Halil Dalkılıç: Cejn a xelkê, ‘dîn’ a dewletê ye!..

Di zaroktîya me de dema rojên cejnê an jî îdê dihatin, ol an jî dîn qet nedihat bîra tu kesî. Cejn ji rojên dînî wêdetir, rojên dilşadî, hevdîtin, hevpirsîn, piştgirî û parîhevkirinê bûn. Yanî îd û cejnên berê rojên civakî ên kêyf û şahîyê bûn. Cejnên dînî û ên civakî ên mîna Newrozê bi heman hişmendî û maneyê dihatin pêşwazîkirin.

Li gundên me li hinda amadekarîyên xwarinên taybet ên cejnê, rojek berî wê tirb dihatin zîyaretkirin. Piştî zîyareta tirban tiştên mîna şekir li zarokan dihatin belavkirin, ku zarok bi vê yekê pir dilşa dibûn. Belkî taybetmendîyeke herêma me (bakurrojavayê çemê Firatê) bu; ne tu kesî bahsa dînê dikir, ne jî dîn dihat bîra tu kesî…

Xelkên misilman îda remezanê a îsal pîroz kirin. Lê tama cejnan jî guherî ye. Îro rewş wer bûye ku meriv ditirse ku îdek tê. Dewlet ji bo kiryarên xwe yên ne baş û zordestîya xwe veşêre rojên îdê dike wek rojên propagandaya dînî. Her daxuyanî û bang bi vegotinên dînî têne xemilandin. Civak bi jiber û çîrokên dînî tê tirsandin û dîsîplînekirin. Li şûna dilşadî, hevpirsîn û parîhevkirinê êdî dijminatî, ji hinekan re hêrsbûn, jihev sûbûn, jihev dûrketin derdikeve pêş. Ji ber vê ye ku di civakê de herkes êdî gorî hişmendiya xwe a polîtîk, nasnameya etnîkî û bawerîya xwe nêzî cejnê û însanên din dibe.

Îro hemû dîn û ol ji hêla dewletan ve pir polîtîze bûne û tenê mîna mijarên polîtîk têne bikaranîn. Çi gorî bawerîyêye û çi ne gorî wê ye dewlet bi xwe destnîşan dike. Dewlet ‘dîna xwe’ xistiye şûna hemû ol û bawerîyan. Bi taybetî jî li dewletên mîna Tirkiyê ên gorî hevdemê paşde mayî û nikanin xelkê di nava aramîyê de bidin jiyandin, civakê ji fikir, niqaş, pirsîn û meraqê dûr dixin. Bi navê dîna îslamê çîrokên nû ên bêyî îspat û bêyî mantiq her roj bi rêya çapemenî û saziyên dewletê tên propagandakirin.

A rastîn; dîn-ol an bawerî, hişmendî û ferasetên civakan ên ji danûstandinên mirov, civak û xwezayê peyda bûne û wekî hewcedarîya mirov-civak-xwezayê bûne mayînde û kultur. Herwiha di nava sedan salan de bi rîtûelên mîna cejnan gîhiştina dema me.

Bawerî heta ku dewlet an desthilatdarî dest avetîyê wekî kultura xelkan li ser pê mane. Lê dema dewlet an desthilatdarî dest diavêjinê, ji wê çaxê şûnde dibin îdeolojîyên wan û pê xelk têne dîsîplîne kirin. Di dîrokê de him li dijî dînê û him jî bona dînê mirovahî pir hatiye êşandin. Bi taybetî ji 40 salan vir de jî dîn dîsa wekî navgîneke sîyasî tê bikaranîn, ji bo wê û li dijî wê şer û pevçûn têne derxistin û her roj bi hejmareke mezin însan di van şer û pevçûnan de têne kuştin…

Pirsgirêka dînê kûr e û bi serê xwe ne mijara vê nivîsê ye.

Ê ku ez dixwazin balê bikişînim ser ev e ku; divê cejn nebin qurbanên ‘dîna’ dewletan û polîtîkayên wan. Gereke îd an cejn ji bandora dînan, bi taybetî jî dîna ku dewlet propaganda dike werin rizgarkirin.

Cejn cejn e!..

Çi xirîstîyan, çi misilman an çi cihû û hîndû; divê cejnên xelkan giştan wekî rojên dilşadîyê ên herkesî werin pêşwazîkirin. Cûdahîya netew, nêrîna cûda a polîtîk û bi taybetî jî cûdahîya olî xelkan ji rojên wer ên dilşadî, hevpirsîn û piştgiriyê bêpar nehêle. Însan çiqas nêzîkî hevdu bibin, dijminatî, şer û pevçûn û ji bo dînan kuştin û mirin jî ê ewqas kêmtir bibe.

Cejn ên xelkan in, ‘dîn’ên îroyîn ên polîtîk ên dewletan in… Li cejnan xwedî derkevin…

/Nupel/