Osman Özçelik : PENa Kurd saziyeke neteweyî

Nizanim çend kesan navê saziya me ya neteweyî PENa Kurd bihîstiye, an haya çend kesan ji kar û xebatên saziyê heye. Ez behsa gel an siyasetmedarên kurd nakim. Mixabin di wê baweriyê de me ku; rewşenbîr, hunermend û kesên ku xemxurên ziman û wêjeya kurd jî saziyê qenc nas nakin. Sedem ew e ku heta niha rêvebirên PENa Kurd çiqas xebatên binirx kiribin jî, xebat di derdoreke teng de maye.

Dixwazim bi çend paragrafan behsa dîrokçeya PENa Navneteweyî û PENa Kurd bikim.

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê, di sala 1921an de, nivîskar Catherine Amy Dawson Scott bi çend hevalên xwe re, li London (Îngilîstan) bi navê PEN İnternational (PENa Navneteweyî) yekîtiya nivîskaran ava dikin. Navenda PENa Navneteweyî li Londonê ye.

PEN di zimanê Îngilizî de, kurtasiya sê bêjeyan e.

Poets: Helbestvan, Essayists: Nûserên cerebeyan, Novelists: Romannûs

Armanca sereke ya PENê parastina; azadiya ramanê, çapemeniyê, mafê mirovan û parastina mafên nivîskaran ya li tevahiya cîhanê ye.

Îro hejmara PENan gihîştiye 174an û hejmara endaman jî bi ser 20 hezar nivîskarî ketiye.

PEN dibêje “wêje sînoran nas nake” û dixwaze endamên PENê bi vê hişmediyê tevbigerin. PEN dixwaze di her rewşê de û bi taybetî di rewşa şer de, hunermend û berhemên hunerî li hember siyaseta nîjadperestiyê werin parastin. Divê endamên PENê li hember serdestiya; çînî, neteweyî, nîjadî û zayendî bitêkoşin û ji bo aştiya cîhanê bixebitin.

Çi li welatê ku ew lê dijîn, çi jî li devereke dinyayê; neheqî, zordarî, çewisandin hebe, endamên PENê li hember radibe, bertekan nîşan dide.

PEN azadiya çapemeniyê diparêze, sansorê qebûl nake. PEN kirinên neheq ên hikûmet û dewletan rexne dike, li dijî van kirinan, kampanyayan li dar dixe.

Endametiya PENê bêyî cudahiya netewe, ziman, nijad, reng û dînî; ji bo hemû nivîskar, wergêr, edîtor û weşangerên ku van armancan dipejirînin, vekirî ye.

PENa Navneteweyî û her şaxên PENan çar komîteyên domdar ava dikin

Komîteya Nivîskarên di Zîndanê de, Komîteya Nivîskarên Jin, Komîteya Nivîskarên Aştiyê, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê.

PENa Kurd

Avakirina Navenda PENa Kurd, di sala 1980 de bi hewldanên Hüseyin Erdem destpê kiriye.

Sala 1988an, di Kongreya PENa Navneteweyî ya li Cambridgê li dar dikeve, tê pêşniyazkirin ku PENa Kurd ava bibe. Kongre pêşniyazê qebûl dike. Bi vî awayî PENa Kurd li derveyî welêt, di mercên sirgûniyê de, li Almanyayê, dibe saziyeke fermî ya şaxekî PENa Navneteweyî. Dr. Zerdeşt Haco, serokatiya PENa Kurd dike.

Navenda PENa Kurd heta sala 2013an li Almanyayê xebatên xwe meşand.

Rêveberiya PENa Kurd biyar da ku kongreya xwe ya 8emîn (2013) li Amedê lidar bixe.

Kongreya 8. Biryareke dîrokî da ku, di şerd û mercên heyî de, êdî PENa Kurd dikare ji sirgûniyê vegere û li Kurdistanê xebatên xwe bidomîne.

Kongreya 9emîn, (Amed- 2016) an de, biryareke din a dîrokî ya hevserokatiyê da.

Kongreya 10. Li Almanya/Oldenburgê dicive. Rêveberiya PENa Kurd Rêbaza (tüzük) xwe nû dike.

PENa Kurd yekemîn saziye ku; ji çar aliyê welêt û ji derveyî welêt nivîskar, bêyî ku li ramanên wan ên siyasî were nêrîn, dikarin bibin endam û rêvebir. Yekane merc ew e ku di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de bin.

Tê hewldan ku di rêveberiyê de ji her zaravayên kurdî, ji çar parçeyên welêt temsîl hebe û temsîla nivîskarên jin di asteke bilind de be.

Çi endam û neendam em hemû nivîskarên kurd vedixwînin Kongreya PENa Kurd a 10.

Mixabin wek hevserokê PENa Kurd ez jî di nav de, gelek rêvebir û endamên me ji ber ku pasaportên me hatine betalkirin, em nikarin beşdarî kongrê bibin.

Almanya/Oldenburg 22.06.2019

Têkilî:

Dr. Zerdesht Haco: dr.zaradachet-hajo@t-online.de

Xiyasedin Zaroj Stêrk: x.zaroj@gmx.de Handy: 0049 (0)17670079683