Navê DAIŞ’ê ewil kirin OSO û piştre kirin MSO

Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar, beriya ku dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bikin li şûna OSO  “Arteşa Niştimani ya Suriyê-ANS/MSO (Ceyşül Wetenî) îlan kir û wekî mertal da pêşiya TSK’ê û dest bi êrîşan kir. Her çend Erdogan û Akar îdîa bikin ku tu eleqeya wan û DAIŞ’ê bi hev tune ye jî bi belgeyan derket holê ku heta niha navê 76 kesên ku berê di nava DAIŞ’ê de bûn, di nava MSO de cih girtine.
Tirkiye bi fermana Serokomar û Serokwezîrê AKP’ê Tayyip Erdogan di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Tevî agirbesta di navbera Tirkiye, Rûsya û DYA de êrîşên Tirkiyeyê li ser axa Rojava berdewam dike. Tirkiye di 20’ê Çileya 2018’an de beriya êrîşî Efrînê bike bi hevkariya TSK û OSO artêşek ava kirin û êrîşî Efrînê kirin. Serokomar Erdogan û Wezîre Parastinê Hûlûsî Akar beriya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin jî vê carê navê OSO guhertin û “Arteşa Niştimani ya Suriyê-ANS(Ceyşül Wetenî) ango MSO” ava kirin. Piştî artêşa ANS(MSO) ava kirin di 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşan kirin. Li gorî lekolîn û berhevgirina belgeyan a Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hevî Hesen heta niha belgeya 76 kesan hat tespîtkirin ku berê di nava DAIŞ’ê de cih girtine. ANHA, xwe gihand 76 navên DAÎŞ’î yên ku Tirkiyeye ji bo êrîşên li ser Rojava wekî mertal dide pêş xwe.
Kesên navê wan hatin tespîtkirin li Hama, Suweyde, Humus, Guta û gelek bajarên din sucên mirovahiyê kirine, kujerê Peter Kassîg yê ji DYA’yê revandin û li çolterên Idlîb’ê de  serê wî jêkirin û dîmenê li ser youtube belav kir Sofyan El Qişhim jî tê de heye. Dîsa navê kujerê Hevrîn Xelef Ebû Sedam El Ensarî jî di nava vê lîsteyê de derbas dibe. Ev kesên ku di nava DAİŞ’ê de sucên şer kirine rêka hemûyan jî li ser xeta Haleb-Azez’ê gihiştiye komên çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê tên destek kirin. Niha jî li Serekaniyê û Gîrên Spî tevî Tirkiyeyê êrîş dikin. Bi du awayî lîsteya ku em pêşkêş bikin DAÎŞ’î çawa bûne ANS bi awayeke eşkere dide nîşandan.
1 – Basil Mihemmed Elelî: nasnav Telha 
Li Suriyê bajarê Humus dayîkbuye. 23 saliye. 2013 de tevlî DAÎŞ bûye. 2017’yan de li Haleb’ê derbasî tûmena Hamza ya ji aliyê Tirkiyeyê tê destekkirin bû. Niha li Sûlûk bi navê ANS (arteşa niştimaniya suriyê) şer dike.
2 – Basil Xesan Elesûra: Nasnav Ebû Ûsame Elşamî
Sala 1993 li Şam’ê dayîkbûye. 2012 li Gûta tevlî El Nusra bû. 2014’yan de derbasî Siwêdê’ye bû û li vir tevlî DAÎŞ bû. 2016’yan de bi navê DAÎŞ tabura Emîn Xarîcî avakir û bû Emîrê vê tabûr ê. 2017 derbasî Tirkiyê bû. Bi tûmena El Hamza re tevlî dagirkeriya Efrîn’ê bû. Niha li Girê Spî bi dewleta Tirk re ye.
