Hukumeta Iraqê 80 mîlyar dolar deyndarê Kurdistanê ye

Îro encumena wezîran ya herêma Kurdistanê di bin serokatiya serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiya. Di civînê de gelek biryar hatin dayîn û di nav biryaran de, bo mijarên darayî biryar hat dayîn da heyetek bê avakirin û bi hukumeta Bexdayê re hevdîtinan li ser budçeya sala bê (2020) bike. Berdevkê hukumeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku di mijara petrolê de, weke çawa her du hukumet lihev kirine, mehane 250 hezar varêl petrolê teslîmê Iraqê dikin. Adil weha got:

“Bi teslîmkirina petrolê re divê arîşeyên darayî yên navbera me çareser bibin. Li gor belgeyên di destê me de; hukumeta Iraqê 80 mîlyar dolar deyndarê me ye. Gelek mesele hene ku bi Bexdayê re divê bên çareserkirine lê di serê mijaran de mijara budçeyê tê.”

Adil got ku piştî 22 salan, sala pêşiya me, dê serjimêr di Iraqê de çêbibe û bo mijarê hukumeta Kurdistanê komîsyonekî ava kiriye. Cotyar Adil weha dewam kir:

“Di mijara serjimêrê de em dixwazin makezagona Iraqê, xala 140 ê bê bicîhanîn. Hukumeta herêma Kurdistanê, ji bilî munaqeşeyên mafên destûrî, dixwaze di mijarên din de, bi Bexdayê re lihev bike.”

/peyamakurd/