Hewlêr û Bexda bo xala 140 dicivin

Parlementoya Kurdistanê berê heyetekî bo deverên ku di derveyê îdara Kurdistanê de ne ava kiribû û serokatiya heyetê Mela Nasir Ahmed dike. Serokê heyeta Kurdistanê Mela Nasir Ahmed ragihand ku heyeta wan piştî cejna Qurbanê dê here Bexdayê da hevdîtinên di derbarê bicîhkirina xala 140 an hevdîtinan bikin. Ahmed bo Rûdawê ragihand ku hukumeta Bexdayê bê pêşmerge nikare asayîşê temîn bike û her diçe asayîşa van deveran xerabtir dibe.

Ahmed got ku bo bicîhkirina xala 140 ê gelek teklîfan amade kirine û bo destpêkê pêngaveka gelek baş e. Wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî di roja yekem ya cejnê de bo vegerandina deverên di derveyê îdara Kurdistanê bo vegerînin ser îdarê, bi artêşa Iraqê re hevdîtinan kirine.