Halil Dalkılıç: Kê Kurdan bîne cem hev?

Dizanim, ev pirseke ne normal e, lê hal û helwesta Kurdan a navmalî vê pirsê dide pirskirin.

Ev demek e, alîgir û dildarên ji her siyasetên Kurdistanî bahsa yekîtiy(ek)ê dikin. Ji kîjan parçeyî dibe bira bibe, meriv ji kîjan Kurdî bipirse, herkes yekîtiya Kurdan dixwaze. Bi taybetî jî piştî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li rojavayê Kurdistanê ev xwestek hê gurtir bûye.

Kurdan li hemberî hev zimanê xwe hinekî nermtir kirin. Di nava Kurdan de hestên wekî ku tiştekî xwe ê jiyanî wenda dikin, peyda bû û bi girseyî ketin nava liv û tevgerên piştgiriya netewî…

Ev rewş û bertekana bi giştî nîşan didin, ku ji bo yekîtiya Kurdan a netewî ji hêla xelkê ve pirsgirêkeke cidî tune ye. Her kes dil,çav, guh û rûyê xwe badaye siyasetmedaran ku ew jî ji bo vê yekê siyasetê û xebatan bi pêş bixin.

Lê wer xuya ye ku ev hestyarî di siyasetmedar û berpirsiyarên siyasetên Kurd de zêde tune ye. Di gotin û pratîkê de parastina berjewendiyên xwe ên partîzanî an parçeyî ji ê civakî û Kurdistanî zêdetir didin pêş.

Di vegotin û daxuyaniyên siyasetmedarên Kurd û zimanê tê bikaranîn û mijarên ku têne bilêvkirin de hestyariya gel zêde nayê berçavgirtin û bi piranî bandoreke neyînî û dilşikêner derdikeve holê.

Gelo nebaweriyeke bi xelkê re heye? Eger hişmendiyeke wer tune be jî di pratîkên wan de rastiyeke bi vî rengî xwe dide der.  

Hefteya çûyî di serlêdana Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî a li Tirkiyê de ev rewşa bimij careke din peyda bû. Dîsa nifir û gotinên nebaş li hewayê firiyan.

Di her hevokê rexnegeran de bahsa ‘xayintiyê’ hate kirin. Dîsa ziman li hemberî hev wek îsotên Rihayê û xwarinên Dîlokê tûj û tal bûn.  

Wekî her caran; vê carê jî ji bo ku rexneyên wer neyên kirin û dilê Kurdan neêşe, Serokwezîrê Kurdistana Federal qet xwe neêşand û hest û moralê Kurdan nehesiband. Bahsa dagirkeriya Tirkiyê a li Rojava û Başûr û siyaseta Tirkiyê a dijkurd nekir.

Li şûna wê, ji bo ku dilê rayedarên Tirk xweş bike, bahsa nerazîbûna ji hebûna PKKê a li Şengalê û li başûrê Kurdistanê kir. Ev helwest Kurd êşandin û ji ber van gotinan Mesrûr Barzanî hat rexnekirin.

Alîgirên PDKê jî vegotinên rayedarên PKKê ên berê ji rayedarên Tirkiyê re ji bo çareseriyê û aştiyê kiribûn, anîn rojevê û bi heman argumentan rexne li wan kirin. 

Yanî rewş çerx bû û vegeriya serî û di zimên de nermahiya ji bo demekê peyda bûyî şûna xwe dîsa ji gotinên nebaş û nifiran re hişt…

Helbet tu siyasetên ku zirarê bide hebûn, nirx û berjewendiyên Kurdan, kurdewariyê û Kurdistanê ji hêla kê ve bê kirin, divê bê rexnekirin, qet neyê tolerekirin û li hemberî wan teqez bertek bê nîşandayîn.  

Ê ku pêşiya vê ‘dijminatiya’ navmalî bigire û hest û helwestên yekîtîyê û netewî gur û geş bike, partî, organîzasyon û siyasetmedar bi xwe ne. Lê wer xuya ye ku di siyasta Kurd û Kurdistanî de hişmendiyên partî û organîzasyonan û helwestên wan ên ku êdî bûne wek kevneşop ji bo yekîtiyê bi têra xwe xulîkar, tolereyî û afiriner nîn in.

Heçku Kurd çiqas nêzî hev bin, di danûstandinên bi hêzên derveyî de destê partî û siyasetmedarên Kurd ê hê bihêztir be û ew ê hê bixwebawertir bibin..

Divê qada civakî ji bo helwestên netewî hê zêdetir dengê xwe derêxe. Belkî tevgereke sivîl û serbixwe a ku bi partî û organîzasyonên Kurd giştan re bikane bi hêsanî têkîliyan deyne û ji bo avakirina siyaseteke netewî û saziyên wê rolekî bilîze, pêwîst e. Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi niqaşên bi vî rengî û xabatên daîmî heye… 

Da ku yekîtiya Kurdan peyda bibe, divê di serî de ziman, hişmendî û helwesta yekîtiyê peyda û asayî bibe…