Halil Dalkılıç : Kurd ê ‘diya xwe bibînin!..’

Jinekê ji polîsên ava tazyîkî li wan dida re diqîriya; “ev der Kurdistan e, hûn ji me çi dixwazin.” Jineke din a navsaleyî jî ji polîsên avahiya Şaredariya Amedê dagir kirine re bi hêrs digot, “Ez raya xwe dixwazim. Ji we re jahr û ziqim be, dizno!..”

Rejîma Tirk a 96 salî a zordest êdî pîne nagire. Tirs, panîk û bêçaretiya xwe nikane veşêre; qiral tazî ye û her tişt li ber çavan e. Heman zordestî, heman derewkarî, heman demogojî, bêexlaqî û heman quretî…

Her pîneyên wan li serê Kurdan biteqin jî Kurd têk naçin, dev ji daxwazên xwe yên siyasî û azadiya civakî ber nadin.

Kurd destdanîna dewletê a ser şaredariyên xwe hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li bajarên li rojavayê Tirkiyê protesto dikin. Ev du sê sal in, li bakurê Kurdistanê dîmenên ev çend roj in bi rêya ajansên çapemeniyê belav dibin, zêde pêk nedihatin. Wer xuya ye, ku rewşeke wekî kêr gihîştiya hestî li dar e…

Şaredariyên Kurd ên hê di hilbijartina pênç meh berê de bi rayên bilind ji qayyimên dewletê bi şûnde hatibûn standin, careke din ji hêla hikûmeta Tirk ve hatin desteserkirin. Wezareta Karên Hundirîn li şûna şaredarên HDPî ên Amed, Mêrdîn û Wanê waliyên dewletê peywîrdar kir.

Wekî tê zanîn beriya destdanîna ser şaredariyan, rojeva siyasî a Tirkiyê, dagirkirina rojhilatê Çemê Firatê ê rojavayê Kurdistanê bû. Li ser sînorê Rojava-Bakur amadekariyên şer û dagirkirinê hatibûn kirin. Piştî danûstandinên bi Amerîkayê re, ji nişka ve dengê rayêdarên Tirk hate birrîn.

Yanî ên ku nekanîn axa Rojava dagir bikin, her tişt ê bi navê hiqûqê binpê kirin û li Bakur şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê dagir kirin!..

Dewleta Tirk hem li hundir û hem jî li derve ji  hêla siyasî, aborî û dîplomatîk ve xitimî ye. Di krîza Sûriyê de Amerîka pêşiya dagirkirina rojhilatê Firatê girt, niha Rûsya jî dixwaze Tirkiyê ji rojavayê Firatê derêxe. Li Idlîbê teyareyên şer ên Rûsyayê li konvaya ji Tirkiyê alîkarî dibir çeteyên selefîst ên hevkarên arteşa Tirk xist û herwiha tê gotin ku li herêmê hinek leşkerên Tirk di dorpêça arteşa Sûriyê de mane.

Di nava vê hengameyê de, rêveberên Tirk çareyê di êşandina Kurdan de dibînin û bi binpêkirina vîna wan dixwazin bêhnekê bistinîn! 

Ji encamên hilbijartina dawî a Stenbolê jî diyar bû, ku xelkê Tirk jî ji vê rewşê ne razî ye û axa binî ningê desthilatdariya AKPê, Erdogan û şirîkên wan dişemite. Lê a rastî ev e, ku dewlet bi xwe di krîzekê de ye û bi polîtîkaya şer jî êdî rewş ji ber çavê xelkê nikane bê veşartin. 

Krîza aborî û siyasî a ku xelk pê diêşe bi rojevên mîna bahsa dagirkirina Rojava hate veşartin û vê carê jî xitimandin û têkçûyîna li Sûriyê bi êrîşbirina ser Kurdên hundirîn (bakur) tê xwestin, ku ji ber çavan bê dûr xistin. Dibe ku ev siyasetên ji êqil û hiqûqê dûr, nîşaneya şerekî di navbera hêzên ku dewletê birêve dibin e jî!..   

Motîvasyon çi dibe bira bibe; rejîma Tirk êdî pîne nagire! Kirasê heyî ne li Kurdan û ne jî li Tirkan tê.

Eger hişmendiya nijadperest a serdestan a ku pê dewlet tê bi rê ve birin, neguhere, helwesta Tirkan ê çawa be nizanim, lê Kurd ê ji xwe re çareyên din bigerin û ê bibînin jî. Kurd belkî pir diêşin, lê ew ne bêçare ne. Siyasetên Kurdî bi hêzên serdest ên navdewletî û bi ên herêmî re li ser mijarên siyasî, leşkerî û dîplomatîk didin û distînin. Di nava Kurdan de dengê xweserî, serxwebûn û xwedîdewletbûnê hê zêdetir derdikeve…

Helbet ji bo Kurdan metirsî û xetere pir in, dibe ku dijwarî û hovîtiya rejîma Tirk heta demekê dewam bike. Lê xwediyên vê rejîma riziyayî qet nexwezin jî, Kurd ê teqez ‘diya xwe bibînin…’