GÜNDEM KURDÎ

Osman Aytar : Ji Alîşêr ji bo Zarîfe: “Ey canan bi eşqa te jî hatim…”

Navê wan Alîşêr û Zarîfe bû, du Kurdên dilsoz, mêrxasek û jinxasek. Ew mirovên hev bûn û bi hev re zewicîbûn, Alîşêr di gel siyasetê Kurdekî helbestvan, sazbend û dengbêj bû, Zarîfe jî Kurdeke di warê jiyana sosyal de, di warê şiyarbûna neteweyî de jineke li gorî dema xwe gellek pêşketî jinxaseke wê demê bû. Tekiliyên wan wekî du hevalan bû û ji ber vê jî ji hevdu re digotin ‘heval’.

Ji rojan 9ê Tîrmeha 1937an bû. Alîşêr, Zarîfe, xwarziyekî Alîşêr, Sabrî û pîreka wî, li Dêrsimê, li Çiyayê Tûjikê li Şikefta Palaxînê bûn ku berê vê demek li ser daxwaza Seyid Rizayî li wir bicih bûbûn. Dewleta Romê ji zuda ve biryara kuştina wan dabû. Wekî tê zanîn piştî têkçûna serîhildana Koçgirîyê, di 1921an de Alîşêr û Zarîfe çûbûn Dêrsimê, li gundê Seyid Rizayî bicihbûbun. Alîşêr li wir nivîsandina helbestan dewam kiribû, di warê doza Kurd û Kurdistanê de jî li gor îmkan û rewşê hin tişt kiribûn. Di destpêka serîhildana Dêrsimê de wan biryar dabûn ku ji ber talûkeyên ji bo wan herin li Çiyayê Tûjikê li Şikefta Palaxînê bicih bibin. Dewleta Romê bi riya hin ’kurmên darê’ ji wan hay bûbû.

Bi riya Rayberê Qop (Rehber) ku biraziyê Seyid Riza bû û di destpêka 1933yan de di qetilkirina kurê Seyid Rizayî, Bava Îbrahîm de rol girtibû, vê carê neviyê apê Seyid Rizayî, Zeynel ’qanih’ kiribû ku Seyid Riza û Alîşêrî bikuje. Zeynel û çend mirovên wî berê xwe dabûn gundê Seyid Rizayî ku pêşî wî bikujin.

Lê li herêmê êdî agahdarî belav bûbûn ku Zeynel jî bûye mirovê dewletê. Ji ber vê yekê wexta Seyid Riza wan dibîne xwe didin aliyekî. Zeynel û mirovên wî tên û pirsa Seyid Riza dikin, lê gundî wekî ku Seyid Riza ji wan re gotiye dibêjin. Li ser vê yekê Zeynel û mirovên wî berê xwe didin Şikefta Palaxînê ku li wir Alîşêr û Zarîfeyê bikujin.

Wê demê du kurên Seyid Rizayî jî, Şêx Hesen û Şahan Axa, li Çiyayê Tujîkê li Toputan diman. Seyid Riza hema mirovekî xwe dişîne ba wan ku bibêje Zeynel bi hin mirovên xwe li herêmê ne û ew him dive xwe biparêzin, him jî hinekan ji bo parastinê bişînin ba Alîşêr û Zarîfeyê. Lê Zeynelê xayin û mirovên wî zûtir digihîjin şikefta Alîşêr û Zarîfeyê. Talûke mezin e, ji ber ku haya Alîşêr û Zarîfeyê ji agahdariyên nû tuneye ku Zeynel jî bûyê mirovê dewleta Romê. 

Wexta ku Zeynelê xayin û mirovên wî tên, Zarîfe û Alîşêr ji dûr ve wan dibînin. Zarîfe xanim dikeve şikê û ji Alîşêr re dibêje, ”Ev hatin ne ji bo xêrê ye, divê em bi tedbîr bin”. Lê Alîşêr dibêje, ”Binêre hevalê, li pêşîya wan kirîbê me Zeynel heye”. Li ser vê zêde munaqeşe nakin û dixwazin pêşwaziya wan bikin.

