Îranê nivîskarê kurd Kamîl Ehmedî desteser kir

ivîskar û lêkolerê kurd Kamîl Ehmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di heman demê da hemwelatiyê Brîtanyay ye ji aliye hêzên ewlehiyê yên Îranê li Tehranê hat desteserkirin.

Dezgeha Hengaw a Mafên Mirovan ji ser rûpela xwe belav kiriye ku duh nivîskar û lêkolerê kurd Kamîl Ehmedî li paytexta Îranê li Tehranê ji aliye hêzên ewlekariyê yên Îranê va di mala wî da hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar va hatiye veguhestin.

Jina Kamîl Ehmedî, Şefîq Rehmanî, ji ser hesabê xwe yê medyaya girtina Kamîl Ehmedî piştrast kiriye û aşkere kiriye ku Dadgeha Ewlekariyê ya Girtîgeha Evînê nêzîkî mehekê ye biryara girtina Kamîl Ehmedî derxistine û ew nizanin bê hokara girtina Kamîl Ehmedî çî ye.”

KAMÎL EHMEDΠKÎ YE?

Nivîskar lêkolerê kurd Kamîl Ehmedî ji bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di heman demê da hemwelatiyê Brîtanya ye.  Kamîl Ehmedî derbarê mafên mirovan, mafên jinan û zarok  kemîneyan dînî etnîkî, pirsên Rojhilata Navîn da kar dike. Ji ber lêkolînên wî yên derbarê mafên mirovan da di sala 2017an da hêjayî xelata (IKWRO) hatibû dîtin ku salane ew xelat bo nivîskar û lêkolînerên dijî tûndrewiyê dihête dayîn. Her wiha di sala 2018an da Zankoya George Washingtonê ya Amerîkayê jî xebatên Kamîl Ehmedî hêjayî xelatê dîtibû.

/peyamakurd/