Osman Özçelik : Me Xezala Xwe Azad Kir

Me partiya sêyemîn ava kiribû. Helbet ne ji kêfî… Du partiyên me hatibûn qedexekirin. Di wan rojan de, ji me kurdan re avakirina partiyekê çiqas zahmet bû, hew Xwedê dizane. 

Navenda Partiyê, li bajarekî Tirkiyeyê avakirina şaxekî partiyê dabû ser milê me sê kesan. Ez, hevalekî sosyalîst ê ne kurd û Tûjo. Karê me çiqas zahmet bûya, meşa bi Tûjo re jî ewqasî zahmet bû. Qey di qedera me de hebû, me ê bikişanda.

Li wî bajarî du nasên min ên kurd hebûn. Yek textor, yek jî ebûqat. Min telefon kir ku em ê biçin li wir partiyê ava bikin. Kirin çinpin; “Li vir nabe,” digotin. Tu kesên ku li wir bikaribin karê partiyê bimeşînin tunebûye, çûna me beleheq bûye. Me di telefonê de dirêj nekir. Çi dibû çi nedibû…

Ji ber axaftinên telefonan serê gelek kesan ketibû belayê. Camêran em neşikandin, bêdil be jî gotin, “De hûn zanin… Werin. Em ê ji we re civînekê amade bikin.”

Piştî hefteyekê em li wî bajarî, li Komeleya Mafê Mirovan (KMM) civiyan. Em zêdeyî bîst kesan bûn. Beşdarî ne xerab bû; textor, ebûqat, du rêveberên partiya berê, du mamosteyên kurd ên teqawîd, heft-heşt karkerên kurd, çar çepgirên wî bajarî. Û du kesên din. Ew jî endamên KMM bûne, meraq kirine, hatine ew jî rûniştine.

Du çepgirên ku her yek ji rêxistineke cuda bûn, girîngiya şoreşa mezin û têkoşîna kurdan îfade kirin. Ji her du çepgirên din yek, rabû ser piyan, axivî. Dev avêt çepgirên ku pesnê me dabûn. Hat famkirin ku ew ji partiya Doğu Perinçek in. Çepgiran xwestin bersîva wan bidin lê me destûr neda ku civîn bi nîqaşên çepgiran bidome. Çepgirên dost: “Em nikarin li gel van provakatoran rûnin,” gotin. Bi rêzdarî destûr xwestin û civîn terikandin. 

Ê Perinçekçî, ranewestiya, êdî dor anîbû ser me. Li gor wî em ajanên emperyalîzma Emerîqa bûn, em nîjadperest bûn, dê “Leşkerên Mistefa Kemal” nehiştina welatê wan parçe bibe…

Min his kir ku Tûjoyê me hêrs dibe. Gava Tûjo hêrs dibû mîna lingê wî li ser pedala makîna dirûnê be û dirûneke bi lez dike, lingê xwe diricifand. Ricifa lingê wî derbasî çîmên min bû, mîna cereyanê bi min girtibe ez jî diricifandim…  Min beriya civînê textor bi zorê ji nav lepên Tûjo xelas kiribû. Li gor wî, textor û ebûqat, çima ku gotine avakirina partiyê li wî bajarî zahmet e, ew; “Tirşikçiyên tirsok” bûne. 

Îcar axaftina leşkerê M. Kemal, Tûjo hêrs kiribû, xwe negirt, di guhê min de: 

“Ez rabimê?” got. 

Min jî di guhê wî de got: “Tu ê çi bikî?”

“Ez ê wî bidim ber pehînan û çavê wî derxim.”

“Nabe!.. Em bi karekî hatine vir, em nehatine şer. Siyaset kubariyê dixwaze.”

Her du endamên KMM jî dîtin ku dê rewş ne xweş bibe, bêdeng ji dora masê rabûn, çûn. Me ji her du çepgirên êrîşkar re got; “Ji kerema xwe hûn jî civînê biterikînin.”

Tûjo bi dengekî bilind, “Sosyalîstên tirkan hemû kemalîst û irqçî ne,” got. Hevalê me yê sosyalîst di ber xwe de kir nirçe nirç, li çavên min nihêrî. Min bi çavan jê re got: “Naa!” Axirê dengê xwe nekir.

Em mabûn xwebixwe. Zimanê civînê wergeriya kurdiya reş. 

Başqanê berê yê partiyê mafê axaftinê girt: “Ez benî, ji bo avakirina partiya me ya berê jî hevalek ji navendê hat ku em partiyê li vir saz bikin. Wek niha rewşenbîrên me xwe nedabûn ber kar. Partî di stûyê me pênc kesên belengaz de mabû… Dibêjim qet nebe yek an du kesên, xwendin û nivîsa wan hebe ku em bikaribin karên resmî bimeşînin. Em ji karên din narevin. Ne wisa be em ê wek berê bikin.”