3 – Beşar Simîd: Nasnav Ebû Îslam El-Qelemûnî
Sala 1994 girêdayî Şam’ê El Nebîk dayîkbûye. 2014’yan de tevlî DAÎŞ bû. Li Temdûr û Tenef’ê tevlî şer bû. 2017’yan de derbasî Idlîbê ji vê derê jî bi Ebû Eymen El Iraqî re derbasî Tirkiyê dibe. Koma çete ya Ahrar Al-Sharqiya weke fermandarê tabûrê tevlî dagirkirina Efrîn’ê bû. Niha li Serêkaniyê ye.
4 – Beşîr El-Emûrî: Nasnav Ebû Ehmed El-Tedmûrî
1990 dayîkbûye. 2014 yan de li Humus tevlî DAİŞ bûye. 2017’de derbasî Ezaz’ê bûye. Tugaya Sultan Murat ya ji aliyê dewleta Tirk hatiye avakirin de tevlî dagirkirina Efrîn’ê bû. Niha li Serêkaniyê ye.
5 – Ebdelah Ehmed Elebdelah : 
Ji Humûs’ê ye sala 1991 dayîkbûye. 2014’de tevlî DAİŞ bûye, di xebatên rêxistinê yên îstîxbaratê de cih girtiye. Li Tenef’ê balafirgeha girêdayî koalîsyona navnetewî êrîş pêaniye. Piştre revî Gûta. Navê wî tevlî gelek buyerên dizî û talanê bûye. 2016’de derbasî qadên di bin kontrola Tirkan bû û li vê derê tevlî Tûmena El Hamza bû. Niha li Serêkaniyê ye.
6 – Ebdelah El-Şimerî: Nasnav Ebû Telha El-Şimerî
20 saliyê, girêdayî Suriye bajarê Temdur li gundê El Soxna dayîkbûye. 2015’de li Dêrezor’ê tevlî DAİŞ bû. 2018’de derbasî Halep’ê bû û girêdayî dewleta Tirk koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spî ye.
7 – Ebdelah Elzirêr: Nasnav Ebû Cehfer
1991 li Humus dayîkbûye. 2012’de tevlî El Nusra bûye. 2014’de li Şam’ê derbasî DAİŞ’e dibe. Li Şam, Halep û Elbitir’ê de tevlî şer bûye. 2017’de derbasî Tirkiye dibe û li vêderê perwerdeya leşkerî dibîne. Di bin kontrola MİT’ê de koma çeteyên Lîwa El Îslam avakir. Bi vê komê re tevlî dagirkirina Efrînê bûye. Niha li Girê Spî ye.
8 – Ebdelah Mihemed Eliwêd: Nasnav Ebû Seyîf Elhelebî
1989’de girêdayî Halep’e li Sifîra’da dayîkbûye. 2015’de Halep’ê  tevlî DAİŞ’ê bûye. 2016’da li ser malpera xwe ya twitter’ê wêneyên xwe yên li Tebqa li ser doçkayê parvekiribû. 2017’de derbasî İdlib’e dibe ji vêderê jî diçe Tirkiye. Di bin wêneriya arêşa Tirkan li Tûmena El Hamza perwerdeya leşkerî dibîne. Niha li Girê Spi ye.
Di wêneyê de kesê bi navê Abdullah re di nava artêşa Tirk de bi hevre ne.
9 – Ebdelah Mihemed El-İnizî: Nasnav Ebû Mihemed El-Cezrawî.
Ji Suudî Arabîstan bajarê Riyad’ê ye dayîkbûye, 27 saliye. 2015’de bi rêka Tirkiyê tevlî DAİŞ’ê bûye. Li Reqa û Humus’ê şer kiriye. Bi tabûra Ûsûd El-Ednanî re tevlî şerê Minbic’ê bû. 2018’de derbasî Ezaz’ê bû. Piştre bin kontrola dewleta Tirk de tevlî Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spi ye.
10 – Ebdilrehman Mihêmid: Nasnav Qesûre Eldêrî 
1992 li Dêrazor dayîkbûye. 2012’de li Dêrazor’ê tevlî El Nusra bû. Li Dêrazor, Dera û Hama tevlî şer bû. 2015’de dema li Hama yê Emîrê El Nusra bû û şer dikir van wêneyan di medyaya civakî de parvekiribû. 2016’de koma çeteyên ji aliyê Tirkan de tên destek kirin tevlî Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spi ye .
