Nazeri konsêrtên xwe yên li Îranê betal kir

Hunermendê Kurd ê navdar Şehram Nazerî ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber xistina balafira Ukraynayê ji aliyê Îranê ve, weke bertek tevahiya konsêrtên xwe yên li wî welatî diyarkirî, hilweşandin.

Şehram Nazerî ku heta niha 40 albûm derxistina û çend xelatên girîng ê navnetewî bidest xistine, ji ber balafira Ukraynayê ya li Tehranê hat xistin, tevahiya konsêrtên xwe yên li Îranê betal kirin.

Endamê orkestraya Nazerî, Ferzad Şaswarî ji Rûdawê re ragihand ku biryara hilweşandina konsêrtên xwe weke bertek piştî xistina balafira Ukraynayê ji aliyê Îranê ve da.

Ferzad Şaswarî got: “Şehram Nazerî ev biryar weke rêzgirtina bo qurbaniyên bûyerê da.

Derbarê bûyerê de Nazerî gotibû: “Vê bûyerê ez gelek xembar kirim. Lewma ez konsêrtên xwe yên li Tehran, Îsfahan û bajarên din ên Îranê betal dikim. Ez niha ji bo konserên nû nikarim demê diyar bikim.”

Hunermendê Kurd pêştir jî ji ber êrişên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê, li ser Rojavayê Kurdistanê konsêrta xwe ya li Tirkiyê hilweşandibû.

/rudaw/