Osman Özçelik : Hêza mîzahê

Di wêjeya dinyayê de mîzah, cihekî girîng digre. Gelek nivîskarên bi nav û deng li gel berhemên “ciddî” berhemên mîzahî jî nivîsîne. Nivîskarên ku tenê bi berhemên xwe yên mîzahî tên naskirin jî ne kêm in.

Di jiyana me ya civakî de mîzaha devkî pir pêşketî ye. Mîzah, wek pêkenîn, henek, qerf, pêkenok tê bi navkirin. Henekek, pêkenokek kêfa mirov tîne, mirov dikene. Pirtir mirov bi tiştên bi nakok dikenin. Axaftinek, tevgerek derveyî adetê kenê mirov tîne. Hosteyên henekan jîr, bîrtûj in. Di cih de nakokiya di axaftinê de an di tevgerê de dibînin û bi zimanekî pirole balê dikişînin ser nakokiyê, mirovan dikenînin.

Di nav civaka me de pêkenokên devkî çiqas zehf bin jî, di warê pêkenokên nivîskî de em ewqasî lawaz in. Nivîskarên me yên xwerû pêkenokan dinivîsîn jî nîn e. Ango em nikarin behsa wêjeya mîzahî ya kurdî bikin. Di wêjeyê de ev kêmaniyeke girîng e.

Hewldanên weşana kovarên mîzahî jî mixabin ji bêderfetiyê emirqutî bûn. Kovara yekemîn a mîzaha nivîskî û xêzî “Tewlo” tenê 13 hejmar derketin. (1992) Karîkarurîstê kurd ê navdar Halil İncesu gerînendeyê kovarê bû. Karîkaturîstê din ê navdar Doğan Güzel bi xêzên xwe; Musa anter, İsmail Beşikçi, Seydoş Xirabxoş, Selim Canhıraş, Burcu Durusu kovar dewlemend dikirin.

Di sala 1999an de Kovara “Pîne” dest bi weşanê kir. Kovara ku ji du hefteyan carekê derdiket, min jî di quncika bi sernavê “Dilop” de dinivîsî. Mixabin emrê Pîne jî tenê têra 36 hejmaran kir.

Kovareke din a balkêş jî, “Golik”e ku Mehmet Boğatekin (2012) berpirsiyarê kovarê bû. Taybetmendiya Golikê ew e ku li “Girtîgeha F ya Bolu” yê derdiket û ji wir dihat belavkirin. Mîna golikan damxe bikin, her hejmarên Golikê ji aliyê girtîgehê ve damxeya “Hatiye Dîtin” dixwar.

Di sohbeteke me de, Aziz Nesinê ku li Tirkiyeyê wek bavê mîzahê tê naskirin û li cîhanê jî di warê wêjeya mîzahê de, xwediyê cihekî taybet e, gotibû; du beşên mîzahê heye. Yek jê ew e ku mirov guhdarî dike an dixwîne; dikene û derbas dibe. Ev pêkenokên sivik in. Mirov careke din lê guhdarî bike êdî çêja berê nade mirov.

Belê beşeke din a mîzahê heye ku mirovan dihejîne. Ji vî beşî re em dibêjin “Humuor” ango “Mîzaha Reş” Di Mîzaha Reş de; hizir heye, rexneyên giran, nerazîbûn û berxwedaneke bêdeng heye.

Heke civak aciziyên xwe yên di derbarê; adetên kevn ên ne di cîh de, baweriyên olî yên derî mantiqê, zordariya desthilatdariyê û pergala li ser neheqî û newekheviyê saz bûye, nikaribin bi riyeke din biguherin, mîzaha reş diafirînin. Bi vî awayî heta ku pergal hildiweşe, pergalê dixurimînin, lawaz dikin. Aziz nesin ji her du beşên mîzahê gelek mînak dabûn. Derfet hebe rojekê ez ê wan mînakan jî binivîsim.

Min hêza Mîzaha Reş di sala 1994an de li Moskovayê dît. Polîtîkaya Gorbaçov a Glasnost (zelalî, eşkereyî) û Perestroyka (Ji nû ve birêxistinkirin) bi coş didomiya. Gelê rûs bawerdikirin ku ne Emerîka ne jî dewletên rojavayî; wan bi xwe, bi pêkenokan pergala sovyetîk anîne ber hilweşandine. Min bi riya wergera devkî gelek pêkenokên rûs guhdarî kiribû. Dixwazim du mînakan bi we re parve bikim.

Şandeyeke teknîk û aborî ya karkerên soviyetê, ji Moskovayê çûne Emerîka. Wan dibin ber fabrîqeyeke trîmbêlan. Şandeya karkeran dipirsin:

“Ev fabrîqe ya kê ye?”

“A birêz Ford e,” dibêje rehberê wan.

“Ev tirimbêl ên ku baxçê fabrîqê û kolanên bajêr dagirtine hemû yên Ford in?”

“Na, ew ên karkeran in.”

Demekê şûnde, şandeya Emerîka tê Rûsyayê. Ew jî fabrîqeya tirimbêla bi navê “Volga” ziyaret dikin.

“Ev fabrîqe ya kê ye?”

“A karkeran e,” dibêje endamê partiya komunîst. (Tenê tirimbêlek li hewşa fabrîqê ye.)

“Ev tirêmbêla pak a li baxçeyê fabrîqê ya kê ye?”

“A midûrê fabrîqê ye…”

Yeka din.

Dem, dema Stalîn e. Hepsxane hemî dagirtî ne. Du mehkûm li hewşa hepsê bi hevre volta diavêjin, sohbet dikin. Mehkûmê nû ji yê kevn dipirse:

“Rêheval, te çend sal xwariye?”

“Bist sal…Le çend sal dane te?”

“Bîst sal dan min jî”

“Sûcê te çi bû?”

“Hîîç…”

“Naa!.. Ceza hîçê deh sal e.”

 

/Nupel/