Hêzên hikûmeta Sûrîyê li herêma Îdlibê bi pêş diçin

Hêzên hikûmeta Sûrîyê li herêma Îdlibê navendeke girîng ya bi navê Habet bi dest xistin.

Jiber ku di ser re Habetê re derî li başûrê Îdlibê vedibe ew wek navendeke girîng tê dîtin.

Habet nêzîkî Heleb û Xan Şêxûnê ye, ku ew der ji 2012’an vir ve di bin kontrola serhildayan de ye.

Li Îdlibê çekdarên girêdayî El-Qaydê û komên din yên çekdar hene.

Bi qasî 3,000,000 kes li herêma Îdlibê dijîn.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê ji Nîsanê vir ve êrîşan dibin ser Îdlibê.

Di êrîşan de heta niha pirtirê 2000 kes hatin kuştin û 400,000 kes jî ji cîhên xwe koç kirin.