Heskîf û şaristaniya hezaran salan di bin avê de dimînin

Qepaxên Bendava Ilisû hatin daxistin û ava çemê Dîcleyê ber bi paş ve hêdî hêdî, dîroka ku bi hezaran salan çêkiriye, tune dike. Heskîf, şaristaniya deh hezar sal berê jî di bin avê dimîne. Digel hemû nerazîbûn û çalakiyan, Tirkiye paşde gav neavêt û proje bir serî. ji bo bendavekî çend deh salan, dîroka dehhezar salan tê tunekirin. Şareza dibêjin, armanca desthilata Tirkiye ne tenê ji bo pêdiviya elektrîkê çêkirina bendavê ye: Armanca yekemîn stratejiya kontrolkirina avê ye ku tê pêşbînîkirin şerê vê sedsalê ji ber kontrolkirina avê bin, Ya din jî koçberkirina Kurdan e, wan li ser axa xwe ya hezaran salan nehêlin, pêwendiya wan bi axê re bibire û koçberî deverên din bike.

Heskîf, şaristanî û çanda xwe ya deh hezar salan ku ji ava Dîcleyê wergirtiye, niha ji hêla heman avê ve tê daqurtin. Ked û bîra mirovahiyê dîsa bi destê hin mirovan tê tunekirin.

Digel şikeft û şûnwaran, bazarê Heskîfê jî xwe digre hezaran salan. Dibe li gor demê tiştên cuda daketibin bazaran, lê liv û germa bazarê her dem nêzîkî hev bû. Berhemên herêmî û cîhanî ji hêla kasibkaran digihiştin daxwazkaran.

Beriya bazarê wan were hilweşandin, dikandaran berxwe dida. Lê heta niha çi ber zordestiya dewletê xwe ragirtiye ku çend dikandar, dîrokhez û jîngeparêz bikaribin Heskîfê biparêzin. Hinek dikandar, bi destên xwe agir berdan dikanên xwe ku sitemê şermezar bikin. Wek gelek tiştan dengên wan jî tevî dukelên dikanan wenda bû.

Gotina vê dayikê kurtedîroka vê Bendavê ye: “me nedihîşt zarok jî bikevin van baxçeyan, lê niha di bin avê de dimîne.”

Digel hemû nerazîbûnan, Tirkiye projeya çêkirina Bendava Ilisû bir serî û qepaxên bendê hatin daxistin. Ava Dîcleyê ku jiyan dida derdora xwe, niha bo daqurtinê vedigere.

Desthilata Tirkiyê dibêje, bendavan ji bo pêdiviya enerjî û avdanê tên çêkirin. Lê şareza dibêjin temenê Bendava Ilisû ji bo elektrîkê ji 50 salan kêmtir e. xercên lê hatine kirin, berhemên axa ku di bin de dimîne û wendayên mirovan jî ne kêm e. Ya girîngtirîn jî çanda dehhezar salan e ku hê nehatiye keşifkirin dê were tunekirin.

Li gor lêkoleran, di bilindkirina bendavan de elektrîk armanca sereke nîne. Armanca sereke ewe ku hikûmetên Tirkiyê dixwazin kontrola çemên Dîcel û Firatê bigrin destê xwe û li ser Iraq û Sûriyê bandor bikin. Dîcle û Firat, ji bo wan her du welatan damarên jiyanê ne ku dehan bajar mifa jî werdigrin. Pisporên Tirk dibêjin, şerên vê sedsalê wê li ser avê bin û kontrola avê di destî kî de be, dê ew biser bikeve.

Armanceke din jî ya sereke ew e ku, bendav ji bo koçberkirina Kurdan tên çêkirin. Pêwendiya Kurdan ji axê tê birîn. Wan koçberî bajarên Rojavayê Tirkiyê dikin. Tiştê sedsalan zêdetir e, bi xerakirina gundan, bombebarankirina çiyayan hatiye kirin, niha beşek jî bi çêkirina Bendavan tê kirin. Ji xwe li herêmê kargeh, derfeta kar nîne û xelk dê berê xwe bide bajarên dûr. Deverên ji ax û çand û kesûkaran dûr.

/k24/