Jefrey ji bo hevdîtinên bi mijara Sûriyê li Tirkiyê ye

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û şanda ligel wî ji bo civîna koma xebatê ya Amerîka-Tirkiyê li ser mijara Sûriyê gihîşt Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana Tirkiyê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, James Jeffrey li ser vexwendina hikûmeta Tirkiyê çûye wî welatî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê Jeffrey di hevdîtinên rojên duşem û sêşemê (22-23 Tîrmeh 2019) de, bi rayedarên Tirkiyê re li ser fikarên derbarê ewlehiyê (sînorê Sûriyê – hêzên Kurd), mijara çareserkirina nakokiyên li ser kêşeyên Sûriyê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de û hewlên bo mayîndekirina têkdana DAIŞê gotûbêj bikin.

/peyamakurd/