Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir

Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, têkildarî bernameya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku dê bi pêşengtiya berxwedana têkoşer Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bixemilê û şal a YPJ‘ê sembola çalakiyên 8‘ê Adarê be.

Kongreya Star a Rojava bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Çalakî dê bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftin e” bên lidarxistin. Kongreya Star komîteya amadekar a çalakiyên 8‘ê Adarê amede kir. Komîte ji (Yekîtiya Jinên Suryan, jinên Ereb, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn û hin rêxistinên din ên jinan) pêk tê. Têkildarî bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê berdevka  Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd ji Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA‘ê Silava Ebdulrehman re axivî.
Evîn anî ziman ku 8‘ê Adarê roja têkoşînê ye. Evîn Siwêd bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de êrişên anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hin herêm û gund hatin dagikirin. Di van êrişan de bi taybet jin hatin hedefkirin. Di 12‘ê heman mehê de jinên ku li azadî û aştiyê digariyan, Hevrîn Xelef û dayika Aqîde şehîd bûn. Lê tevî vê yekê jinan li hemberî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe dan.”
Evîn Siwêd destnîşan kir ku îsal ji salên din cûda ye û got: “Jin dê cilên folklorî li xwe bikin û dê şal a  şervanên YPJ‘ê bikin sembola şahiyan, bi beşdarbûna hemû pêkhateyan di nava çalakiyan de dê tobloyeke mûzayîk çêbikin.”
Evîn Sêwêd bernameya çalakiyan eşkere kir û got: “Dê bername ji 1‘ê Adarê heta 8‘ê Adarê berdewam bike”
Bernameya çalakiyan wiha ye:
1‘ê Adarê, dê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û kampên li kantona Şehbayê werin dayîn,  her wiha dê Mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê were lidarxistin.
2 û 3‘yê Adarê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîn werin lidarxistin û belgefîlmekî kurt li ser jinan li Reqayê were pêşandan.
4‘ê Adarê dê serdana gundê (Jin war) were kirin, li vir dê bernameyek taybet bi jinan bi rêveberiya gund re were amadekirin. Her wiha li hemû herêman dê meşên meşeleyî werin lidarxistin.
5‘ê Adarê dê paneleke li ser rewşa jin a di aloziya Sûriyê de, li herêma Cizîrê were lidarxistin û serdana goristanên şehîdan werin kirin.
6‘ê Adarê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê pêşangek kelepûrên pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan) û pêkhateyên din vedike.
7‘ê Adarê dê serdana birîndarên şer, Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) û deverên dîrokî werin kirin.
8‘ê Adarê li ser asta kantonan şahî dê werin lidarxistin.
Evîn diyar kir ku mafê rêveberiyên kantonê ne ku çalakiyên wekî din jî lidar bixe.
Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku her sal têkoşîna jinan mezintir dibe, bi taybet jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak. Evîn soza domandina xeta têkoşînê li hemberî hemû astengiyên ku li pêşiya azadiya jinan derdikeve, da.
/MA/
- Reklam -

gündem

Amerika’da 5 dakikada sonuç veren koronavirüs test kiti geliştirildi

Beş dakika içinde kişinin koronavirüs sonucunu veren test kitinin ABD Gıda ve İlaç Dairesi’nden (FDA), acil kullanım izni aldığı...

İran’da Kovid-19 kaynaklı can kaybı 2 bin 517’ye yükseldi

İran'da son 24 saatte yeni tip koronavirüs (Kovid-19) salgını nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı 139 artarak, 2 bin 517'ye yükseldi. Sağlık Bakanlığı Sözcüsü...

Koronavirüs: Dünya genelinde vaka sayısı 600 bini geçti

Dünya genelinde koronavirüse yakalanan insan sayısı 601 bin 519 oldu. Salgın nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı ise 27 bin 441'e yükseldi. Kovid-19 görülen...

Amerika’da 5 dakikada sonuç veren koronavirüs test kiti geliştirildi

Beş dakika içinde kişinin koronavirüs sonucunu veren test kitinin ABD Gıda ve İlaç Dairesi’nden (FDA), acil kullanım izni aldığı...

İran’da Kovid-19 kaynaklı can kaybı 2 bin 517’ye yükseldi

İran'da son 24 saatte yeni tip koronavirüs (Kovid-19) salgını nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı 139 artarak, 2 bin 517'ye yükseldi. Sağlık Bakanlığı Sözcüsü Kiyanuş Cihanpur, devlet televizyonundan, son...

Koronavirüs: Dünya genelinde vaka sayısı 600 bini geçti

Dünya genelinde koronavirüse yakalanan insan sayısı 601 bin 519 oldu. Salgın nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı ise 27 bin 441'e yükseldi. Kovid-19 görülen ülke ve bölgelerdeki yeni vakalara...

Almanya koronavirüs bağışıklık haritasını çıkaracak projeyi başlattı

 Almanya'da, bilim insanları Covid 19'a karşı kaç kişinin bağışıklık kazandığını öğrenmek için 6 farklı kuruluş çatısı altında çalışma başlattı. Yaklaşık 100 bin kişinin kan örneklerinin...

Türkiye’de cezaevi görüşleri 2 hafta daha ertelendi

Türkiye Adalet Bakanlığı, 'koronavirüsle mücadele kapsamında' daha önce cezaevlerinde alınan tedbirlerin süresini Bilim Kurulunun önerisiyle iki hafta uzattığını açıkladı. Türkiye Adalet Bakanlığı, yeni tip koronavirüs (Kovid-19) nedeniyle...

ilgili olabilecek haberler