Komela Bijîşkên Cîhanê ji bo greva birçîbûnê Erdogan portesto kir

Di 90 girtingehên Tirkîyê de 3200 gîrtî di greva birçîbûnê de ne. Heta niha 6 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî rewşa wan berbi xirabûnê ve diçe.

Komela Bijîşkên Cîhanê (WMA) li ser van geşedanan nameyek ji bo Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di malpera xwe de weşandin. Di vê nameyê de Erdogan hate protestokirin û jê hate daxwazkirin ku pêdivîyên van girtîyan di demeke kûrt de bê çereserkirin.

Ev name Serokê WMA Dr. Frank Montgomery îmza kirîye. Di vê namê de mafê girtîyan wiha tête dîyarkirin:

“Em dixwazin bawer bibin ku, gelo erkdarên girtingehan destûra ava vexwarinê dide kesên ku greva birçîbûnê de ne. Dîsa tiştê ku têkelî ava vexwarinê tê kirin, wek şekir, xwê, vîtamîn û tiştên din ku lê tê zêdekirin gelo didine wan.”

Endamê Yektîya Tabîbên Tirkîyê (Türk Tabîpler Birliği-TTB) Halîs Yerlîkaya weşandina vê namê dema dinîrxîne dibêje di vî alî de sazîya TTB’yê hişyarî da WMA’yê û li ser vî ev hişyarî hate weşandin. Yerlîkaya berdewamîya aqaftina xwe de wiha vana dibêje:

“Li girtingehan ana 3200 kes di greva birçîbûnê de ye. Desthilatîya Tirkîyê di vî alî de hiç gaveke erênî navêje. Em jî endamên WMA’yê ne û me ji vê derê daxwaz kir ku bila balê bikşînîn ser kesên ku di greva birçîbûnê ne. Ewan jî ev name raste rast ji Serokomar Erdogan re nivîsîn. Lê ev çiqas belgeyeke nîv resmî be jî ji bo navê Tirkîyê rastî tiştekî baş nîne.”

Yerlikaya, dadidexuyakirin ku heke demeke kurt de gavek neyê avêtin di girtingehan de wê rewşeke gelek xirab pêk were, pir kes dibe ku jiyana xwe ji dest bide an jî tenduristîya xwe winda bike.

/VOA/