11 – Nasnav Ebû Fêsel Elnihêmî 
1990 Temdur dayîkbûye.2014’de li Humus’ê tevlî DAİŞ’ê bû. Çekên giran yên DAİŞ’ê bikardianî û perwerdeyên leşkerî dida. Derbasî İdlîb’ê bû û li vêderê bi koma çeteyên Feyleq El Şam re tevlî şer bû. Ji vêderê bi 20 çeteyan ve ji vê komê qut dibe û tevlî Tugaya Sultan Murat dibin. Niha li Serêkaniyê ye.
12 – Nasnav Ebû Omer Elhatim 
32 saliye, li Reqa’nın mintiqa Kesrat Cimha dayîkbûye. 2015’de tevlî DAİŞ dibe. 2017’de li ser Halep’ê re derbasî Ezaz’ê dibe. Bi koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya re li cem dewleta Tirk tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.
13 – Ebû Silêman Elminbicî 
34 saliye li Minbic hatiye dinê. 2015’de li Reqa tevlî DAİŞ dibe. 2017’de derbasş Ezaz’ê dibe, tevlî koma çete ya Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.
14 – Nasnav Ebu Wefa El Tunisî 
35 saliye li Tunus dayîkbûye. Bi ser Tirkiye re 2014’de tevlî DAİŞ’ê bû. Li Reqa Şer-î Emîrê DAİŞ’ê bû. Piştre bi heman erkê veguhestin Dêrazor ê. Endamên çete yên nû re perwerdeya şer-i û leşkerî dida. 2017’de derbasî Ezaz’ê bû û tevlî koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya bû. Di nava vê koma çeteyan de bi nasnavê Ebu Wefa perwerde daye. Niha li Serêkaniyê ye.
15 – Edehem Feteh Elşikerçî
1999 li Suriye bajarê Dêrazorê dayîkbûye. 2013’de li Dêrazor’ê tevlî DAİŞ’ê dibe. Li Soxne, Temdur û Dêrazor’ê tevlî şer dibe. 2017’de derbasî Bab û Ezaz’ê dibe. Li Halep’ê tevlî komên  çete yên ji aliyê Tirk ve tên destek kirin de tevlî şer dibe. Niha li Serêkaniyê ye.
16 – Ehmed El-Elî El-Casim El-Omer: Nasnav Ebu İselam El-Şami
28 saliye ji Suriye navçeya El Kesrat dayîkbûye. 2015’de ji Reqa tevlî DAİŞ’ê dibe. Çekên giran bikaraniye, 2017’de derbasî El Rai’ye dibe ji vêderê jî tevlî Ahrar al-Sharqiya dibe. Niha li Girê Spî ye.
17 – Ehmed Elhamid: Nasnav Ebû Furat Elhimsî 
1994 li Suriye bajarê Temdur hatiye dinê. 2015’de tevlî DAİŞ’ê bûye. Sabotajciyê DAİŞ’ê ye. 2017’de derbasê Ezaz’ê dibe û li vêderê tevlî Tûmena El Hamza dibe.
Di wêneyê yekemîn de li DAÎŞ di wêneyê duyemîn de li cem çeteyên Tirk’an xuya dike.
18 – Ehmed Xalid El-Rehmûn: Nasnav, Ebû Mariya El-Ensarî 
1993 li Şam’ê tê dinê . 2013’de tevlî artêşa azad ya Suriyê dibe. Di çerçoveya bernameya perwerde – arastekirinê de di bin wêneriya DYA-Tirkiyê de perwerdeya çekan dibîne. 2014’de ji artêşa azad vediqetê û tevlî DAİŞ’ê dibe.
2016’de derbasî İdlîb’e dibe, piştre jî derbasî Tûmena El Hamza dibe. Ji Mistefa El-Lobnanî perwerdeya çeka dibîne. Niha li Girê Spî ye.
