Hasbey Köksal: Di Zimanê Kurdî , Zaravayê Kurmancîyê da Cotepeyv -C-

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene.

Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs: 3                                                                                               
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV

 

Can û ciwan

 Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.

  1. Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
  2. Delal, rind, xweşik, bedew.

 Ciwan:1 .Keç û kurên êdî ne zarok, ne jî pîr.

  1. Bedew, rind, xweşik, spehî.

Mane: Gêncên delal, bedew.

             Ciwanên ji dil. 

             Keç û xortên ku pir têne hezkirin

Mînak: Can û ciwan ji bo pîrozkirina  Newrozê li hev civîyan.

 

 Can û dil

 Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.

  1. Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
  2. Delal, rind, xweşik, bedew.

                     Dil: 1.Li alîyê çepê, di sîngê mirov da organa xwîn hilkişandin û pompekirinê.

                      2.Cîhê hestan û evînê. (mecazî)

                      3.Yar, berdilî. (mecazî)

                      4.Navend, merkez. (mecazî)

Mane: Ji dil. Bi dilekî paqij.

            Cidî. Samîmî. xalis muxlis. 

Mînak: Ji  dostê re çi rêkim, ez diyarî?

             Diyare yar dixwazî min bi yarî

             Dixwazim can û dil  jê re bişênim,

             Tenê şerme, hemî derd û hejarî. 

 

Canik û camêr

Canik: 1. Yar.

  1. Sitî, xanim, xatûn.

Camêr:1. Xwaşmêr, wêrek, egîd, gernas, mêrxas.

  1. Çê, baş, rind, xweşmirov.

Mane: Jin û mêr. Xweşxanim û xweşmêr.

Di civînê  de şiklêkî denglêkirinê/xîtabê. Xîtapkirina civakê.

Mînak: Canik û camêrino hûn bi xêr hatin.

Can û canik

Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.

  1. Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
  2. Delal, rind, xweşik, bedew.

Canik: 1. Yar.

  1. Sitî, xanim, xatûn.

Mane: Jina delal, jina bi dil û hezî.

Jina ku bi soz, helwest û tevgera xwe yek e.   

Mînak:  Tav û hîva  mala min.

               Ked û ava serbana min.

               Yar û sitî, evîn û hêvî,

  Can û canika dilê min.

Can û cesed

 Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.

  1. Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
  2. Delal, rind, xweşik, bedew.

  Cesed:1.Term,laş, leş, kelex,cendek, beden. Bi hev re hemû parçeyên laşê mirovan.

  1. Meyît. Termê bê jîn. Laşê mirî.

Mane: Sax û mirî.

Mînak:Kalo, bi hêrs ji can û cesedê wan re duz diçû.

 

Car û bar

Car:1.Dubar, çendbar.

  1. Qat, qatî.
  2. Carîna, hin car, tek car. Gegan. Car caran. yek car.

 Bar:1.Tiştên ku mirov yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.

  1. Berpisiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.

 7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Mane: Zêde kirin.

            Bar li xwe zide kirin. Barê yêkî zêde kirin. Berpirsîyarî lê zêde bûn. 

             Mînak: Min, bi nezanî barê xwe kir car û bar.

 

Caş û çêş

Caş:1.Kurî, kurik, sîpik. Cehş, dehşik,xotik. Kerê hîn baş mezin nebû ye.

  1. Xayin, Dijmina/dijminê gelê xwe. (mecazî)

               Cêş:1. Ji “caş” ê çêş.

  1. Di “caş û çêş” ê de tê watayê “maş”. (mîn: dar mar, av mav, sêv mêv…)
  2. Hemû artêşên dewletekê.

Mane: Sîpe mîpe, sîpik mîpik, dehşik û mehşik.

Mînak: Di nav gel de qet rûmeta caş û cêşan tune.

Cax û cax

 Cax: 1.Hesinên ku honan pê tê honandin (caxê gore ,amûre ku gore/kurik pe tê honandin.) Sîx, tix, nêk.

  1. Şîşên  li kevîyê şaneşînan yan banan yan jî pireyan.
  2. Beş, çavî.

               Cax: Bnr. “cax”

Mane :Beş bi beş, çavî bi çavî

 Bi şivê hesinan an jî bi  şivê daran derek an jî tiştek dorpêçandin.   

Mînak: Şivan, axura xwe li gora hejmara pez û dewaran cax û cax veqetand.

 

Cejn û îd

              Cejn:1.Şahî, eyd, pîrozbahî, roşen.

               Îd:1. Eyd, cejn.

              Mane: Wake dawet û dîlan.

