Halil Dalkılıç : Şoreşa Rojava, ‘Rêya Sêyemîn’, hêviya Cegerxwîn…

Dema min ev nivîs dinivîsand di weşana kanalekî televîzyonê ê Kurdî de dîmenên bernameya pîrozbahiyên 8. salvegera Şoreşa Rojava dihate weşandin. Li ser dikê jineke ciwan helbestekî xemgînî dixwend û helbest bi dengê xwe ê bi girî dixemiland. Dîmenên wisa tim bala min dikişînin û dema lê rast têm, ji xwe re dibêm; “gelo Kurd ê heta kengê cejn û pîrozbahiyên xwe jî bi seremoniyên xemgînî lidar bixin?!.”

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 7 sal li paş xwe hişt. Gorî agahiyên ku Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî daxuyand xelkê Rojava ji bo pêşxistin û parastina şoreşa xwe di heft salan de li dijî dagirkerên DAÎŞ, El-Qaîde, El-Nûsra, arteşa Sûrîyê, arteşa Tirkiyê û çeteyên hov ên girêdayî wan ji 11 hezarî zêdetir şehîd dane.

Di bihara sala 2012an de çeteyên selefîst ên li Tirkiyê xwe bi rêxistinî dikirin û li ser axa Rojava gorî polîtîkayên dewleta Tirk tevdigeriyan bi navê qaşo ‘opozîsyona rejîmê’ bajarokên wekî Ezaz, Minbîc û Cerablûsê dagir kirin. Piştî wê pêşketinê di 19ê Tîrmeha 2012an de Tevgera Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) ji Kobanê dest pê kir û li seranserê axa rojavayê Kurdistanê dest danî ser rêveberiyên bajar û navçeyan û li herêmê xweserî îlan kir.

Xelkê Rojava ji destpêkê heta îro xwe ne li cem rejîma despotîk a Sûrîyê ne jî li cem ên li dijî rejîmê şer dikin, cihê xwe girt. Hişmendî û feraseta desthilatdarbûnê a her du hêlan red kirin û xeta azadî, demokrasî û wekhevîyê ji bo her kom û xelkên xwedî nasnameyên cihê cihê esas girtin. Xeta şoreşa xwe wek ‘Rêya Sêyemîn’ binav kirin û heta îro him li dijî hêzên hov û dagirker ên her du hêlan li ber xwe dan û him jî gav bi gav dest bi avakirina sîstemeke demokratîk a xweser kirin.

Kurdên Rojavayî bi xelkên Ereb, Sûryan, Ermen, Tirkmen û Çeçen ên li bakur û bakurrojhilatê Sûrîyê dijîn li dijî êrîşên hêzên her du hêlan berxwedaneke bêhempa lidar xistin û bala hemû mirovahiyê kişandin ser xwe. Pişta DAÎŞê a ku bû bela serê hemû mirovahiyê di roja Newrozê a îsal (21.03.19) de şikenandin.

Ev 7 sal e ne êrîşên li dijî Rojava sekinîn ne jî Kurd û xelkên din ên Rojavayî dev ji bexwedanê berdan. Helbet piştgiriya kes û komên înternasyonalîst jî divê neyê jibîrkirin.

Kurdên Rojava li gel berxwedana li dijî dagirkeran, sîstema xwe a xweser jî ava dikin. Gorî kanalên siyasî ên ku têne vekirin di qadê dîplomasiyê de jî nûnerên Rojava îro hê zêdetir xuya dibin. Ji Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) bigirin heta Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsyayê liv û tevgera dîplomasiya Kurdan roj bi roj zêdetir dibe.

Bi şoreşa Rojava ve li gel guherandin û bêtesîrhiştina tundî û feraseta rejîmê, hişmendî û têkîliyên civakî bi nirxên demokratîk, azad, wekhev û adilane têne xemilandin. Helbet sîstema Rojava bi rewşa xwe a îroyîn ne bêkêmahî û tekûz e. Helbet kêmasiyên sîstemê û ji her hêlan ve talûke pir in…

Lê piştî heft salan îro Şoreşa Rojava bo Kurdan giştan hêviyek e; hêviya ku ji êş, jan û xemgîniyê rizgar bin. Mîna hêviya hozanê nemir Cegerxwîn rojekê dilşad bin; “Roj û şevên şadî / Wê bikin Kurd û madî / Kes nebê êdî Cegerxwîn / Gişkê bên çi xweş e jîn…”

8. salvegera Şoreşa Rojava pîroz be