Osman Özçelik : Namzetên me yên pir jîr hebûn

Ka namzetên me yên berê… Namzetên berê li ku, berendamên niha li ku?.. Beriya her tiştî giraniyek di pênaseya wan de hebû. Gava te digot namzet filankes, mîna ku tu bêje, “Hezret Filankes.” Ji yên niha re dibêjin berendam. “Berendam filankes.” Çi pênaseyeke sivik!.. “Ber…endam!” ev pênase, kenê mirov tîne. Mirov dibêje qey dê ew kesa biçe ber golikan. 

Dema hilbijartin diket rojevê, dihat zanîn ku dê partî nikaribe benda bilind a hilbijartinê veke. 

Profesor, doçent, kesên xwedî îcazeta xwedina bilind, tu li ber wan bigeriya jî nedibûn namzet. Piştî ku ew ê nehatina hilbijartin, çima wê bibûna namzet. Biaqil bûn. Ne hêja bû ku ji bo karekî bê fayde, xwe bidana pêş. Çavê dewletê li ser namzetên partiyê bû. Kes nizane dê dewletê çi bianiya sere wan, dê meslekê wan biketa xetereyê. Bila xortan, bila bêkaran, bila şivan û gavanan xwe bidana pêş. Çawa be tiştekî ku ew wenda bikin tunebû.

Kar û barê hilbijartinê dima li ser pişta fedakaran. Heke herî kêm li 41 bajarî lîsteyên tam nehata nîşandan, partî nikarî beşdarî hilbijartinan bibûya. Çê xerab li bajarên Kurdistanê lîste temam dibûn. Belê hejmara bajarên Kurdistanê têr nedikir. Diviya li bajarê Tirkiyeyê jî lîsteya namzetan temam bibûya ku, hêza partiya me derketa holê.

Xebatkarên partiye, fedakarên azadiyê yên kezebşewitî; ji Şernexê, ji Colemêrgê, ji Wanê, ji Mêrdîn, ji Sêrtê… Dihatin, digotin partî, me li kîjan bajarî nîşan dide, bila bide, tenê bila lîste temam bibin. Gelekan heqrêya xwe ji nasekî deyn kiribûn. De êdî di qismetê wan de kîjan bajar hebûya navê wan di lîsteya wî bajarî de dihat nivîsîn… Bolu, Rize, Gümüşhane, İsparta, Kırıkkale, Ordu an Kırklareli…

Celebekî din ên namzetên partiye hebûn. Ên herî jîr jî, ew bûn. 

Di dema hilbijartinan de derdiketin meydanê. Kar û barê xwe dikirin, qerewatek bi stûyê xwe ve girê didan, berê xwe didan Enqerê, dihatin navenda partiyê. Ji derdora xwe re gotibûn ez ê herim li Enqerê bibim namzetê meb’ûstiyê. Ji wan re namzetbûn, ji meb’ûstiyê jî muhîmtir bû. Dizanîbûn partî di tengasiya temamkirina lîsteyan de bû û dizanîn partî benda hilbijartinê venake, bele ne xem bû. Dizanîn dê di lîsteyekê de, cihek bi dest wan bikeve… Dê xelkê; li qahweyan, li çarşiyan, li bazaran bi tiliyan ew nîşan bidana, dê bigotina, “Tu filankes dibînî, ew mirovekî pir muhîm e, ew namzetê partiyê ye… Namzetê meb’ûstiyê ye.” Di heyata wan de, dê rûpelekî nû yê ku bikaribin fexra pê bînin, vebûya. 

Ji dewletê jî neditirsiyan. Ji niha de dizanîn dê çi bersîvê bidin dewletê ku dewletê ji ser xwe vegerînin. 

Gava te xwendina wan dipirsî, “Miin?.. min, mekteba heyatê qedandiye,” digotin. Bi xwezayî hinek fêhlên genî yên mekteba heyatê jî bi wan hinekan ve zeliqî bû. Û ji bo her meseleyekê çareyeke wan a hazir hebû. Pir jîr bûn, dikarîbûn mirovan tî bibin ser avê û tî vegerînin ku ruhê mirov pê nedihesiya.

Beriya hilbijartinekê bû, rojekê yekî wisa hat. Kumekî kesk li serî, şelwerek lê, doxîna şelwer hişk girêdabû. Qerewata xwe jibîr nekiribû. “Ez Şêx im,” gotibû. Li wî bajarê ku Şêx dixwest lê bibe namzet; me dikir nedikir lîsteya namzetan temam nedibû. Şêx gotibû, “Gelek mirîden min hene, bi îzna Xwedê heke ez bibim namzet, dê denge xwe bidin min.” Li her deverê Tirkiyeyê mirîden wî hebûne û dibe ku bi xêra wî, me benda hilbijartinê jî vekira. Wisa digot.

Endamê komisyona me ya hilbijartinê “Tûjo” (Wî nizanî me ev nav lê kiribû) got, “Ewraqên Şêx temam in, belê dîplomeya xwe neaniye.”

