GÜNDEM KURDÎ

Niviskar û lêkolînerê Kurd Ehmedê Dirihî wefat kir

Nivîskar û lêkolîner Ahmet Kasimoglu yê bi navê Ehmedê Dirihî tê naskirin koça dawiyê kir.

Nivîskar, lêkolîner û kedkarê ziman û çanda Kurdî û  bi taybetî jî yê  zaravayê Kirmançkî(Zazakî), Ehmedê Dirihî ku demeke dirêj bû ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro Duşemê (13.05.2019) li mala xwe ya Amedê wefat kir.

Cenazeyê Dirihî bo gundê wî Çikaniya ser bi Çewlîgê ve hat veguhistin.

Ehmedê Dirihî li zankoya beşa endezyariyê xwendiye. Pisporiya wî li ser nebatên Kurdistanê ye.

Ehmedê Dirîhî bi salan li gundên Kurdistanê geriya bû û piştî 14 salan xebat “Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî”  û çap kiriye.

Di ferhanga wî de navên nebatên Kurdistanê bi 3 zimananên Kurdî, Tirkî û Latînî hatiye nivîsandin.

/rudaw/

Benzer Haberler

Mısır’da referandum : Sisi’nin 2030’a kadar iktidarı öngörülüyor

nupel haber

HDP: Türkiye iş cinayetlerinde Avrupa birincisi

nupel haber

İtalya: Mültecileri kurtaran sivil toplum kuruluşlarına ceza talebi

nupel haber

Ayhan Bilgen: 5 gündür mazbatalarımızı alamıyoruz

nupel haber

ABD’den Bağdat’a İran baskısı

nupel haber

Alan Kurdi gemisi 5 gündür denizde bekletiliyor

nupel haber