HDP sibe li Diyarbekirê starta çalakiyan dide

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê sibê saet di 11.00’an de, li ser tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê de li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyeke girseyî bide.

HDPê ragihand ku dê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, hemû parlamenterên herêmê û hemû hevşaredarên bajar û navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên bajar û navçeyan ên HDPê beşdarî daxuyaniyê bibin.

Li aliyê din HDPê biryar da ku li dijî tayînkirina qeyûman, her şev saet di 20.00an de çalakiya deng derxistinê, li dar bixe.

/nucexane/