Kakshar Oremar: Dr. Qasimlo û hesretên wendabûyî!

Rojek ji rojên havîna bajarê Wien li welatê Avusturya bû. Çend kes hatin dîtina wî. Wî tevî hevalên xwe bi lêvên tije ken û mêvanperweriyek Kurdane pêşwaziya wan kir. Dîrok dihat ku dîsa xwe dubare an jî baştire bêjim çend bare bike. Wî şîreta bavê xwe ji bîr kiribû ku hê di temenê ciwaniyê da jê re wiha gotibû:“ Kurê min ger Ecem rastî te hatin: an li ber wan bireve, an lêxe û wan bikuje an jî yê te bikujin. Lawo di bextê te da me ew bêbext û bêwijdanin.“ Û wê şevê dîsa sê egîd û serkêşên bizava Kurda a siyasî di xwîna xwe da gevizîn.

Hinek rastî tije derdin û tim bi wijdanê re di şerê mirin û jiyanê da ne: Çima wiha bû, çire wiha qewimî, çima wiha kirin, çawa em hatin xapandin?!! û pirs li pey pirsa din tên û mejî dagîr dikin!!. Lê hezar car mixabin em ji dîroka xwe dersên îbretê nastînin.

Erê hinek rastî gelek tehlin, lê ger mirov bi mentiq bin, zû rastiyan jî dipejirînin. Rastiyên ku em dikarin dersên mezin ji wan fêr bin.

Sala 1989an li cihanê xeberek belav bû ku bêtir ji her kesî Kurdên Kurdistana mezin xistin nava şokeke mezin. Roja 13. 07. 1989an bû ku xebera terora Dr. Qasimlo( 1930-1989 ) Kurdistan hejand. Her kesî pirseke wiha ji xwe kir:“ Gelo kesekî wiha zana, siyasetmedar û jîr çawa dikare bi vê rihetiyê bê kuştin?!!“

Belê… careke din qedera Simko, Cewer axa, Hemze axayê Mengor û pêşewa Qazî ket bîra me. Zêdetir ji 100 salane ku rayedarên derewîn û fasid ên Îranê bi navê aştî û di çaxê hevdîtinên ji bo çareseriyê me dixapînin û dikujin. Lê ji ber mercên dem û çax, cih, awayê hevdîtinan û nasnama terorîstan, terora serokekî mîna Qasimlo careke din ev rastî ji me re îspat kir ku ti dewletek totalîter li Îranê nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Di organîzekirina kuştina Dr. Qasimlo da serokkomarê wê demê Hashim Refsencanî, rêberê olî Xaminêyî, fermandarên leşkerî û îtlaata Îranê beşdarî kirin.

Vê cidiyeta wan a ji bo kuştina rêberekî Kurda em bi heqîqeteke mezin hesandin ku ew jî siyasetzanî û şexsiyeta bi karîzma a Dr. Qasimlo bû. Çimkî wî him li hundir û hem jî li derve karî xebatên xwe yên dîplomatîk û şerê li dijî rejîma paşvero bidomîne. Komara qaşo îslamî karî hemû kelhên berxwdana li dijî xwe bi agir û hesin ji holê rake, lê wan nekarîn kelha Kurda li rojhelatê Kurdistanê biherfînin. Vê meselê rayedarên „komara wehşetê“ xistibûn nava fikarên mezin. Û neçar wan jî rêya bav-kalên xwe(Sefewî, Qacarî û Pehlewî)yan hilbijartin.

Di dawiya sedsala 21an û serdema globalizmê de kuştin û terora serokên netewî û demokratxwaz raya giştî a cihanê sosretgirtî kir.

Dr. Qasimlo kesekî pir aştîxwaz bû û kuştina wî ziyaneke mezin da wê prosesa aştîxwaziyê ku li hemû Îranê pêşengiya wê Kurdên şoreşger dikirin.

Sala 1984an bi rênimonî û navbeynkariyên Dr. Qasimlo Yekîtî nîştimanî Kurdistan(YNK) bi dewleta Îraqê re ketin nava hevdîtinên siyasî. Hingî kêm kes hebûn ku dijberên dîktatorekî mîna Sedam Husên bin û li Bexdayê ji destê wî bifilitin, lê rêzaniyên Dr. Qasimlo yên li ser raz û remzên siyasetê bûn sedem ku Celal Talbanî bi qasî mehekê li Bexdayê bimîne, bi Baasîyan re li ser pirsgirêka Kurd biaxve û piştre jî sax ji destê hakimê xwînxwarê Baasî xelas bibe. Li hemberî vê qenciyê çend sal piştre Celal Talibanî jî bû navbeynkarê KDP.Îran û dewleta Îranê. Talibanî rayedarên komara îslamî û Dr. Qasimlo anîn ba hev, lê wî nekarî ne li Tehranê belkî heta di qelbê Ewropa da jî rê li ber terora Dr. Qasimlo a bi destê cinayetkarên dewleta Îranê bigire. Terorîstên komara îslamî hem Talibanî û hem jî Dr. Qasimlo xapandin.

