Halil Dalkılıç : Topal Osman û ‘qehremantî‘ya kurdkuj…

Rêveberên dewleta tirk wer dikin ku qey tim li dijî dijminên êrîşkar ên derveyî û ên hundirîn di nav şer de ne û li hemberî wan tim li ber xwe didin. Dîroka fermî a dewletê tijî qaşo ‘qehreman‘ in û ew gişt jî leşker an jî kujer in. Balkêş e, piraniya wana ‘qehremantîya‘ xwe di qirkirinên xelkên herêmî ên ku berîya tirkan li Anatoliya û Mezopotamyayê ne (kurd, ermen, asûrî, rûm, pontûs û hwd.) nîşan dane.

Tirk ‘qehremanên xwe‘ zêde nas nakin. Tenê dizanin ku wana kurd, ermen û xelkên din kuştine. Bi psîkolojîyekî ecêb, li ser jiyana wan a rastîn zêde serî jî naêşînin. Zêde nayê fikirîn; çima ew qehremanana ne rizgarker, avaker, hunermend, fîlozof, zana û hwd in, lê piranî mirovkuj in?!.

Ji ber ku hişmendîya avaker a vî dewletî tunebûn û tunekirina kes û komên neyî tirk û neyî misilmanên sunî ye û kurd, ermen, pontûs, elewî, suryan, xirîstîyan û hwd ji vê hişmendiyê para xwe standine. Hişmendîya xelkê tirk jî li ser vê yekê pêk hatiye. Ji ber vê yekê tirk kelîmeyek ji zimanên xelkên ku bi hezar sal in bi hev re dijîn nizanin; ne kelîmeyek kurdî, ne ermenkî ne jî rûmî û hwd..

Hefteya çûyî ji kesayetên ‘qehreman‘ ê dewletê Topal Osman bû rojevê siyaseta Tirkiyê. Osman Canîklî yê AKPî ji bo rexnekirina namzetê şaredariya Stenbolê ê CHPî Ekrem Îmamoglû pesna Topal Osman da. E.Îmamoglu jî bi ji wî hê zêdetir xwedî li wî çeteyî derket, di nava bav û kalên xwe de navê wî jî hijmart.

Lêkolîner û dîrokzan Mehmet Bayrak, Topal Osman wekî “kujerekî ku tim ji hêla dewletê ve hatiye bikaranîn“ dide naskirin: “Ew him ji bo qirkirinên pontûs û ermenan û him jî li Koçgirîyê ji bo qirkirina kurdan hate bikaranîn. Serdema dawî a Osmanîyan li herêma Derya Reş bû û di kuştina kesên muhalîf de metodên hovane bikaranî. Paşê piştî qirkirina Koçgirîyê dema mebûsên kurd ê Dêrsimî bi darvekirinê ve dihatin darizandin Mustafa Kemal ew anî Ankarayê û li wir ji bo bêdengkirin û kuştina kesên muhalîf erkdar kir. Piştî ku wî karê xwe yên qilêr pêk anî, pişt re jî dor hate wî bi xwe û serîyê wî hate jêkirin û cesedê wî li Ulus a Ankarayê ji xelkê re hate teşhîrkirin…“

Îro bi teşwîqa dewletê, nijadperestên tirk ji bo bîranîna wî stranên qehremantîyê dinivîsin: “Şan daye welêt dayê / divê navê wî neyî jibîrkirin.

Topal Osman e ew dayê / Lawê Gîresûnê ye…“ (Îbrahîm Can)

Lê li gel vê yekê kurd, ermen û pontusan jî hovîtî, zalimtî û mirovkujîya wî kirine vegotinên şîn û kilamên xwe. “Min go de mala te bişewite Topal Osmanê xwînî / Li gencê me xist ji xelkê me re vekir mahkeme… / Yêrî yêrî aşîr yêrî / Meftayên me me re kirine koza derî…“ (Kilama Koçgirîyê)

Yanî wekî ku nivîskarê kurd Alî Topuz ev kilam şîrove kiriye; ev ‚qehremanê mezin‘ ê tirkan “miriyên me kirin kilîta derîyê me, derîyên me girtî hiştin, yanî ocaxê me vemirandin…“

Qehremanên tirk kurdkuj in, lê ên kurdan miriyên ku wana kuştine ne. Eger qehremanên tirk gişt kurdkuj bin, ocaxê kurdan vesînin û kirinên wan xelkê tirk dilşa bike lê kurd pê şînê girê bidin; wê çaxê pêşeroja kurd û tirkan ê çawa be?

Goran Haco bersiva vê yekê daye: “Pesnê xwe nede / Xezeba te ji tirsa nava te ye / Alem pesnê xwe bi mirovaniyê, dilovaniyê, zanyariyê dide / tu bi şûr… Gelek hatine bablisokên ‘zer‘ / te basa ‚xanê‘ mezin, ‘Ata‘ û ‘Îsmet‘ kir / Ew hatin û çûn, lê ez li vir im… Ez li vir im / Li ber diwarê birca Amed / Ez li vir im mina Surhê me…“

Divê tirk çîrokên xwe yên ‘qehremantî’yê ji nûve binivîsin…

/Nupel/