Li Mosko berpirsên Suriyê û Turkiyê civîyan

Li  Rusiyê , berpirsên pleblindên Ewlehî û hewalgîrî yên Suriyê û Turkiyê civîyan, alyê surî jî daxwaz ji Turkiyê dike pabendî rêkeftinan bibe.

Ajansa fermî ya hikumeta Suriyê SANA ragehand , Evro civîneke sê alî ya Turkî, Surî û Rûsî li Mosko birêveçû , di civînê de serokê Ofîsa ewlehîya niştîmanî ya Surî ‘Elî memluk û alyê Turkî şêwirmendê ajansa hewalgîrya Turkiyê (MÎT)ê Hakan Fîdan, û ji alyê Rûsî ve jî çend berpirsên wî welatî beşdarbûn.

Li gorî SANA. Alîyê Surî daxwaz ji alîyê Turkî kirîye ku pabendî serwerya Suriyê, serixwebûn û yekîtya xaka wê bibe û yekser ji tevaya xaka Suriyê vekşe. ‘Elî Memluk gotîye jî: Pêwîste Turkiyê pabendî rêkeftina Suçî ya derbarê Îdlibê bibe û nemaze jî derbarê valakirina navçeyê ji terorîst û çekên giran û vekirina rêya Heleb-Ladiqîye û Heleb-Hema.

Memluk tekez kirîye ku dewleta Suriyê rijde li ser şerê xwe dijî terorê û rizgarkirina tevaya navçeyên Îdlibê û vegera desthelata dewletê bo wan deveran û vegerandina ewlehîyê bo welatîyên Surî.

/k24/