              Bezm û şahî, kêf.   

Mînak: Cejn û îd bi şox û şeng derbas bûn.

 

Cerg û hinav

                    Cerg:1.Pişika reş, Kezeba reş, mêlak, cîger.

                    Hinav:1.Organên hindirê laş.

Mane: Li ber ketin. 

             Dil pê sotin.

             Guneh pê hatin.

             Janîn, arincîn, êşîn.

Mînak: Cerg û hinavê meriv pê dişewite.

 

Cerd û cûrd

                   Cerd:1. Nijd. Bê xeber êriş li ser kesekî,kom, dever û gelekî kirin.

  1. Talan. Tiştên ku di terteleyê de hatine bidestxistin.  

                   Cûrd:1. Ji “cerd”ê cûrd.

Mane: Sergirtin. Êriş kirin û talan.

Mînak: Piştî Cerd û cûrd bûnê , ban li ser banê, kevir li ser kêvir nema. 

Cehd û zehmet

Cehd:1. Têkoşîn, xebat.

  1. Hewl, ked, mihawele.

 Zehmet:1.Dijwar, asê, zext. Tiştê ku çêkirina wî pir enerjî û hunerî…hwd dixaze.

Mane: Êsîriya heyatê. 

            Zor û zehmetîya jîyanê.

            Ji bo nanê xwe têkoşînkirin.

Mînak: Cotkarî cehd û zehmetiyê dixwaze.

Ceger û bez

Ceger:1. Ceger (cegera reş, cegera spî)

  1. Pişik, mêlak, kezeb.
  2. Wêrek, biceger, bizirav (mecazî).

                   Bez:1. Meşîn, yan jî birêvaçûna bi lez.

  1. Duhn, çewr, don, dihin. Duhna laşê. Terî, terîya mîyê ( taybetî ji bo mîyan).

Mane: Kezeb lê şewitîn. Kezeblêşewitîn.

Mînak: Dû mirina jina xwe ceger û bez lê şewitîya.

Cest û bercest

                        Cest:1.Beden, laşê mirov.

                        Bercest:1. Beden, laşê mirov.

  1. Gurgîn, nêrbaran, şênber, berbiçav.

Mane: Beden, laş, qelafet.

Mînak: Cest û bercestê wî/wê li ber çavan e.

Ceste û berceste= Cest û bercest.

Cewr û cefa

                   Cewr:1.Zordarî, zilm, cefa, gazin.

                   Cefa: 1. Azar, ezîyet, êş, jan.

                   2.Ked, zehmetkêşî, renc.

Mane: Ezîyet kişandin. Gelek zehmet dîtin. 

Mînak:Koçerên deşta Paloyê, ji ber feqîrîyê pir cewr û cefa kişandin. 

 

Cêrg û  bez

                  Cêrg: 1. Cureyekê govendê. 

                  Bez:1. Meşa bi lez.

  1. Dûnê laşê . 

Mane: Govend gerandin, govendkişandin. 

Rêz bi rêz govendgirtin.  

Mînak: Di dawetê de, jin û mêr tevahî beşdarê cerg û bezê bûn.

Cêr û ceger

                  Cêr:1.Kûz, şerbik,cer, kuzik. Mîqdara ava kûzê. (mîn: Cêrikek av bîne.)

                    2.Cîger, ceger.

  1. Cirdik, cirm, hewdik.

  Ceger:1. Ceger (cegera reş, cegera spî)

  1. Pişik, mêlak, kezeb.
  2. Wêrek, biceger, bizirav (mecazî).

Mane: Cegerdar, biceger, wêrek, cesûr.

Mînak: Mirovekî cêr û ceger e. 

Cil û cor

Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.

  1. Nivîn.
  2. Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.

             Cor:1. Col.

  1. Tewre, reng, çeşît, tûl, tûr, cûn, awa, şêwe, cûre.
  2. Tûrikê xwarina hespan. 
  3. Bincil, bincilk, cilê binî. Kiras.

Mane: Kincen ku tên li xwe kirin.

             Hûrmûr, Kirt û pirt, kel û pel, tişt mişt.

             Nivîn,  mitêl, balîf , rûber û her wake  din. 

Mînak: Jinan li ber avê cil û cor şûştin. 

 

Cih û ceng

               Cih: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.

  1. Erd.
  2. Meqem.

                 Ceng: 1. Cang.

  1. Kefen.
  2. Caw, pirtî,  qumaş. Tiştê cilik jê tê çêkirin.
  3. Mekan, cih, war.
  4. Şer.

Mane: Şûn, war û wêr.