Xwezî û hesretên Qasimlo ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên etnîkî ên nava sinorên Îranê wisa mezin bûn ku Kurda di hemû şert û mercên dijwar da pişta wî ber nedan. Vê piştgîriya gel hêzên şovînîst û rayedarên komarê xistibû nava wehşetê. Ew ketin nava hewldanên bêdawî ku dora Qasimlo ji xelkê vala bikin. Ji ber wê jî sala 1979an hizba Todeya Îranê kesên mîna Xenî Bilûriyan teşwîq kirin ku KDPê ber bi dubendiyê ve bibe û bike du perçe. Lê rêzanîya Dr. Qasimlo ew pilana Todeyîyên şovenîst û Panîranîstên din vala derxist. Dr. Qasimlo encama hemû hewldanên Xenî Bilûriyan û kesên derdora wî şibandibû dayikekê ku zarokekî mirî anîbû dinê.

Dr. Qasimlo jî mîna Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî dixebitî ku Kurda baştir bi dîrok û dewlemendiya çanda wan bihesîne û şexsiyeta wan ya şikestî û tehqîrkirî ji nûve zindî bike. Berî wî Simko dizanî ku duristkirina şexsiyet û nasnameke netewî di kilîse, mizgeft, xwendingeh, kemel û navendên çandî da ku ji hêla dewletekê ve têne îdare kirin, mumkine. Firansî û Ingilîzan piştgîrî dabûn saziyên wiha. Bihayekî giran dabûn zimanê xwe. Ji ber wê jî Simko zû li bajarên Xoy, Urmiyê û deverên din dest bi çêkirina komele, xwendingeh û navendên çandî kiribû. Pêşewa Qazî ji vê jî bêtir xebitîbû. Rernesanseke hemû alî di temenê kurt yê komara Kurdistanê de dest pêkiribû. 

Kurda di rêbaza lîderên xwe da bihayekî giran ji bo azadî û parastina hebûn û nasnama xwe a netewî pêşkêş kirin.

Li ser bingehê rêbaza azadîxwaziyê tirsa ji Kurda li welatên dagîrker hê jî pir zêde ye. Tev tirsiyane û ditirsin. Li dijî doza Kurdistanê siyasetmedar, nivîskar, dîrokzan û rewşenbîrên girêdayî sîstema serdest tev di çeperekî da ne. Ji Rizaşahê Pehlewî bigire heya Dr. Musediq, Ehmed Kesrewî, Pîşewerî û piraniya rewşenbîrên Îranî yên îro di çeperê li dijî Kurda de yekgirtîne.

Piştî terora Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî rûçikê rayedarên „komara teror, îdam û wehseht“ê li cihanê reştir bû, lê mixabin wan heya niha jî siyaseta li dijî bîr û ramanên azad neterikandine. Ew mîna ejdehayên kerr û kor li dijî gûherandinên zêhniyeta civakê ne ku dikare bi yek carî jiyana civakê bigûherîne.

Cihê dax û hesretê di vir da ye ku îro rêvîngên rêya Dr. Qasimlo û Pêşewa Qazî di şert û mercên herî hesas da KDP.Îran kirin du perçe. Her yek ji wan bi sazekê direqise û qatilên Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerfekendî û hezaran şehîdên din jî bi van lîstêkên wan yên zarokane dikenin. Rêya ku îro mamosta Hesenzade û Mistefa Hicrî li ser dimeşin, 180 derce ji armanc, xwezî û hesretên lîderên weke Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî dûrin. Wihaye ku em îro li rojheilatê Kurdistanê bizava siyasî pir lawaz û bêhêz dibînin. Karê ku xweziya herî mezin a rayedarên komara wehştê bû. Lê rewsha rojhilatê Kurdistanê jî wiha namîne û derfetên girîng li ber partiyên siyasî hene ku doza xwe ber bi pêvajoyeke din ve bibin.

/Nupel/