BİYOGRAFİ

Mestûre Kurdistanî: Helbestkar, nivîskar û rewşenbîra Kurd

Helbestkar, nivîskar û rewşenbîra Kurd a ku yek ji mezintirîn helbestkarên serdema xwe ye, ya ku devîdevî bîst hezar helbest nivîsîne û pirranîya wan helbestan bi zaravayên Goranî û Soranî yên Kurdî ne, hindek helbestên wê jî bi Farisî ne.

Mestûre Kurdistanîya navê xwe yê tam Mahşerefa keça Ebûl Hesen Begê Qadirî di sala 1804’an de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û li bajarê Silêmanîyê yê Başûrê Kurdistanê mezin bûye. Bi xwe keça binemaleke desthilatdar a devera Erdelan bû û di nava gel de bi navên Mestûre û Mestûre Kurdistanî hatiye naskirin. Wê perwerdeya wêjeyên Farisî û Erebî û fiqha Îslamî wergirtiye, di heyna xwe de bûye yeke zane û şareza û di civatên wêjeyî de bi pakî navê wê hatiye hildan û xelqê pesnê wê daye. Hevserê wê Xusrew Xanê parêzgarê Sineyê jî yekî helbestkar bûye ku bi Farisî helbest nivîsîne.

Mestûre Kurdistanîyê di xweşîya xwe de li gel helbestkarên serdema xwe yên wekî Nalî û Yexmayê Cundeqî peywendî çêkirine û Nalî di dawîya temenê xwe de helbestek li ser wê nivîsîye û pesnê hebûna wê û helbesta wê daye.

Mestûre Kurdistanîya ku nimûneyeke geş e bo jinên Kurd nivîskara van berheman e: Dîwana Mestûre, Mêjûya Erdelan û Namîlkey (Eqayîd û Şer’iyat).

Benzer Haberler

Memed Uzun: Mirov nikare tovê xwe bavêje axeke bîyanî

nupel haber

KEMAL SUNAL

nupel haber

ADİLE NAŞİT

nupel haber

Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov

nupel haber

ŞENER ŞEN

nupel haber

Mûsa Anter: Navekî sembol û şexsîyeteke nemir

nupel haber