“Şêx, dîplomeya xwe jî bîne, em ê qerarekê bidin.”

“Hûnê bi dîplomê çi bikin?”

“Dewlet dixwaze.”

“Çi îşê dewletê bi dîploma min heye?”

“Kesên bê dîplome, nikarin bibin namzet.”

“Ez dibêm ji bo min nekin namzet, hûn rê li ber min digirin.”

“Na Şêx, ne wisa ye, bê dîplome nabe.”

Şêx pir aciz bûbû. Di ber xwe de, du sê caran got, “Allahu Mesabirîn… Allahu Mesabirîn.” Fitilî ser me.

“Hûn solçî ne, bo wê hûn naxwazin şêxek bibe namzetê partiya we. Partiyên din li ber min digerin, qebûl nakim. Hatime cem we, hûn jî şax û keleman diavêjin ber lingên min ku nebim namzet.”

“Şêxê min, rast e, em çepgir in, belê em dixwazin şêxên me yên welatparêz jî li gel me bin. Em doza azadiya gelê xwe dikin, divê em hemî bi hevre bimeşin.”

“Naxwe çima hûn min ji xwe bidûr dixin? Min fam kir ku çima hûn biser nakevin.”

Sebra hevalê me yê Tûjoyê nemabû, çavên wî li serî dilîst. Rabû ser piyan ku Şêx, derxe derve. Min bi çavan îşaret daye ku rûne. Axirê Tûjo rûnişt.

Min got: “Şêx, de ji kerema xwe re niha rabe, here dîplomeya xwe bîne. Bi soz, em ê te bikin namzet.”

Şêx bi qehr rabû ser xwe, xatir nexwest, bi gurmîn derî li pişt xwe girt, derket çû. 

Piştî sê rojan, Tûjo kaxezek di dest de, bi ken ket hundir.

“Tûjo te xêr e, min qet nedîtibû ku tu wisa bi devken ketiye hundir.”

“Nikarim bigirîm, bo wê dikenim. Şêx… Şêxê me dîplome aniye.”

“Baş e.”

“Çi baş e, çi hal… Hela li dîplomê binêre.”

Min dîplome ji deste Tûjo girt. Dîplomeya çarqatkirî ya her qatê wê bi deme re xurimî, zerbûyî; dîplome ji bavê Şêx pîrtir bû. Bi qelema hubrîn a reş bi xetnivîsîn hatibû dagirtin. Xuyabû ji deste yekî xweşnivîs derketibû. Li ser navê xwediyê dîplomê bi qelemeke şîn du xêzên teze hatibûn kişandin û li jorê xetan, navê Şêxê me yê namzet, bi tîpên girdek ku her tîpekê bere xwe dabû derekê, hatibû nivîsîn. 

Ji vê ecêbê, ecêbtir, li ser dîplomê operasyoneke din jî dixuya. Wêneyê xwediyê dîplomê hatibû rakirin, wêneyekî rengîn ê Şêx pêve hatibû zeliqandin. Qerewata sor a di stûyê Şêx de, li ser wêneyê dîplomê jî, dibiriqî.

Me bangî Şêx kir.

“Şêx, ev çi dîplome ye?”

“We gotibû dîplome…”

“Me negotibû dîplomeyeke wisa?..”

“De dîplome, dîplome ye. Ha wisa ha wekî din.”

Tûjoyê me dîsa qehirîbû, bere xwe da Şêx ji nişkave: “Min sextekarekî mîna te nedîtiye,” got.

Min got: “Şêx, temam, em ê te bikin namzet. Tu dikarî derkeve. De here dest bi xebatê bike.”

Şêx awirek da Tûjo, mîna ku beje, “Ez ji te re zanim” û derket.

Me bi ya Tûjo nekir. Me navê Şêx di lîstê de, di rêza duyemîn de bi cî kir. Me ewraqên Şêx bê dîplome teslîmî dewletê kir. Dewletê kêmaniya ewraqên Şêx ferq nekiribû. Roja navê Şêx di lîsteya resmî de hat îlankirin, Şêx telefon kir. Pir bihecî bû: “Ma we ê navê min di serê lîstê de binivîsiya, çima we ez kirime rêza duduyan?”

Karê me zehf bû, me nedikarî bi nîqaşên bi Şêx re, dem wenda bikira, me got: “Şêx, dewletê wisa kiriye.”

“Haa, wisa be temam,” got. Me bi dereweke biçûk, pêxîla xwe ji deste Şêx xelas kiribû.

Hilbijartin qediya. Ne partî ne jî Şêx, em bi ser neketibûn. 

Paşê me bihîst ku Şêxê me çûye Ewropa, li nav hemşeriyên xwe yên welatparêz geriyaye, “Ez di hilbijartinan de gelekî xesirîm, pir perê min çûn,” gotiye. 

Welatparêzên hemşeri, di nava xwe de, têra Şêx pere berhev kirine, Şêx memnun vegeriyaye bajarê xwe.

Namzetên me yên pir jîr hebûn, pir…