Hikûmeta Kurdistanê: Em ji vekişandina hêzên Amerîkî li Sûriyê nîgeran in

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand nîgeraniya xwe ku ew biryara Amerîkayê ya bo vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê metirsîdar dibînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşhateyên vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û biryara Amerîkayê ya bo vekişandina hêzên xwe ji deverê, daxuyaniyek da û têde raihand ku ew ji vekişandina hêzên Amerîkî li Sûriyê bitirs in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember alozî û pêşhatên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê aniye ziman û daxwaz ji Tirkiyê kir ku weke endameke Hevpeyamaniya Navdewletî li di şerê dijî DAIŞê de ti gavekê neavêje ku bandora wê ya nerênî li ser wê pêşketinê hebe, ku ji şerê li dijî DAIŞê pêk hatiye û bibe sedem ku çekdarên hatine girtin ji kontrolê derbikevin.

Hikûmeta Kurdistanê dijatiya xwe li gel operasyona yekalî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da ye û dibêje dê her pêşhateyeke leşkerî, bandorê li derveyî sînorê Sûriyê jî bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Encamên her alozî û pêşhateke leşkerî dê bandora wê bo derveyî sînorê Sûriyê jî hebe û bibe sedema vegera DAIŞê û koçberbûna hejmareke mezin ji xelkê. Ji ber wê gelekî pêwîst e hemû aliyên pirsgirêkê û bi hêzên Kurdî ve jî bi rêya diyalogê rewşê aram bikin.”

Herwiha Hikûmeta Kurdistanê tekez dike ku rêçareyeke siyasî ya giştgir ji kêşeyan re bê dîtin ku mafên hemû welatiyên Sûriyê, di nav de jî Kurd, parastî bin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de gelek qurbanî dan û niha jî Herêma Kurdistanê mêvandariya milyonek û 100 hezar koçberan dike, ku piraniya wan ji ber wê krîzê, berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Kurdistanê di heman demê de dibêje ku erkê civaka navdewletî ye ku rê li ber dirustbûna pêleke din a koçberbûnê bigire.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir berdewam ji nêzîk ve ew çavdêriya rewşê dikin, bi rêya gelek kenalan kar li ser wê pirsê dikin.