Osman Özçelik : Azmûna Muhasiban

 

                     “PTT dê pênc hezar personelan; bê îmtihan, bi mulaqatê bigire kar”                                   (Rojnameyên 05.08.2019)

Di îlona 1980an de pênc generalên totikvala yên ku ne hêjaye em navê wan bi bîr bînin, bi hinceta anîna demokrasiyê (!) darbeyeke leşkerî pêk anîn. Meclîs betal kirin, serokên partiyên siyasî avêtin zîndanan, bi sedan akademîsyen ji kar avêtin, bi sedhezaran kes di zîndanan de, di îşkenceyan de derbas kirin, 50 kes idam kirin. Destê şaredaran ji kar kişandin, wek qayyûm leşkerên emeklî dan ser şaredariyan. Ne tenê şarederî, saziyên dewletê û yên sivîl bi leşkerên emeklî dagirtin. Êdî serokên “heyeta mutewellî ” ya weqf û saziyên aborî hemî leşkerên emeklî bûn.

Civak di nav bêdengiyeke kujer de kerr û lal kirin. Derveyî kurdan tu kes û tu sazîyên berxwedêr nemabûn.

Di wan rojan de Aziz Nesin bi sernavê, “Daxwaznameya Rewşenbîran” daxuyaniyek amade kir ku pergala dîktatoriya generalan bi tundî rexne dikir. Ez jî di nav de, gelek akademîsyen, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên din daxuyanî îmze kirin. Doz li me hemûyan hat vekirin. 

Em di dadgehên leşkerî de dihatin darizandin. Aziz Nesin dev ji muxalefetê û mîzahê bernedabû, pêkenok diafirand. Di sohbeteke me ya çendek îmzekarên daxwaznameyê de, ji me re çîrokek vegot:

Ji bankeyeke taybet re muhasibek lazim dibe. Di rojnameyan de îlan dikin ku dê banka wan, muhasibekî bigirin kar. Di îlanê de, şerd û mercên xwe yên muhasibiyê, mêjûya serlêdanê û roja azmûnê bi tefsîlat diyar dikin. Li gor îlanê; diviya serlêderan zankoya aboriyê qedandibûna, di şîrketeke maqûl de herî kêm pênc salan wek muhasib xebitîbûna, herî kêm bi du zimanê biyanî zanîbûna û filan bêvan…. Dê azmûn, rû bi rû wek mulaqatê pêk bihata.

Gelek kesên ku xwediyê şerd û mercên îlankirî ne, serlêdana xwe dikin û ji bo di azmûnê de biser bikevin, qet nebe di azmûnê de şermdar nebin, rûdinin çi kitêbên aborînasiyê ku di zankoyê de xwendibûn, ji nû ve dixwînin. Bi kelecan li benda roja giran, roja azmûnê dimînin.

Wê sibehê hemû serlêder bi cilên herî nû û bi bêhnên herî xweş û bi duayên jinên xwe, diçin ber deriyê bankê. Muhasibên bawermend nimêja sibê îhmal nekirine. Hêviya ên ku jina wan li dû wan satilek av rijandibûn, bêtir bû. Wan digirin li saloneke fireh didin rûniştandin. Gava heyeta azmûnê di nav wan re derbasî odeya azmûnê dibin, kelecana namzetên muhasibiyê digihîje asta herî bilind…

Dergevanê bankê, banga yekî ji wan dike. Ew yek radibe dide dû dergevan, dikeve odeya azmûnê. Odeyeke fireh a xweşraxistî… Heyeta azmûnê ji sê kesan pêk hatiye. Li ber maseyekê rûniştine, li hember wan ji bo azmûnkaran jî kursîpaleke vala heye. Namzetê muhasibiyê li ser wê kursîpalê didin rûniştin.

Endamên heyetê bi dengekî nerm diaxifin, bi awayekî hurmetkar tevdigerin:

“Navê we?”

“Filan”

Li kaxeza ber xwe dinêrin, kurtejiyana azmûnkar di ber çavan re derbas dikin, “temam,” dibêjin. Dibêjin

“Azmûna me, tenê ji pirsekê pêk tê. Heke hûn zanibin…”

“Kerem kin.”

“Du caran dudo, dike çend?”

“Çar!.. Dike çar ezbenî.”

“Rast e… We pê derxist. Hûn dikarin derkevin.”

“Ewqas!.. Azmûn qediya?”

“Erê, hûn dikarin derkevin.”