“We berê çi kiribû?”

“Ez bêjim, dizanim hûn ê bi me bikenin.”

“De hela bêje, we çi kir?”

“Hevalê navendê hema navê me pênc kesên hazir nivîsî, got hûn rêveberên vî bajarî ne û da rê çû. Ji wan pênc kesan yek jê ez bûm, yek jê jî aha ev hevalê li kêleka min… Heke kar hebe di înşaatan de sewaxê dikim, ev hevala jî havînan li ser ereboka xwe zebeşan, zivistanan jî leymûnan difiroşe.

Du hevalên din, diçin tevra balîcan û îsotan, yê din tu kar bi dest neketibû. Her yek ji me pênc şeş kuflet di stûyê me de ye ezbenî. Tenê xwendina min hebû, min salekê orteoqil xwendibû. Partiyê ez kiribûm başqan. Roja ku ji navendê ji me re kaxeza ku navê me tê de hatibû nivîsîn hat, hem kêfa me hat, hem em piçekî jî tirsiyan. Me zanîbû vê kaxezê barek daye ser milên me, belê çi bar bû hêj me jî nizanîbû. Ha!.. Ji me re beyreqek jî şandibûn. Rismê xezalekê li ser beyreqê bû. Bi rastî pir kêfa me ji xezala me re dihat…”

Min axaftina wî birî. “Programa siyasî û Rêbaznameya partiyê… Ew jî neşandibûn?”

“Na! Ew çi ne?.. Me hay ji tiştekî wilo tunebû ezbenî,” got û axaftina xwe domand. “Ez serê we neêşînim. Me li taxa feqîran di qatê pêncan de daîreyeke bê sewax kirê kir. Me newêrîbû navê partiyê bida, li çend cihan bera me dabûn. Hevalan gotibûn, başqan bê qerewat nabe, min jî qerewatek pêde kiribû û bi stûyê xwe ve girêdabû. Vê carê me gotibû em şîrketeke înşaatan e.

Baweriya xwediyê malê bi qerewata min hatibû. Me daîreya xwe sewax kir, boyax kir, şûşt û veşûşt, em di vî karî de jêhatî bûn. Me maseyek û çend kursî jî pêde kir. Wele me beyreqa xezala xwe jî darvekir. Bibûya qismet, me ê lewheyek bi xezal jî bida çêkirin. Me rismê xezalekê ji pirtûkeke heywanan çirand, anî bi bandê bi pişt deriyê partiya xwe ve zeliqand.

Hevalekî qure got: ‘Kuro ev xezal bi qiloç e û rengê wê jî ne wek rengê xezala me ye.’  Rengê xezala me mor bû. Xezalên wisa mor hebûn gelo? Em bi guman bûna jî, em ji partiya xwe piştrast bûn. Wele hevalekî din cabek xweş da wî hevalê qure: ‘De îja xezala bi qiloç çi ye, ya bê qiloç çi ye… Xezal xezal e û temam!’ got.” 

Başqan li axaftina xwe germ bûbû, domand. “Em pazdeh bîst kes bûn, em di partiya xwe de rûniştin. Me ê çi bikira me nizanî. Wê rojê heta êvarê me li çavên hev nihêrî, êvarê em belav bûn. Ezbenî heta wê rojê em di ber deriyê partiyekê de jî derbas nebûbûn. Partî çi dikin, çi nakin me hay jê tunebû. Çend rojan em wisa çûn û hatin, em ji rûniştina vala aciz bûbûn.

Hevalekî got: ‘Em ji xwe re televîzyonekê bistînin ku em televîzyona kurdî temaşe bikin.’ Fikreke baş bû. Me di nav xwe de pere berhev kir, televîzyonek erzan kirî. Li ber televîzyonê me stranên kurdî guhdarî dikir, li xeberleran temaşe dikir. Her ku wêneyekî Serok an gerîlla derdiket, em bi hevre radibûn ser piyan, me li çepikan didan. Em bûbûn wek alîgirên taximên fitbolê. Her ku gerîlla an Serok bi ber çavên me diket; mîna taximê me xol avêtibe, ji kêfan me li çepikan didan.