Mînak: Dawîya mirov bostek cih û ceng e.

 

Cil û berg

               Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.

  1. nivîn.
  2. Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.

              Berg:1. Kinc, lîbas, kiras.

  1. Cilên ku ji çerm çêbûne. Bergê pirtûkê.

Mane: Tiştên ku mirov li xwe dike. Kinc. Libas.

             Kinc û kol.

Mînak: Keç û xortan, ji bo dawetê xwe cil û bergên netewî pêçandin.

 

Cil û macil

               Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.

  1. nivîn.
  2. Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.

               Macil:1.Cil û berg, ser û bin (piranî lîbas e.)

Mane: Lîbas, kinc, berg. 

Mînak:Pereyê xwe girt, cil û macilê xwe nû kir.

 

Cil û pêçan

               Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.

  1. nivîn.
  2. Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.

               Pêçan:1.Di nav tiştekê ra kirin. Tiştek lê alandin.Bi tiştekî veşartin. Bi tiştekî dor be dor niximandin,girêdan, pêçandin.

Mane: Cil û girêdan. 

             Kincên  li xwe kirinê. Kincên xwe xemilandinê.

Mînak: Bavê min balê dide cil û pêçana xwe.

 

Cil û caw

               Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.

  1. nivîn.
  2. Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.

             Caw:1.Cang, qumaş. Tiştê ku cilik jê tê çêkirin.

Mane: Pot û pertal. Her çeşît qumaş

Mînak: Min, li Çarşiya Şewitî ya Dîyarbekirê ji xwe re cil û caw kirî.

 

Cih û war

              Cih: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.

  1. Erd.
  2. Meqem.

              War: 1. Der, welat, herêm, mesken.

  1. Ûcax.
  2. Biwar, babet, mijar, mesele. (Di vî warî.)

Mane: Şûnwar. 

            Şûn, mal, xanî, welat,

            Der, dever û welat. Cih û cangî.

Mînak: Ji ber deyn û duyan cih û war lê teng kirin.

 

Cin û cinawir

                    Cin:1.Ecin, neysizî. Li gor pirtûkên olî û çîrokan  nijadek ê mirov bi çavan nabîne. Melkemot. 

  1. Har bûn.      
  2. Mirovê çav vekirî. Hişyar, hişmend.

                    Cinawir:1. Ajalên kûvî yên dirinde. Cenawir, canewar. Ajalên ku meriv pê pir ditirse.

  1. Zarokên nehs, zarokên nerihet (mecazî)
  2. Dilkevir, dilhişk, dilneşewat, bêmerhamet. Mirovên pir tirsnak û talûke. Kesên xeternak.
  3. Weke rêbir, weke heydût, nijdevan.

Mane: Heywanên dirinde.

Mînak: Zivistanê cin û cinawirê birçî li dor hewşa me digerîyan.

 

Cir û Cedêl

                  Cir:1. Xûy, xislet, taybetmendî.

  1. Rû. çawanî (wasf) a rû.
  2. Miamele, tevger, kirarî, kiran.

                  Cedêl:1.Niqaş, gengeşe, cedel, lihevnekirin.

                             2.Xirûcir, hengame.

Mane: Nîqaş, gengeşe.

             Devjenî, devjenk 

Mînak: Cîranên me  ji hev re cir û cedêl kirin, axirî li hev hatin. 

 

Civ û civ

             Civ:1. Candêrî, şênbûnî, zinditî, geşedarî, livdarî, livokî, tevgerdarî.

  1. Qêlêbelix, gilûr, zurbe. Hengame, xirecir.

             Civ: Bnr. “cıv”

Mane: Livîna domdar. 

             Nesekinîn, ranewestîn.

Mînak: Xweza her dem  civ û civ e.

 

Civat û caxî

                   Civat:1.Koma mirovan ya ku li hev dicive mislet dike yan jî biryar digire û dide.

  1. Meclîs, kom, ref.

                   Caxî:1.Koma mirovan. Civat.

Mane: Civîn, kombûn.

             Berhevbûna koma mirovan

Mînak:Di civat û caxîyê vê hefteyê de hin biryarên girîng hatin girtin. 

 

Cî û war

            Cî:1. Cîh, der, erd, şûnd.

  1. Tîke (ji bo goşt, penîr…hwd.), parî, piçek, hevkî, hindikek, xîçek.

            War: 1. Der, welat, herêm, mesken.

  1. Ûcax.
  2. Biwar, babet, mijar, mesele. (Di vî warî de.)

Mane: Şûn, mal, xanî, welat,

            Der, dever û welat. Cih û cangî.