Li ser dema kuştina Alîşêr û Zarîfe agahdarîyên cuda hene. Li gorî yek ji wan, çawa Zeynel û mirovên wî nêzê şikeftê dibin, hema gullebaran dikin û Alîşêr bi gulleyên Mistoyê Surê dikeve erdê. Zarîfe sîleha xwe dikşîne û bera Efendî dide û du re jî bi kujerê hevalê xwe ve dikeve şer. Zeynel di vê navberê de nêzî wan dibe, him Zarîfeyê him jî Sabriyê xwarziyê Alîşêr dikuje. Pireke Sabrî jî di vê navberê de beyî ku bala wan bikşîne direve daristanê û xwe xelas dike.

Zeynel û mirovên wî serê Alîşêr, Zarîfe û Sabrî jêdikin hemû dokumanan digrin û diçin ba Rayberê xayin ku li gundekî nêz li bendeyê wan e. Ji wir bi hev re diçin Elezîzê, li qerargeha Mufetîşê Umûmî yê Çarem, Korgeneral Abdullah Alpdoğanî. Li wir Albay Nazmi Sevgen ku wê demê ew jî li wir bûye pêşwaziya wan dike û wan dibe ba Alpdoganê ku du re qetlîamên Dêrsimê bi rêve birin. 

Piştî vê bûyerê, wekî gellek caran bûye, vê carê jî dewlet êdî karê xwe bi van xayinan bicih anîye û dora tasfîyekirina wan hatiye. Li gorî hin agahdariyan Zeynel vê yekê dibîne, li hember dewletê beşdarî şerê 1938an dibe, lê di şer de birîndar dibe û li gorî gotinan marek jahrê xwe bi birîna wî dide û ew bi vê birînê dimire. Li gorî hin çavkaniyan jî ew ji aliyê dewletê ve hatiye dardekirin. Rayberê xayin jî di sala 1938an de li ser pirseke ”malî” bi tevî kurên xwe ji aliyê dewletê hatine kuştin.

Wekî tê zanin, bûyerên weha ku ”kurmên darê” rolên girîng lîstine pirr in, lê pîrrî caran ew ”kurmên darê” jî wexta ”karên xwe” kirine hatine tasfîyekirin. Divê em çi bikin bikin van bêbextiyan, him yên dagirkeran û him jî yên ‘kurmên darê’ qet tu carî jibîrnekin. 

Bi beşek ji helbesta Alîşêr ku ji bo serdiliya xwe, jinxaseke dema xwe Zarîfe xanimê nivîsandiye, şehîdên me yên vê rojê Alîşêr û Zarîfeyê, û Sabriyê xwarziyê Alîşêrî, bi hezkirin û hurmet jidil bibîr tînim:

Ey canan bi eşqa te jî hatim
Demê te yad mekim, çi bikim?
Ji hisna te re ez jî mat im
Lê ez feryad mekim, çi bikim?

(…)

Teqî bere yarê te ye
Dijminê axyarê te ye
Maîlê didara te ye
Ez jî bi te xeşat mekim, çi bikim?

Çavkanî:
Ev nivîs versîyoneke kurt a vê nivîsa min a bi awayê ”çîrok” e:
Aytar, Osman (2015). Salvegera kuştina qehremanên me Alîşêr û Zarîfe: “Kurmê darê ne ji darê be, dar narize”. Stockholm: Kurdinfo û Facebook.

 

Benzer Haberler

İran savaş uçakları Sidekan’ı bombaladı

nupel haber

KCK Başkanlık Konseyi üyesi Diyar Garip hayatını kaybetti

nupel haber

Necefi eşini öldürdüğünü itiraf etti

nupel haber

Zülküf Peygamberin türbesini soydular

nupel haber

Türkiye, AB ve ABD’nin çöplüğü haline geliyor

nupel haber

Baro’dan çocuk istismarını anlatan kitap için suç duyurusu

nupel haber