Çaya me belaş bû, her diçû hejmara ziyaretçiyên partiyê zêde dibû, carinan sih-çil kes hazir dibûn. Di her saetê de gerîlla dernediket ku em sebra xwe pê bînin. Kuşkuşa me bû, me hemûyan cixare dikişand… 

Ezbenî çi kir wî hevalê me yê ku fikreke nû avêt ortê, kir. ‘Şûna em wisa vala rûnin em folklorê bikin,’ got. Pêşniyaza wî ketibû serê me hemûyan. Çawa me xwe bi xwe bîra tiştekî weha nebirûbû?.. Belaseb nabêjin aqil di ser aqilan re ye. Ji haziran ne çêtir, daholvanekî me yê di dawetan de lê dida hebû, me gazî wî kir, camêr em neşikandin. ‘Madem ji bo karekî partiyê ye, ser çavan,’ got. Me zirneçî pêde nekiribû. Xwedê mezin e, qey dê zirneçiyekî jî dest biavêta vî karê partiyê. Dengê hevalekî me jî xweş bû. Her roj piştî danê esirî, em kom dibûn, sergovendê me, destmal di dest de, ‘Xezalê hêlî hêlî…Delalê hêlîcannn…’ distira.”

Başqanê me yê berê hevoka strana, “Xezalê hêlîcan” bi meqam gotibû. Meqamê stranê ketibû baskê hevalên rûniştî û di cî de bi milên xwe dest bi reqsê kiribûn. Bi rastî tu kes tune ku li ber strana “Xezalê hêlîcan,” nereqisiya.

Hevalê me yê Tûjo bi dengekî fermanî, “Heval!.. Hebekî ciddî bin, em di civînê de ne!” negotibûya, dê beşdarên civînê rabûna govend bigerandina.

Başqan domand. “Ez dirêj nekim, li ber gurmîna daholê himîn û repîna me bû, me govend digerand. Heta xwêdanê di pişta me de diavêt me ev karê xwe yê partiyê dikir. Çend rojên me wisa derbas bûn. Rojekê danê nîvro, em pênc şeş kes li partiyê bûn, hîna daholvanê me nehatibû, xebata me destpê nekiribû. Li zengilê derî ket. Di qulika derî de hat dîtin ku du polîs li ber derî ne. ‘Law polîs hatin!..’ got ê çavên wî di qulika derî de. Rêveberekî me firarê eskeriyê bû, çû xwe di daşirê (wc) de veşart. Me derî vekir.”

“Hûn çi dikin li vir?” got polîsekî.

“Em partî ne, ma em çi dikin?”

“Çi partiye ev, hûn çi dixwazin?”

Nedibû ku em bêjin, “Em Kurdistana xwe dixwazin.” Me got, “Em partiya demokrasiyê ne, aştiyê dixwazin.”

“Ev çi aştiye?.. Cîranên we dibêjin xanî di ser me de hedimandin, gurpe gurpa wan e… We destûr jî wernegirtiye, qeyda we li gel polîs nîn e. Vira vala bikin em ê mohr bikin. Heta hûn ewraqên xwe neynin dê vira mohrkirî be.”

“Hûn çima partiyên din mohr nakin? Em kurd in bo wê hûn vê zilmê dikin.”

Polîs yekî nerm bû. “Em zilmê nakin, partiyên din bi destûr vebûne.”

“Partiya me jî li Enqerê bi destûr vebûye!”

“Destûra we ya vî bajarî nîn e.”

“Çima vira ne Tirkiye ye, qanûnên vir cuda ne?” 

“Dirêj mekin, derkevin,” got. Em hemû derketin, derî hat girtin û mohrkirin. Hevalê me yê di daşirê de û xezala me, ma li pişt kilîtan. 

Paşê aha vî ebûqatê me behsa gelek ewraqan kir ku diviya me biribûya polîsxanê. Ne dîplomayên me, ne jî qeyda me li gel muxtar hebû. Em ji ber dewletê reviyabûn hatibûn di van deran de derketibûn. Me nediwêrî biçûna ber deriyê dewletê. 

Wê şevê me bi dizî qufla derî û mohr şikand, hevalê xwe yê li daşirê asê mayî û xezala xwe azad kir, em çûn. 

Mehek di ser de neçûbû, me di xeberleran de bihîst ku dewletê partiya me li Enqerê jî qedexe kiriye… Aha çîroka me ev e. Heke çend xwende di rêveberiya me de tunebe, tiştê ku em bikaribin bikin, ev e ezbenî.”

Me ji herdu mamosteyên teqawîd yek, wek başqan û başqanê berê jî wek sekreter diyar kir. Ji haziran, yên dikarin ewraqên xwe temam bikin jî, sê kes wek rêveber diyar kir. 

Niha başqanê me yekî xwende bû. Bi dilekî rihet em vegeriyan Enqerê. 

/Nupel/