Hem li cem DAİŞ û hem jî li cem El Hamzat du wêneyên wî hene.
19 – Elî Hesen Taha: Nasnav, Ebû Dewle Harûn
27 saliyê li Dêrazor’ê taxa Miwezfîn hatiye dinê. 2015’de li Şedade tevlî DAİŞ’ê bûye.  Ew hawanciyê DAİŞ’ê bû. 2017’de derbasî Ezaz’ê dibe, tevlî koma çete ya bin wêneriya Tirkan Ahrar al-Sharqiya dibe. Niha liSerêkaniyê ye.
20 – Erwa Eshed Eldihêfis: Nasnav Ebû Semîr Elhimsî. 
Girêdayî Humûs’ê gundê Elxinêfis dayîkbûye. 2014’de tevlî DAİŞ’ê bûye. Li Humûs, Siweda û Tanaf’ê tevlî şer bûye.  2017’de çûye Tirkiyê. Cem Tugaya Sultan Murat bi navê dewleta Tirk li Bab’ê tevlî şer bûye. Piştre dîsa di bin desteka dewleta Tirk de derbasî koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi tevî vê komê tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû.
Di wêneya yekemîn de dema bi navê DAÎŞ şer dikir, yê duyemîn de komên çeye yên ji aliyê Tirkan de tên destek kirin de tê dîtin
21 – Fayiz Elebid Elkerîm: Nasnav Ebû Fatime Elreqawî.
23 saliye li Reqa dayîkbûye. 2014’de tevlî DAİŞ’ê bûye. Li cem DAİŞ’ê berpirsyarê cepxanê bû. 2018’de tevlî Tûmena El Hamza bû û tevlî şerê dagirkirina Efrin bû. Niha li Serêkaniyê ye.
Wêne dema ku li cem DAÎŞ şer dikir hatiye kişandin.
22 – Fedî Qoseyî Sultan: Nasnav Ebû Tirab Elşamî
23 saliye li Şam’ê hatiye dinê. 2015’de tevlî DAİŞ’ê bûye. Reqa, Humus û Dêrazor’ê tevlî şerbûye. 2017’de li ser Haleb’ê derbasî Ezaz’ê bûye û piştre tevlî Ahrar al-Sharqiya bûye. Niha li Girê Spî ye.
Di wêneyê de dema li cem DAÎŞ şer dike.
23 – Fehid Selûm El-İdlibî: Nasnav Ebû Elî Hewaciz. 
27 saliye li İdlîb’ê hatiye dinê. 2014’de li Reqa tevlî DAİŞ’ê bûye. 2017’de derbasî milê di bin kontrola dewleta Tirk dibe tevlî koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Piştre jî bi artêşa dewleta Tirk re di êrîşên dagirkirinê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.
Ev wêne dema ku li cem DAÎŞ’ê şer dikir.
24 – Fehid Xelef El-Elî El-Seyid: Nasnav Seyîf El-İslam.
1998’de li Girê Spî hatiye dinê. 2015’de li Reqa tevlî  DAİŞ’ê dibe. Li Reqa û Dêrazor’ê tevlî şer bû. 2017’de derbasî Ezaz’ê dibe û tevlî Tûmena El hamza dibe. Tevî vê koma çeteyan tevlî dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.
Ev wêne dema cem DAÎŞ şer dikir hatiye kişandin.
25 – Fehid Xelef Nercis: Nasnav Ebu Xewle Mudadat
23 saliye li Dêrazor dayîkbûye. 2014’de tevlî DAİŞ’ê dibe. Li Reqa Dêrazor’ê tevlî şer dibe. 2017’de derbasê Haleb’ê dibe û li vir tevlî Ahrar al-Sharqiya dibe. Tevî vê koma çete ve tevlî dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Sûlûk e.
