Li Bakurê Kurdistanê seferberiya Kurdî dest pê dike

Tora Ziman û Çanda Kurdî daxuyaniyek ji raya giştî û çapeminiyê re belav kir û tê de ragihand, Polîtîkayên pişaftin û yekdengîyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xetereyên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin.

Li Diyarbekir ji aliyê Tora Ziman û Çandan ve komcivîneke berfireh hatibû lidarxistin. Nêzî 300 lêkolîner, nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser pêşvebirina zimanê Kurdî guftûgo kiribû. Beşdarên komcivînê navê wê tore bo Tora Ziman û Çanda Kurdî guhart.

Daxuyaniya Tora Ziman û Çanda Kurdî wiha ye, ku di konferanseke rojnamevanî de li Diyarbekirê ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev ve hate xwendin.

Ji bo çapemenî û raya giştî

Polîtîkayên pişaftin û yekdengîyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xetereyên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal û bernameyeka karîger heye.

Wekî hûn jî dizanin di 22-23yê Mijdara 2019an da komxebata Tora Ziman û Çandan hatibû pêkanîn û li ser mijarên zimanî û çandî, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û ji alîyê 45 kesan ve bangewazîya pêkanîna komcivîneka berfireh hatibû kirin. Piştî wê bangewazîyê di 11-12ê Rêbendanê da li Amedê bi beşdarîya nêzî 300 kesên kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî komcivînek hat lidarxistin û du rojan mijarên curbicur hatin gengeşekirin.

Di komcivîna 1emîn da mijarên wek mafên zimanî, pêwendîya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda kurdî, astengîyên bingehîn ên li ber ziman û çanda kurdî û rênexşe, statû û rêzikên xebata Torê bi berfirehî hatin gengeşekirin.

Di komcivînê da 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Sazîyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Sazîyên Jinan û Maseya Sazîyên Zarokan hatin avakirin û di maseyên tematîk da mijarên spesîfîk hatin dîyarkirin û li ser mijarên sereke gengeşe hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di raporên maseyan da tesbîtên girîng hatin dîyarkirin û pêşnîyazên çareserkirina kêşeyên ziman û çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Her mase dê xebatên xwe bi awayekî spesîfîk bidomîne û tesbît û pêşnîyazên ku derketin holê di pratîkê de pêk bîne û ji bo berfirehkirina Tora Ziman û Çanda Kurdî hewl bide.

Di komcivîna 2 rojan da bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk hate guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hate dîyarkirin. Her çend Tor, parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî ji xwe ra kiribe armanc jî, hemû ziman û çandên Kurdistanê yên ku rastî polîtîkayên bişaftinê tên jî, dikarin di nav Torê de cih bigirin û xebatên xwe bidomînin û hêzê bidin Torê. Dîsa li ser statûya torê û logoya torê nîqaş û pêşnîyaz hatin kirin û rêveberî û sekreteryaya Torê hate berfirehkirin. Derbarê diyarkirina logoya Torê de amadekarî dê bên kirin û encamên wan dê bi raya giştî ra bên parvekirin. Tor ji xwe ra kirîye armanc ku xwe bigihîne hemû alîyên cuda cuda û lewma jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji beşdarên nû ra vekirîye.

Di komcivînê da hate dîyarkirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberîya ji bo kurdî û gavên şênber bên avêtin. Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda kurdî dikin hate girtin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî di 8ê Adarê, 21ê Adarê roja Newrozê û 21ê Sibatê, 15ê Gulan û rojên taybet da biryara pêkanîna xebatên curbicur hate girtin.

Ji niha pê ve dê xebatên parastin û geşkirina çand û ziman bi hişmendîyeka sivîl û demokratîk, bi bîr û bawerîyeka xurttir bên meşandin. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû sazî û dezgehên sivîl dikin da ku xebatên ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî bi hêztir bikin. Dîsa em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû partîyên sîyasî dikin da ku zimanê xwe yê sîyasetê veguherînin kurdî û li hemberî polîtîkayên pişaftinê, xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin û piştgirîya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bikin. Her wekî din, em bang li gelê xwe dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û hêz bidin hewldana parastin û geşkirina zimanê kurdî.

Di komcivînê da me hewl da ku hemû kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî li hev kom bikin, rêyeka danûstandinê di navbera wan da ava bikin û ji bo êş û kêşeyên ziman û çanda kurdî rêyên çareserîyê peyda bikin. Beşdarbûna 300 kesan ji bo me û ji bo ziman û çanda kurdî şanazîyeka mezin, destkeftîyeka giranbuha ye. Ji bo beşdarbûn û bihêzkirina Torê em spasîyê li hemû beşdaran dikin û hêvî dikin ku komcivîna yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî bibe wesîleya parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî.

/k24/