Mînak: Li cî û warê xwe ne.

 

Cî û cil

       Cî:1.Nivîn,cîhê raketinê.

           2.Cîh.

           3.Tîke.

      Cil:1.Tiştên ku mirov li ser an di bin da dinivin, radikevin an ku radizin.

            2.Nivîn.

            3.Metîl û lihêf.

            4.Tiştên ku mirov li xwe dikin.

Mane: ji ber nexwaşîyê bi cîh û nivîn bûn.

Mînak:Ev bu hefteyekî bi cî û cil di mal da me.

 

Cî û nivîn

              Cî:1.Nivîn,cîhê raketinê.

                   2.Cîh.

                   3.Tîke.

              Nivîn:1.Tiştên ku mirov li ser an di bin da dinivin, radikevin an ku radizin.

                        2.Cil.

                        3.Metîl û lihêf.

                        4.Tiştên ku mirov li xwe dikin.

Mane: ji ber nexwaşîyê bi cî û cil bûn.

Mînak: Xesûye  xwe daye ber nexweşîyê û ji nav cî û nivînan dernakeve.

 

Cîh û mekan

                    Cîh: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.

  1. Erd.
  2. Meqem.

                    Mekan:1. Der, war,herêm, mesken.

  1. Dever, niştiman.

Mane: Şûn, dever, der.

             Mesken. Jîngeh.

Mînak:Bilbilê got; cîh û mekanê min ne qefesa  e, bi ruhê azad li ser gulîyê dara hişk e.

 

Col û cobal

                  Col:1.Kerî, naxir, colek. Koma ajalên kedî.

  1. Ref, qermelex (ji bo teyr û tirûdan).
  2. Qefle (ji bo mirovan).
  3. Revde, zurbe (ji bo ajalên dirinde)
  4. Xerebe, xerabûyî.
  5. Tevlihev, melez, nesaf.
  6. Zincîr (col kirin).
  7. Hêwirîn. Lê civîn.

                   Cobal:1. Pez, sewal, dewar.

Mane: Kerîya pez û dewaran.

Mînak: Pez û dewarên me, li deşt û zozanan col û cobal diçerîyan.

 

Cot û cobar

                  Cot:1.Du tiştên bi hev ra. Zo.

                          2.Du kesên li gel hev, wek jin û mêr.

                          3.Guhnêl, gulên (Du heywanên ku ji bo cotkirinê dikin bin nîr.)

                          4.Kêlan, cot kirin, zevî ajotin.

                          5.Cotik (cêwî)

                    Cobar:1. Newala ku havînê ziwa dibe. 

  1. Kevîyê erx û cok.
  2. Cotkar, cotyar.

Mane: Ajotin, çandin û çinîn.

Mînak:Karê cot û cobar ne zivistan dizane ne jî havîn!

 

Cust û çeleng

                      Cust:1. Çalak, lêkdayî, çeleng, çist, livdayî.

  1. Zîrek, xurt, aktîv.

                      Çeleng:1.Zîrek, çalak, aktîv, egîd.

                                   2.Spehî, bedew, ciwan.

Mane: Çalak û şipil, cansivik.

Mînak: Hespê cust û çeleng di qada pêşbazîyê da xwe nîşan dide. 

 

Coş û peroş

                   Coş:1.Şadî, kêf, zewq, şanî, lezet.

  1. Kêfxweşî, dawet.

                   Peroş:1.Kelecan, coş, heyranî.

  1. Xiroş.

Mane: Kelecan, xiroş, bi kelecanî şabûn.

Mînak: Min bi coş û peroş dest bi karê xwe yî nû kir.

 

Coş û xiroş

                  Coş:1.Şadî, kêf, zewq, şanî, lezet.

  1. Kêfxweşî, dawet.

                  Xiroş:1.Kelecan, coş.

Mane: Peroş, kelecan.

            Coş.

 Mînak: Heta dawîya pêşbazîy hespan, coş û xiroş kêm nebû. 

 

Cûm û celat

                    Cûm:1.Çûyîn, parî, parîk.

  1. Ji  “çûyîn”ê hêrandin, hûrûhêwer kirin.
  2. Tiştên gilok, tiştên ku gilok e.

                     Celat:1. Kesê ku biryara îdama mehkûman tîne cî.

  1. Kujer.

Mane: Ji navê windabûn.

            Li ber çavan wendabûn.

            Bi erdê de çûn.

Mînak: Di sala 1975 an de, ji ber erdhejê navçeyê Licê  cûm û celat bû.