26 – Ferec Ehmed Elseyîd: Nasnav Ebû Ebas Elêraqî
Li Dêrazor hatiye dinê. 2014’de tevlî DAİŞ’ê dibe. Tevlî şerê Dêrazor û Reqa dibe. 2017’de derbasê Haleb’ê dibe û li vir tevlî koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Di bin wêneriya dewleta Tirk de tevlî dagirkirina Serêkaniyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.
27 – Hemîd Elwan Elhesin: Nasnav Ebû Selha Tew.
23 saliye li Dêrazor dayîkdibe. 2014’de li Hasekê tevlî DAİŞ’ê dibe. Dizane fûze bikarbîne. 2017’de derbasî Ezaz’ê debe li vêderê tevlî çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.
Di wêneyê de dema li cem DAÎŞ şer dikir tê dîtin
28 – Hesen Xelîf El-Omer: Nasnav: Ebû Omer El-Farûq.
19 saliye li Reqa dayîkbûye. 2017’de derbasî Haleb’ê dibe li vir tevlî  çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta Tirk re tevlî dagirkirina Serêkaniyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.
Ev wêne dema ku li DAÎŞ’ê bû hatiye kişandin.
29 – Hesen Xilêf Elhesûnî: Nasnav Ebû Ebdelah Xerîte.
37 saliye li Dêrazor hatiye dinê. 2015’de li Dêrazor’ê tevlî DAİŞ’ê dibe. 2017’de derbasî El Ria dibe, destpêkê tevlî çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe, piştre jî tevlî koma çeteyên Tûmena El Hamza dibe. Di bin wêneriya dewleta Tirk de tevlî dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.
30 – Husam El-İdlibî: Nasnav Ebû Mihemed Elemnî.
37 saliye li İdlîb’ê hatiye dinê. 2014’de li Reqa tevlî DAİŞ’ê bû. 2017’de derbasî Ezaz’ê dibe û li vir tevlî çeteyên dewleta Tirk dibe. Bi çeteyên Ahrar al-Sharqiya re tevlî şerê dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.
Ev wêne dema ku li DAÎŞ’ê bû hatiye kişandin.
31- Huzeyîfa Sehid: Nasnavê wî, Ebu Zêd
Li navçeya Kesra Cumha ya girêdayî Reqayê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Reqayê tevlî DAIŞ’ê bû, li cem DAIŞ’ê şer kir. Di sala 2017’an de ji navçeya Hezîma ya Reqayê derbasî Ezazê bû û tevlî Tugaya Sultan Murad bû. Niha li gel koma Ehrar El Şerqiye li Girê Spî ye.
32 – Macîd El Xalid (Hec Macid): Nasnavê wî, Heci Ebu Omer El Ensarî
Di sala 1983’yan de li Humsê hatiye dinê. Di destpêka şerê navxweyî yê Suriyeyê de di nava koma Liwa El Heq de li navçeya El Igerbat a girêdayî bajarê Hamayê bû. Di sala 2014’an de li Hamayê tevlî DAIŞ’ê bû. Yek ji kesên ku di rêxistinkirina Hamayê de cîh digirt bû û emîrê leşkerî yê parêzgeha Hamayê bû. Bi Tirkan re pêwendî (Têkilî) çêkir û bi koma xwe re çû Idlibê. Li Idlibê jî bû berpirsyarê Tumena El-Hemze û li gel Tirkan êrîşî hêzên QSD’ê kir. Niha li Serêkaniyê ye.
33- Mesna Xelîl El Hesen: Nasnavê wî, Ebu Aîşe El Tibnî
25 salî ye, navê dayîka wî Xedîce ye. Di sala 2013’an de li navçeya Til Tibnî ya girêdayî Dêrazor tevlî DAIŞ’ê bû û li eniyên Dêrazorê cîh girt. Heta sala 2017’an li navçeya Suxna berpirsyarê komek leşkerî bû. Piştre reviya navçeya Raî ya girêdayî Helebê û tevlî koma Usud El Şerqiye bû.  Niha li Girê Spî ye.
