Koşka Spî û Tehranê vexwandin ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, Koşka Spî û Îranê herdu aliyan bi cuda vexwandin jê re şandine daku serdana wan herdu welatan bike û dibêje, wî hêj dema serdanên xwe yên bo Amerîka û Îranê destnîşan nekiriye. Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, di Korbenda Davosê de ew dê li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bicive.

Di hevpeyvînekê de li gel malpera Al Monitor, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî dike.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, di dawiya sala bihorî de û berî kuştina Qasim Sulêymanî, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di dema serdana xwe ya bo Hewlêrê de, vexwandinnameyek daye wî ji bo ku serdana Koşka Spî bike, lê belê wî hêj dema serdanê destnîşan nekiriye.

Derbarê wê yekê de ku gelo di Korbenda Aborî ya Davosê de, dê Serokê Amerîkayê Donald Trump bibîne, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, divê were zanîn ka Trump îsal dê beşdariyê bike yan na.

Serokê Herêma Kurdistanê di Korbenda Aborî ya Davosê de ku di 21ê vê mehê de dest pê dike û heta 24ê mehê berdewam dibe, beşdar dibe. Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku li Davosê ew dê li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bicive.

Têkildarî serdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Hewlêrê di heftiya bihorî de jî, Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, Ebdulmehdî di wê baweriyê de ye ku divê Amerîkî li Iraqê bimînin, lê belê bi şêwe û rêkxistineke nû, bi taybet ku niha fişareke mezin li ser hikûmeta wî heye.

Derbarê helwesta Herêma Kurdistanê di aloziyên navbera Amerîka û Îranê de jî, Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, Iraq û Herêma Kurdistanê jî dixwazin û bi pêwîst dibînin ku xwe ji aloziyên navbera Amerîka û Îranê dûr bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Herêma Kurdistanê ji Îranê natirse, lê em rêzê lê digirin.” Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ew êrîşa mûşekî peyameke aşkere bû bo hemû aliyan ku Îranê îrade û şiyana wê heye, her cihekê li Iraqê ku bixwaze, bike armanc.”

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, hejmarek berpirsên Amerîkayê amaje bi aramî û rola Herêma Kurdistanê kirin, bi taybet ku aliyên Kurd beşdarî di civîna parlamentoya Iraqê ya taybet bi derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê de nekirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, David Schenker ji ber wê helwesta Kurdan, heftiya bihorî tenê serdana Hewlêrê kir û neçû Bexdayê. David Schenker paşê di daxuyaniyekê de ji medyayê re got, Hewlêr ji bo Amerîkiyan cihekî parastî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê wê yekê de ragihandiye, “Herêma Kurdistanê wek statuyeke destûrî di çarçoveya Iraqê de hertim xwedî ‘pêgeheke taybet’ e, lê belê siyaseta Amerîkayê nehatiye guhertin û heta niha siyaseta ‘Yek Iraqê, Yek Siyasetê’ cîbicî dike. Herêma Kurdistanê jî heman siyaseta Amerîkayê heye, di cîbicîkirina siyasetekê bo tevahiya Iraqê de.”

/rudaw/