Dergevan azmûnkarê duyemîn tîne, dide rûniştin. Piştî bixêrhatinê û kontrola ewraqan. Azmûn dest pê dike.

“Du caran dudo, dike çend?”

Azmûnkarê duyemîn, ecele nake, diavêje aqilan. Çavê xwe yê çepê digre, stûyê xwe bi ber aliyê çepê ve xwar dike, di dilê xwe de dibêje “dudo” çavê xwe vedike, vê carê çavê rastê digire, stûyê xwe bi ber aliyê rastê ve xwar dike, di dilê xwe de dibêje, “derb dudo” paşê bi deng dibêje, “dudo derb dudo…”

“Bersîvê didim ez benî.”

“Keremkin.”

“Du caran dudo dike çar ezbenî.”

“Rast e… We pê derxist. Hûn dikarin derkevin.”

 “Ewqas!.. Azmûn qediya?”

“Erê, hûn dikarin derkevin.”

Azmûnkarê sêyemîn… Heman seremonî, heman pirs. Ev azmûnkar hîn bi tevdîr bû. Zûzûka bersîv nedida. Di serî de, bi çav û stûyê çepê dudo derbî dudoyê çav û stûyê rastê kir. Dît ku bersîv “çar” e. Dilê wî neket cî, bi vêya nehat ser. Ji bêrîka çakêtê xwe kaxez û qelem anî der, nivîsî: 2X2 = 4 dît ku dîsa bersîv “çar” e. 

“Dixwazim bersîvê bidim, ez benî.”

“Kerem kin.”

“Li gor hesabê min, dudo derb dudo, dike çar ez benî.”

“Rast e… We pê derxist. Hûn dikarin derkevin.”

Azmûnkarê çaremîn… Heman seremonî, heman pirs… Vî azmûnkarî ewilî pirs avêt aqilan, paşê bi çav û stû; dudo derbî dudoyan kir, paşê bi qelem û kaxezê hesabê xwe kir. Çi dikir nedikir encama hesabê wî “çar” derdiket. Ev muhasib yekî nûjen bû, ji şopandina teknolojiyê hez dikir. Dem dema teknolojiyê bû. Di wan salan de makîneyên hesaban ên dîjîtal nû derketibûn. Wî jî yek nekiribû dudo ji xwe re makîneyeke wisa, ya biçûk kirîbû. Muhasib, hesabgêr bê makîne nabe digot. Makîneya wî her dem di bêrîkê de bû. Makîneya xwe derxist, pê li tûşa dudo kir, paşê tûşa derbê û dîsa tûşa dudo… Wek encama vî hesabî, li ser ekrana dîjîtal hejmara “4” biriqî. Kêfa wî hat, hesabê wî rast derketibû. 

“Bi destûra we dixwazim bersîvê bidim,” got.

“Kerem kin.”

“Li gor hesabê min û hesabê makînê; dudo derb dudo, dike çar ez benî.”

“Rast e… We pê derxist. Hûn dikarin derkevin.”

Ew jî bi kêfxweşiya serkeftina azmûnê derket derve…

Aziz Nesin vegeriya ser me guhdaran û pirsî: “Li gor we bankê kîjan hesabgêr wek muhasib girt kar?”

Vê carê em fikirîn, me jî avêt aqilan. Ji me hinekan got: “Ê yekemîn!” Hinekan gotin: “Ê duyemîn!” ên gotin, “Ê çaremîn!” pirtir bûn ji yên din. Di navbera me de nîqaşekê destpêkir, me her kesî sedema bersîva xwe diparast, em ketibûn qirika hev, tu nemabû me şerê hev bikira…

Aziz Nesin keniya, “Rawestin… Rawestin,” got. “We kesî pê dernexist!” Em şaş mabûn. 

Got: “Bankê başçawîşekî emeklî wek muhasib girt.”

Aziz Nesin koç kir, ew ji xwe re filitî, çû… Em man di destê kesên “bi avdest” de. 

Heke Aziz Nesin bima û bi çavên serê xwe bidîta ku; xebatkarê “Baxçeyê Heywanan” tenê ji bo ku bi destmêj e, kirine serokê TUBİTAKê (Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknîkî ya Tirkiyeyê) dê bigota tu nivîsa ku vê rewşê bîne ziman nemaye û dê ji qehran dev ji mîzahê û nivîskariyê berda.

PTT dê bi mulaqatê personnelan bigirin kar…

/Nupel/