Koçberên Rojavayê re alîkari nakin

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de li ser rewşa kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê ragihand, piştî êrîşên Tirkiyê karesateke mirovî bi serê xelkê Efrîn, Girê Sip û Serê Kaniyê hatiye û xelkê wê deveran koçber bûne, tevî ew niha li cihekî ewle hatine bicihkirin, lê rewşa wan ne baş e.

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de Şêxmûs Ehmed ji K24ê diyar kir jî, li gor karînên Rêveberiya Xweser û sazî û rêxistinên xwecihî, pêdawîstiyên koçberan tên dabînkirin, lê ti sazî û rêxistinên mirovî ti alîkariyên pêwîst bi wan re nekirine û heta Komisyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve bi erkê xwe yê mirovahî ranebûye.

Herwiha got: Li devera Şehba 5 kampên koçberên Efrînê, li kampên Minbic, Tebqa, Reqa û herêma Cizîrê û li dibistanên Hesekê bi sedhezaran koçber hene, lê heta niha ti rêxistinên navdewletî alîkariyên mirovî pê re nekirin û alîkariyên tên kirin, tenê ji aliyê xwebexşan ve ne.

/k24/