Îmamoglu: Bi qasî daxwazê emê xizmetê bidin

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu di bernameyeke xwe ya bo hilbijartinên 23ê Hezîranê de, li ser pirsa rojnamevanan a qursên perwerdeya Kurdî daxuyanî da.

Îmamoglu di bernameya ku sozên xwe yên bo xizmetên şaredariya Stenbolê ji raya giştî re ragihand de, bersiv da pirsa qûrsên zimanê Kurdî û li ser mijarê wiha got:

Stran û kilamên Kurdî parçeyekî vê çandê ne. Ji bo mijara zimanê Kurdî jî bi qasî ku daxwaz çêbibe emê xizmetê bidin. Bila ti kes ji vê gumanan neke.”

/nucexane/