasî ê Kurdan bikevin nava hewildanê an jî li ber vê yekê nebin asteng…

Tenê bi bangkirinê û ji bo vê yekê hest û helwest nîşandayînê yekîtiya Kurdan pêk nayê. Her Kurd, her rewşenbîr û her siyasetmedarên Kurd tundiyê li ser partî û rêxistinên siyasî bikin ku di bin sîwanekî an banekî netewî de bêne cem hev û ji derve re, di qadê navnetewî de dengê Kurdan bi hêztir, bilindtir û bandortir derkeve.

Ji pêşxistina rê û rêbazên siyasetên nû bigire heta damezrandina organîzasyonên nû ên netewî, pêvajoyekî çalak pêwîste ku pêşiya lîstikên navdewletî ên ku ew pê Kurdan wekî ‘Kurdên baş’ û ‘Kurdên nebaş’ ji hev cûda dikin bigire. Ji ber ku ew bi vê siyaseta qilêr hêza Kurdan tim pirparçeyî û lewaz dikin û Kurdan li hemberî xwe wekî ‘bêçare’ dihêlin…

Hest,hêz, daxwazî û potansiyela Kurdan heye ku ji vî pêvajoyî bi serkeftineke netewî û xwedîstatûbûnê derkevin. Bo vê yekê jî divê hêz, reng û dengên xwe ên belaveleyî bikin yek, hêza xwe a rastîn derêxin holê û wê jî nîşanî cîhanê bidin…