Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin

Hevşaredarên HDP’ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin.

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku hevşaredar Azîm Yacan  û Şehzade Kurt di çarçoveya “Lêpirsîna rêxistinê” de hat binçavkirin.
Polîsan piştî hevşaredar binçav kirin, avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirin û destûr nadin kes têkevin avahiya şaredariyê.
/MA/