34 – Mihemed Asim El Sebra: Nasnavê wî, Ebu El Hari El Ensarî
Di sala 1996’an de hatiye dinê. Di sala 2104’an de li bejahiya Humsê tevlî DAIŞ’ê bû. Li Şamê girêdayî emîrê bi navê Ebû Mihemed di qada teknîkê de kar dikir. Di destpêka sala 2017’an herêma baregeha Tenef a Amerîkayê tevlî Artêşa Azad bû û ji leşkerên Amerîkayê perwerde girt. Piştre li Ezazê hat erkdarkirin û piştî 3 mehan tevlî Tumena El Hemza bû. Di dagirkeriya Efrînê de cîh girt, niha jî li Girê Spî ye.
35-Mihemed Besam Misto
Di sala 1995’an de li Idlibê hatiye dinê, navê dayîka wî Nura ye. Di sala 2015’an de li herêma Cisir El-Şixur tevlî El-Nusrayê bû. Di sala 2017’de tevlî Tumena El Hamza bû û niha li gel Tumena El Hamza li Silûkê dimîne.
36 – Mihemed Ehmed Siwês: Nasnavê wî, Ebu Ehmed El Humusî ye.
 Di sala 1995’an de li Humsê hatiye dinê. Sala 2015’an li Şamê tevlî DAIŞ’ê bû. Di êrîşên Bitir-Tenef û Tedmur de cîh girt. Piştre tevlî koma Ehrar El Şerqiye bû û ji Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî girt. Piştî perwerdeya leşkerî di êrîşên Efrîn û Şehbayê de cîh girt. Niha li Girê Spî ye.
37 – Mihemed Elbedireh: Nasnavê wî Ebu Cilêbib e. 
Sala 1994’an li Humsê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Humsê tevlî DAIŞ’ê bû û di êrîşên Şehar, Teyfur û Cezra de cîh girt. Di sala 2017’an de bi riya yekîneya ewlekariyê ya bi navê Beşaîr çû Ezazê. Sala 2018’an tevlî Tumena El Hemze bû û di êrîşên ser Şehbayê de cîh girt. Niha li Serêkaniyê ye.
Wêneyê ku nîşan dide Mihemed di nava DAIŞ’ê de ye. Wêneyê ku nîşan dide niha di nava Tugaya Sultan Murad de ye.
38 – Mihemed El Hemdan: Nasnavê wî: Decane El-Êraqî
Sala 1980’yna li Iraqê hatiye dinê. 2003’yan derbasî Suriyeyê bû û li Humsê bicîh bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê ye. Li wîlayeta Sehra emîrê leşkerî bû. Di êrîşên ser Hums, Şam û Hemayê de cîh girt. Sala 2017’an ji Hemayê derbasî Idlibê bû û Tabûra Siqûr Elbadiyê ya girêdayî koma Sultan Murad ava kir. Piraniya endamên koma wî ji DAIŞ’iyan pêk dihat. Bi vê komê re tevlî dagirkeriya ser Efrînê bû. Niha li Girê Spî ye.
Wêneyê ku nîşan dide Mihemed Elhemdan di nava DAIŞ’ê de cîh girtiye. Wêneyê ku nîşan dide niha di nava Tuguya Sultan Murat de cîh digire.
39 – Mihemed Enes El-Êbêd: Nasnavê wî: Enes El-Herbî
Di sala 1995’an de li Humsê hatiye dinê. 2015’ah yi Humsê tevlî DAIŞ’ê bû û di êrîşên ser Tedmur, herêma Tenef, Heqil Elşahir de cîh girt. Sala 2016’an di Emîn Xaricî (Ewlekariya derve) de hat erkdarkirin. Piştre tevlî Tugaya Sultan Murad bû. Li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît. Tevlî koma Ehrar El Şerqiye bû. Di êrîşên ser Efrîn û Til Rifat de cîh girt. Niha li Girê Spî ye.
Wêneyê ku nîşan dide Mihemed Enes El Êbêd di nava DAIŞ’ê de cîh digire. Wêneyê ku nîşan dide di nava komên girêdayî Tirkiyeyê de cîh digire.
/MA/